Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 39 - Kurmanji Încîl


Ketina Orşelîmê
( Padîşah II, 25:1-12 ; Yêremya 52:4-16 )

1 Di meha dehan a nehsaliya padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe re hat Orşelîmê û ew dorpêç kir.

2 Di roja nehê meha çaran a sala yanzdeh a padîşahiya Sîdqiya de di sûrên bajêr de qulek hat vekirin.

3 Hemû serekên Padîşahê Babîlê ketin hundir û li ber Dergehê Navîn rûniştin: Nêrgal-Şareserê Samgarî, Nebo-Sarsexîmê serkarmend, Nêrgal-Şareserê Rav-Mag û hemû karmendên din.

4 Çaxê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û hemû leşkerên wî ev yek dît, reviyan. Ew bi şev, bi riya bexçeyê padîşah di dergehê di navbera herdu dîwaran re ji bajêr derketin û ber bi Eravayê ve reviyan.

5 Lê artêşa Kildaniyan da pey wan û li deştên Erîhayê gihîşt Sîdqiya. Wan ew girt û bir Rîvlaya li herêma Hamayê, ba Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê. Wî jî dîwana wî kir.

6 Padîşahê Babîlê, li Rîvlayê kurên Sîdqiya li ber çavê wî serjê kirin. Wî hemû pêşengên Cihûdayê jî li wir serjê kirin.

7 Wî çavên Sîdqiya derxistin û ew bi zincîrên tûncîn ve girê da û bir Babîlê.

8 Kildaniyan qesra padîşah û malên gel şewitandin û sûrên Orşelîmê hilweşandin.

9 Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan, kesên li bajêr sax mane –firarên derbasî aliyê wî bûne û kesên din– sirgûnî Babîlê kirin.

10 Lê Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan hinek feqîrên gel ên ku tu tiştekî wan tunebû li welatê Cihûda hiştin û wê rojê wî rez û zevî dan wan.


Yêremyayê Pêxember tê berdan

11 Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê li ser Yêremya emir li Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan kir û got:

12 “Wî bibe û baş lê binêre. Tiştekî xerab pê neke. Çi ji te bixwaze bike.”

13 Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan, Nebûşazbanê serkarmend, Nêrgal-Şareserê Rav-Mag û hemû serekên Padîşahê Babîlê qasid şandin

14 û wan Yêremya ji hewşa parêzvanan anî. Wan ew spart Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan ku bibe malê. Bi vî awayî Yêremya di nav gelê xwe de ma.

15 Hê gava li hewşa parêzvanan girtî bû, gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:

16 “Here ji Eved-Melekê Kûşî re bêje: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ezê gotinên xwe ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê bi ser vî bajarî de bînim. Wê ev tişt di wê rojê de li ber te çêbin.

17 Lê ezê di wê rojê de te rizgar bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Tê nekevî destê kesên ji wan ditirsî.

18 Ezê te esse xilas bikim û tê nekevî ber şûran. Wê canê te ji te re bibe malê talên, çimkî tu bi min ewle bûyî.’” Ev e gotina Xudan.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan