Yêremya 38 - Kurmanji ÎncîlYêremyayê Pêxember davêjin sarincê 1 Şefatyayê kurê Mattan, Gedalyayê kurê Paşxûr, Yehûxalê kurê Şelemya û Paşxûrê kurê Malkiya, ev gotinên ku Yêremya ji tevahiya gel re gotin, bihîstin: 2 “Xudan wiha dibêje: ‘Kesê ku li vî bajarî bimîne wê bi şûr, kul û xelayê bimire. Lê kesê ku here ba Kildaniyan wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên û wê bijî.’ 3 Xudan wiha dibêje: ‘Wê ev bajar esse bikeve destê artêşa Padîşahê Babîlê û bê desteserkirin.’” 4 Li ser vê yekê serekan ji padîşah re got: “Bila ev zilam bê kuştin. Çimkî bi gotinên wiha destê şervanên li vî bajarî mane û hemû gel sist dibe. Ev zilam ne xêrê, lê xerabiya vî gelî dixwaze!” 5 Sîdqiyayê Padîşah got: “Va ye, ew di destê we de ye. Padîşah li dijî we tiştekî nake.” 6 Wê gavê wan Yêremya girt û avêt sarinca Malkiyayê kurê padîşah ku li hewşa parêzvanan bû. Wan Yêremya bi werîsan daxist jêr. Di sarincê de ne av, tenê herî hebû. Yêremya ket nav heriyê. 7 Lê Eved-Melekê Kûşî yê li qesrê karmend bû, bihîst ku wan Yêremya avêtine sarincê. Di vê navberê de padîşah li Dergehê Binyamînê rûdinişt. 8 Li ser vê yekê Eved-Melek ji qesrê derket, çû ba padîşah û got: 9 “Ya xweyê min padîşah! Her tiştên ku van zilaman bi Yêremyayê Pêxember kirin xerab in. Wan ew avêt sarincê û wê li wê derê ji birçîbûnê bimire. Çimkî li bajêr nan nema.” 10 Padîşah li Eved-Melekê Kûşî emir kir û got: “Sê kesan ji vir bibe û beriya ku bimire, Yêremyayê Pêxember ji sarincê derxe.” 11 Eved-Melek zilam hildan û çûn odeya jêrîn a binê xezîneya qesrê. Wan ji wê derê cil û kincên çiriyayî hildan û bi werîsan dirêjî Yêremyayê binê sarincê kirin. 12 Eved-Melekê Kûşî ji Yêremya re got: “Cil û kincên çiriyayî bixe navbera werîs û binçengên xwe.” Yêremya wisa kir. 13 Wan jî Yêremya bi werîsan kişand û ji sarincê derxist. Yêremya li hewşa parêzvanan ma. Sîdqiyayê Padîşah careke din bi Yêremyayê Pêxember dişêwire 14 Sîdqiyayê Padîşah şand pey Yêremyayê Pêxember. Gava Yêremya hat ber deriyê sisêyan ê Mala Xudan, padîşah jê re got: “Ezê tiştekî ji te bipirsim. Ji min tiştekî veneşêre.” 15 Yêremya ji Sîdqiya re got: “Heke ez ji te re bêjim, tê min bikujî, ne wisa? Ez şîretan jî li te bikim, tê guhdariya min nekî.” 16 Sîdqiyayê Padîşah bi dizî ji Yêremya re sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê ku can da me, ezê te nekujim û te nedim destê van zilamên li pey kuştina te ne.” 17 Wî çaxî Yêremya ji Sîdqiya re got: “Xwedayê Îsraêl, Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: ‘Heke tu bi xwe herî ba fermandarên Padîşahê Babîlê, tê bijî û wê ev bajar jî neşewite. Tu û mala xwe hûnê sax bimînin. 18 Lê tu neçî ba fermandarên Padîşahê Babîlê, wê ev bajar bikeve destê Kildaniyan û wê bajêr bişewitînin. Tê jî nikaribî ji wan birevî.’” 19 Wî çaxî Sîdqiyayê Padîşah ji Yêremya re got: “Ez ditirsim min bidin destê Cihûdayiyên ku teslîmê Kildaniyan bûne û ewê jî min rezîl bikin.” 20 Yêremya got: “Te nadin destê wan. Ji kerema xwe guh bide dengê Xudan ku ez ji te re dibêjim. Wê qencî bi te bê kirin û canê te sax bimîne. 21 Lê heke tu naxwazî teslîmê wan bibî, gotina ku Xudan ji min re got ev e: 22 ‘Va ye, wê hemû jinên li qesra Padîşahê Cihûdayê mane bibin ba fermandarên Padîşahê Babîlê û wê ew jin ji te re bêjin: “‘Mirovên tu bi wan ewle yî, Tu xapandî û tu têk birî. Ji ber ku niha lingên te ketin nav heriyê, Ew zivirîn û çûn.’ 23 “Wê hemû jin û kurên te derînin ba Kildaniyan. Tê nikaribî ji destê wan birevî. Tê bi destê Padîşahê Babîlê werî girtin, wê ev bajar jî bê şewitandin.” 24 Sîdqiya ji Yêremya re got: “Bila kes van gotinan nebihîze ku tu neyî kuştin. 25 Heke serek bibihîzin ku ez bi te re peyivîme, werin û ji te re bêjin: ‘Te ji padîşah re çi got, padîşah ji te re çi got? Ji me re bêje, ji me veneşêre ku em te nekujin,’ 26 wî çaxî tê ji wan re bêjî: ‘Min ji padîşah lava kir û got: Min venegerîne mala Yonatan ku ez li wir nemirim.’” 27 Hemû serek hatin, ji Yêremya pirsîn û wî jî bi awayê ku padîşah lê emir kiriye ji wan re got. Loma wan êdî tiştekî jê re negot, çimkî tu kesî tiştekî nebihîstibû. 28 Heta roja Orşelîm hat desteserkirin, Yêremya li hewşa parêzvanan ma. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey