Yêremya 34 - Kurmanji ÎncîlHişyarkirina Sîdqiyayê Padîşah 1 Gava Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe, bi hemû padîşahiyên dinyayê û bi hemû gelên di bin serweriya destê wî de li dijî Orşelîmê û bajarên derdora wê şer dikir, ev gotin ji Xudan ji Yêremya re hat: 2 “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Here, ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re bêje: Xudan dibêje: Ezê vî bajarî bidim destê Padîşahê Babîlê û wê wî bişewitîne. 3 Tê jî, ji destê wî nefilitî. Tê esse bêyî girtin û wê te bidin destê wî. Wê çavê te bi çavê Padîşahê Babîlê bikeve û tê pê re rû bi rû bipeyivî. Tê herî Babîlê. 4 “‘Lê ya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê! Guh bide gotina Xudan! Xudan li ser te wiha dibêje: Tê bi şûr nemirî. 5 Tê di aştiyê de bimirî. Çawa ku ji bo bav û kalên te yên ku padîşahên beriya te bûn, agir hat pêxistin, wê ji bo te jî êgir pêxin. Wê şîna te bikin û bêjin: Ax xweyê me!’” Ev e gotina Xudan. “‘Ez Xudan vê dibêjim.’” 6 Yêremyayê Pêxember tevahiya van gotinan li Orşelîmê, ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re got. 7 Wê gavê artêşa Padîşahê Babîlê li dijî Orşelîmê û li dijî Laxîş û Ezêqayê şer dikir ku bajarên Cihûdayê bûn ku hê neketine dest. Wê gavê di nav bajarên Cihûdayê yên bisûr de tenê ev mabûn. Ji koleyan re azadî 8 Piştî ku Sîdqiyayê Padîşah bi gel û koleyên li Orşelîmê re peymaneke azadkirinê çêkir, ev gotina Xudan ji Yêremya re hat. 9 Li gorî vê peymanê divê herkes, koleyên xwe yên Îbranî yên jin û mêr azad bike û êdî tu kes birayê xwe yê Cihûdayî wekî kole negire. 10 Her kesê ku ket bin barê vê peymanê, hemû serek û tevahiya gel guhdarî kir û xulam û xadimên xwe azad kirin. Êdî tu kes birayê xwe yê Cihûdayî wekî kole negirt. Wan guh da û kole azad kirin. 11 Lê paşê zivirîn, xulam û xadimên ku azad kiribûn bi şûn ve anîn û bi zorê kirin kole. 12 Gotina Xudan ji Yêremya re hat û got: 13 “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Roja ku min bav û kalên we ji welatê Misrê, ji mala koletiyê deranîn, min bi wan re peymanek çêkir û got: 14 Her yek ji we, hûnê birayê xwe yê Îbranî yê ku we ji bo koletiyê kiriye û şeş salan ji we re koletî kiriye, di dawiya sala heftan de azad bikin. Lê bav û kalên we guhdariya min nekir. Wan guh neda min. 15 We jî tobe kir. Her yekî ji we ya ku di çavê min de rast e kir û azadiya birayên xwe îlan kir. We li hizûra min, li mala ku bi navê min tê gazîkirin peyman çêkir. 16 Lê we berê xwe da alî û navê min xerab kir. We xulam û xadimên ku we li ser daxwaza wan bi temamî azad kiribûn vegerandin û bi zorê kirin kole.’ 17 “Loma Xudan wiha dibêje: ‘We guh neda min û ji bira û cîranê xwe re azadî îlan nekir. Va ye ezê li dijî we azadiyê îlan bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê azadiyê bidim şûr, kul û xelayê ku hûn tune bibin! Ezê we di çavê padîşahiyên dinyayê de bikim mijara sawê. 18 Ezê kesên ku peymana min binpê kir û şertê peymana ku wan di hizûra min de çêkir pêk neanî, bikim golikê ku dikin du perçe û di nav perçeyên golikê re derbas dibin. 19 Serekên Cihûdayê, serekên Orşelîmê, karmendên qesrê, kahin û tevahiya gelê welêt ê ku di nav perçeyên wî re derbas bûn, 20 ezê bidim destê dijminên ku li pey kuştinê ne. Wê cendekên wan ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek. 21 “‘Ezê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û serekên wî bidim destê dijminan ku li pey kuştinê ne. Ezê wan bidim destê artêşa Padîşahê Babîlê ku niha vekişiyaye.’” 22 Gotina Xudan ev e: “‘Va ye ezê emrekî bidim û wan vegerînim vî bajarî. Wê li dijî bajêr şer bikin, desteser bikin û bişewitînin. Ezê bajarên Cihûdayê bikim wêraneyeke bêkes.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey