Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 32 - Kurmanji Încîl


Yêremyayê Pêxember zeviyekê dikire

1 Di dehsaliya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de ku hijdehsaliya Nebûxadnessar e, gotinek ji Xudan ji Yêremya re hat.

2 Di vê navberê de artêşa Padîşahê Babîlê dor li Orşelîmê dipêça û Yêremyayê Pêxember di hewşa parêzvanan a qesra Padîşahê Cihûdayê de girtî bû.

3 Çimkî Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ew hepis kiribû û jê re gotibû: “Çima tu pêxemberiyê dikî û dibêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Ezê vî bajarî bidim destê Padîşahê Babîlê û wê desteser bike.

4 Herwiha wê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ji destê Kildaniyan nefilite. Lê wê esse bikeve destê Padîşahê Babîlê, pê re rû bi rû bipeyive û çavê wî bi çavê wî bikeve.

5 Wê Sîdqiya bibe Babîlê û heta ez bala xwe bidim wî, wê li wir bimîne. Hûn li dijî Kildaniyan şer jî bikin, hûnê bi ser nekevin. Ev e gotina Xudan’?”

6 Yêremya got: “Gotina Xudan ji min re hat û got:

7 ‘Wê Hanamêlê kurê Şallûmê apê te, were ba te û bêje: Zeviya min bikire ku li Enatotê ye. Çimkî mafê merivatiyê yê te ye ku bikirî.’

8 “Hanamêlê kurapê min, li gorî gotina Xudan, li hewşa parêzvanan hat ba min û got: ‘Lava dikim zeviya min a li Enatota welatê Binyamîniyan bikire. Çimkî mafê mîrasê û mafê merivatiyê li te dikeve. Ji xwe re bikire.’ “Wî çaxî min fêm kir ku ev gotina Xudan e.

9 Li ser vê yekê min hivdeh şekelên zîvîn kişand, da Hanamêlê kurapê xwe û zeviya li Enatotê jê kirî.

10 Min nivîsa kirînê nivîsand, ew mor kir, bi şahidan da îmzekirin û zîv li ser mêzînê kişand.

11 Paşê min nivîsa kirînê ya morkirî ku rê û rêbaz tê de ne û nûsxeya wê ya nemorkirî hildan.

12 Min li ber çavê Hanamêlê kurapê xwe, li ber çavê şahidên nivîsa kirînê îmze kirine û li ber çavê tevahiya Cihûdayiyên li hewşa parêzvanan rûniştine, nivîsa kirînê da Barûkê kurê Nêriyayê kurê Mahsêya.

13 “Min li ber çavê wan li Barûk emir kir û got:

14 ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Tu vê nivîsa kirînê ya morkirî û vê nivîsa nemorkirî bixe nava dîzikê ku demeke dirêj li wir bimînin.

15 Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Wê li vî welatî careke din xanî, rez û zevî bên kirîn.’

16 “Piştî min nivîsa firotinê da Barûkê kurê Nêriya, min ji Xudan re dua kir û got:

17 “Ax, ya Reb Xudan! Te erd û ezman bi hêza xwe ya mezin û zendê xwe yê dirêjkirî afirandin. Ji bo te tiştekî nepêkan e tuneye.

18 Tu bi hezaran re dilsoziyê dikî, lê bergîdana gunehên bavan tînî serê kuran. Tu Xwedayê mezin û hêzdar î. Navê te Xudanê Karîndar e.

19 Tu di şêwir de mezin û di karan de hêzdar î. Çavê te li ser hemû kirinên mirovan e. Tu li gorî rê û berê kirinên her kesî didî wan.

20 Tu ew î ku li welatê Misrê nîşan û keramet pêk anîn û li welatê Îsraêl û li nav hemû mirovan, te nav û deng da ku heta îro jî berdewam dike.

21 Te bi nîşan û kerametan, destê xwe yê hêzdar, zendê xwe yê dirêjkirî û bi heybeteke mezin gelê xwe Îsraêl ji welatê Misrê deranî.

22 Te ev welatê ku te sond xwar ku bidî bav û kalên wan û şîr û hingiv jê diherike, da wan.

23 Ew hatin û wan ew ji xwe re kir milk. Lê belê wan guh neda dengê te û di Şerîeta te de nemeşiyan. Wan tu emrên te pêk neanîn ku te li wan kirin. Loma te tevahiya van belayan anîn serê wan.

24 “Va ye, pal hatin çêkirin ku bajêr desteser bikin. Bajarê ku şûr, kul û xela bi ser wî de hatin, da destê Kildaniyên ku li dijî wî şer dikin. Va ye, çawa ku tu dibînî, tiştê ku te got çêbû.

25 Ya Reb Xudan! Tevî ku bajar ket destê Kildaniyan jî, te ji min re got: ‘Zeviyê bi zîv ji xwe re bikire û gazî şahidan bike.’”

26 Gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:

27 “Va ye! Xwedayê hemû beşerê Xudan ez im. Ma li ba min tiştekî nepêkan e heye?”

28 Loma Xudan wiha dibêje: “Va ye, ezê vî bajarî bidim destê Kildaniyan û destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û wê desteser bike.

29 Wê Kildanî bên, li dijî vî bajarî şer bikin û bajêr bidin ber êgir. Wê bajêr tevî xaniyên ku wan li ser wan ji Baal re bixûr pêxist, pêşkêşiyên rijandinê ji îlahan re dan û ez hêrs kirim, bişewitînin.

30 “Çimkî gelê Îsraêl û gelê Cihûda hê ji xortaniya xwe ve, tenê tiştên ku di çavê min de xerab e kirin. Gelê Îsraêl bi karên destê xwe, ji xeynî hêrskirina min tiştekî din nekir.” Ev e gotina Xudan.

31 “Ji ber ku vî bajarî, ji roja ku ava bûye, hêrs û xezeba min rakir, ezê wî ji ber çavê xwe rakim.

32 Çimkî gelê Îsraêl û gelê Cihûda bi tevahiya xerabiya wan ez hêrs kirim; ew bi xwe, padîşahên wan, serekên wan, kahinên wan, pêxemberên wan, hemû Cihûdayî û şêniyên Orşelîmê.

33 Wan ne rûyê xwe, pişta xwe da min. Tevî ku min gelek caran hînî wan kir, wan ne terbiye qebûl kir, ne jî guhdarî kir.

34 Kirêtiyên xwe danîn Mala min a ku bi navê min tê gazîkirin û wan ew qirêj kir.

35 Wan li Geliyê Ben-Hînnomê bilindciyên perizînê yên Baal çêkirin ku kur û keçên xwe ji Molekê îlah re pêşkêş bikin. Min ev kirêtî li wan emir nekir. Di fikra min de jî derbas nebû ku bibe sedema gunehkirina gelê Cihûda.

36 “Loma niha Xwedayê Îsraêl Xudan li dijî wî bajarê ku hûn li ser wî dibêjin: ‘Bi şûr, kul û xelayê dikeve destê Padîşahê Babîlê,’ wiha dibêje:

37 ‘Va ye ezê wan ji hemû welatên ku min bi hêrs, xezeb û qehra xwe ya mezin ew derxistine, bicivînim. Ezê wan vegerînim vir û wan di ewlehiyê de bidim rûniştandin.

38 Wê bibin gelê min û ezê bibim Xwedayê wan.

39 Ezê dilekî û riyekê bidim wan ku ew ji bo qenciya xwe û zarokên pey xwe, hemû rojan ji min bitirsin.

40 Ezê peymaneke herheyî bi wan re çêkim ku ezê ji qencîkirinê pişta xwe nedim wan. Ezê tirsa xwe bixim dilê wan ku xwe ji min nedin alî.

41 Ezê bi qencîkirina bi wan re şa bibim û wan bi dilsozî hemû dilê xwe û hemû canê xwe li vî welatî daçikînim.’

42 “Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Çawa min tevahiya van xerabiyan anî serê vî gelî, ezê hemû qenciya ku ji wan re dibêjim jî pêk bînim.

43 Li vî welatî wê zevî bên kirîn ku we jê re digot: Bû wêraneke bêkes û bêheywan û kete destê Kildaniyan.

44 Li welatê Binyamîn, li gundên derdora Orşelîmê, li bajarên Cihûdayê, li herêma çiyayî, li Şefêla û Negevê wê zevî bi zîvan bên kirîn û nivîsên kirînê li ber şahidan bên îmzekirin û morkirin. Çimkî ezê wan vegerînim firehiya berê.’” Ev e gotina Xudan.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan