Yêremya 4 - Kurmanji Încîl1 Gotina Xudan ev e: “Heke tu vegerî, ya gelê Îsraêl, Li min vegere! Heke tu kirêtiyên xwe ji ber min rakî Û eware nebî, 2 Heke tu bi dilsozî, edalet û rastiyê Bi navê Xudanê Jîndar sond bixwî, Wê gavê wê milet xwe bi Xudan bereket bikin Û pê pesnê xwe bidin.” 3 Çimkî Xudan ji gelê Cihûda û ji şêniyên Orşelîmê re wiha dibêje: “Axa xwe ya beyar bajon, Nav diriyan nereşînin. 4 Ya gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê! Xwe ji Xudan re pak bikin, Dilê xwe sinet bikin! Yan na, ji ber kirinên we yên xerab, Wê xezeba min wekî êgir rabe û bişewite Û kesê bitefîne tunebe. Hilweşîna ji bakur tê 5 “Li Cihûdayê bidin bihîstin, Li Orşelîmê ragihînin! Biqîrin û bêjin: ‘Li welêt li boriyê bixin!’ Gazî bikin: ‘Bicivin! Em bikevin bajarên bisûr!’ 6 Ber bi Siyonê ve alê bilind bikin, Birevin dereke sitarê, nesekinin! Çimkî ezê ji bakur bela û şikandina mezin bînim.” 7 Şêr ji hewinga xwe derket, Xerabkar ku miletan helak dike da rê. Ew ji cihê xwe derket Ku welatê te wêran bike. Wê bajarên te xera bibin, Wê tu kes lê nemîne. 8 Loma çûx li xwe bikin, Şînê bikin û bikin zarîn. Çimkî hêrsa Xudan a dijwar ji ser me ranebû. 9 Gotina Xudan ev e: “Wê rojê wê dilê padîşah û dilê serekan bihele. Wê kahin şaş û pêxember metel bimînin.” 10 Min got: “Ax, Reb Xudan! Te got: ‘Hûnê di aştiyê de bin’ û te ev gel û Orşelîmê gelek xapand. Çimkî şûr gihîşt qirikê.” 11 Wê gavê wê ji vî gelî û ji Orşelîmê re bêjin: “Ji bilindciyên rût û tazî yên beriyê, bayê min ê şewatê bi ser gelê min ê delal ve were. Lê wê ne ji bo dêrandina bênderê û paqijkirinê were. 12 Ev ba, wê ji van tiştan xurtir bê. Niha ez dadbariyên li dijî wan dibêjim.” Dijmin tê 13 Va ye, ew wekî ewran tê. Erebeyên wî yên şer wekî bahozê ne, Hespên wan ji teyran leztir in. Wey li me, em xera bûn! 14 Ya Orşelîm! Dilê xwe ji xerabiyê bişo ku rizgar bibî. Wê heta kengê fikrên xerab di nav te de bimînin? 15 Çimkî dengek ji welatê Dan Û xebereke xerab ji herêma çiyayî ya Efrayîmê tê: 16 “Haya miletan pê bixin, Ji Orşelîmê re bêjin: ‘Kesên ji welatekî dûr tên Ku dor lê bipêçin! Ew li dijî bajarên Cihûdayiyan diqîrin. 17 Wekî nobedarên zeviyê, Dor li Orşelîmê bipêçin. Çimkî wê li dijî min serî hilda.’” Ev e gotina Xudan. 18 “Rê û kirinên te ev anî serê te, Ev cezayê te ye. Bi rastî tehl e û gihîştiye dilê te.” 19 Ax hinavê min, hinavê min! Ez êşê dikişînim! Ax dîwarên dilê min! Dilê min lê dide û nikarim bêdeng bim. Çimkî canê min dengê boriyan, qîrîna şer bihîst. 20 Xebera şikandin li ser şikandinê tê dayîn, Tevahiya welêt esse wêran bû. Jinişkave konên min, Di cih de perdeyên konên min tune bûn. 21 Heta kengê ezê ala şerî bibînim Û dengê boriyan bibihîzim? 22 “Gelê min ehmeq e, min nas nake. Ew zarokên sexik in, fêm nakin. Di xerabîkirinê de şehreza ne, qencîkirinê nizanin.” 23 Min li erdê nihêrî, vikîvala û bêşikil bû, Min li ezmanan nihêrî, ronahiya wan tunebû. 24 Min li çiyayan nihêrî, dilerizîn, Hemû gir dihejiyan. 25 Min nihêrî, kes tunebû, Tevahiya teyrên ezmanan reviyabûn. 26 Min nihêrî, welatê berdar bûbû berî. Li ber Xudan û hêrsa wî ya dijwar Hemû bajarên welêt hilweşiyabûn. 27 Çimkî Xudan wiha dibêje: “Wê tevahiya welêt wêran bibe, Lê ezê bi tevahî neqedînim. 28 Loma wê erd şînê bike Û ezman li jor tarî bibe. Çimkî min got û min pîlan kir. Ezê poşman nebim, Ezê dev jê bernedim.” 29 Hemû bajar ji ber dengê siwar û tîravêjan direvin. Dikevin nav dar û deviyan û hildikişin zinaran. Terka hemû bajaran hate kirin, tu kes lê nema. 30 Ya bajarê wêranbûyî, tê çi bikî? Tu cilên sor jî li xwe bikî, Bi xemlên zêrîn xwe bixemilînî jî, Çavên xwe jî kil bikî, Tu beredayî xwe rind dikî. Dildarên te, te red dikin Û didin pey kuştina te. 31 Çimkî min dengê jinekê bihîst Ku ketiye ber zarokan Û êşa zikê pêşî dikişîne. Ev qîrîna Siyona keç bû, Ew bi destên vekirî û bêhnçikandî dibêje: “Wey li min! Ez li ber kujeran xayîs bûm.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey