Yêremya 33 - Kurmanji ÎncîlHêviya aştî û ewlehiyê 1 Hê Yêremya di hewşa parêzvanan de girtî bû, gotina Xudan cara diduyan jê re hat û got: 2 “Xudanê ku dinya çêkiriye û şikil dayê ku asê be û navê wî Xudan e, wiha dibêje: 3 ‘Gazî min bike, ezê bersiva te bidim. Ezê tiştên mezin ku hişê mirov nagire bêjim ku tu pê nizanî.’ 4 Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan li ser xaniyên vî bajarî û qesrên Padîşahiyên Cihûdayê yên ku we bi xwe hilweşandin ku li dijî şer û dorpêçanê bûn kozikên parastinê, wiha dibêje: 5 ‘Kildanî ji bo şer tên û wê xaniyan bi laşên mirovan tije bikin ku min bi hêrs û xezeba xwe li wan xistiye. Min ji ber hemû xerabiyên wan mirovan, rûyê xwe ji vî bajarî da alî. 6 “‘Lê ezê şifa û rihetiyê bidim wî bajarî û baş bikim. Ezê şifayê bidim wan û bikim ku di nav aştî û ewlehiyeke berfireh de bijîn. 7 Ezê gelê Îsraêl û gelê Cihûda vegerînim firehiya berê û wekî berê ava bikim. 8 Ezê wan ji hemû sûcê gunehan paqij bikim ku wan li dijî min kirine. Sûcê hemû guneh û serhildanê bibexişînim ku wan li dijî min kirine. 9 Wê ev bajar ji bo min û hemû miletên dinyayê yên ku tevahiya qenciya ez bi wan dikim bibihîzin, bibe navekî şahî, berzî û pesindanê. Wê ji ber hemû xêr û qenciya ku ez didim wan, bitirsin û bilerizin.’ 10 “Xudan wiha dibêje: ‘Hûn dibêjin: Ev cih wêrane, bêmirov û bêheywan e. Lê li bajarên Cihûdayê û kuçeyên Orşelîmê yên wêrane, bêmirov û bêheywan, 11 wê dengê kêf û şahiyê, dengê bûk û zavê were. “‘Ji Xudanê Karîndar re şikir bikin, Çimkî Xudan qenc e. Dilovaniya wî her û her e. Çimkî ezê welêt vegerînim firehiya berê’” dibêje Xudan. 12 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Li vê dera wêrane, bêmirov û bêheywan, careke din li hemû bajarên wî, wê şivanên ku pezê xwe mexel bikin, hebin. 13 Li bajarên herêma çiyayî, li Şefêlayê, li Negevê û li bajarên welatê Binyamîn, li gundên derdora Orşelîmê û li bajarên Cihûdayê, wê careke din pez di ber şiva jimarkaran re derbas bibin’” dibêje Xudan. 14 “Gotina Xudan ev e: ‘Va ye roj tên ku ezê gotina xwe ya qenciyê bînim cih ku min ji Mala Îsraêl û Mala Cihûda re got. 15 “‘Di wan rojan de, di vê demê de, Ezê ji bo Dawid guliyekî rast bipişkivînim. Wê li welêt edalet û rastiyê pêk bîne. 16 Di wan rojan de wê Cihûda rizgar bibe Û Orşelîm di ewlehiyê de rûne. Wê bi vî navî gazî bikin: Xudan rastiya me ye.’ 17 “Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Wê kesekî ku ji bo Dawid li ser textê Mala Îsraêl rûdine kêm nebe. 18 Wê kahinên Lêwiyî yên li pêş min qurbanên şewitandinê, pêşkêşiyên dexlê û pêşkêşiyên din pêşkêş bikin û heta hetayê kêm nebin.’” 19 Gotina Xudan ji Yêremya re hat û got: 20 “Xudan wiha dibêje: ‘Heke hûn bikaribin peymana min a bi rojê re û peymana min a bi şevê re xera bikin ku şev û roj di dema xwe de çênebin, 21 wî çaxî wê peymana min a bi Dawidê xulamê min a ku wê kurên wî li ser têxt rûnin û peymana min a bi xizmetkarên min kahinên Lêwiyî re xera bibin. 22 Çawa ku nexşên ezmanan nayên hejmartin û sêlaka deryayê nayê pîvan, ezê ziriyeta Dawidê xulamê xwe û Lêwiyiyên ku ji min re xizmetê dikin wisa zêde bikim.’” 23 Gotina Xudan ji Yêremya re hat û got: 24 “Ma hûn nabînin ku ev gel dibêje: ‘Xudan du binemalên ku wî hilbijartin, red kirin’? Ew gelê min kêm dibînin û wekî milet nahesibînin.” 25 Xudan wiha dibêje: “Heke min peymana xwe ya bi şev û rojê re min nekira û qanûnên erd û ezmanan min dananiya, 26 wî çaxî minê ziriyeta Aqûb û Dawidê xulamê xwe red bikira û ji ziriyeta wî tu kesî li ser ziriyeta Îbrahîm, Îshaq û Aqûb nekira serwer. Ezê esse wan vegerînim firehiya berê û li wan werim rehmê.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey