Yêremya 3 - Kurmanji ÎncîlNedilsoziya gelê Îsraêl 1 “Heke zilamek jina xwe berde Û jina wî here, bi kesekî din re bizewice, Ma ew zilam wê careke din vegere ba wê? Gelo ev yek wê welêt bi tevahî qirêj neke? Te bi gelek yaran re fahîşetî kir Û tu dixwazî vegerî ba min?!” Ev e gotina Xudan. 2 “Çavê xwe bide bilindciyên rût û tazî û binêre, Ma cihek maye ku li wir bi te re ranezabin? Tu ji bo wan wekî bedewiyekî çolê, Li ber riyan rûniştî. Te bi fahîşetî û xerabiyên xwe welat qirêj kir. 3 Loma tavî hat texsîrkirin Û barana biharê nayê. Eniya te eniya fahîşê bû, Lê şermezarî ne xema te bû. 4 Ma te hema berê gazî min nekir û negot: ‘Bavo, tu ji xortaniya min ve hevalê min î. 5 Ma tê her û her kîndar bî Û wê hêrsbûna te her û her bajo?’ Tu bi rastî ji min re wiha dibêjî, Lê heta ku ji destê te hat, te xerabî kir.” Çivanokiya Cihûdayî û Îsraêliyan 6 Di rojên Yoşiyayê Padîşah de Xudan ji min re got: “Ma te ya ku Îsraêla keçika çivanok kir dît? Derket serê her girê bilind û çû bin her dara şîn û fahîşetî kir. 7 Min got: ‘Wê li min vegere’ lê venegeriya. Cihûdaya xwişka wê ya bêbext jî ev yek dît. 8 Wê dît ku ji ber fahîşetiya Îsraêla çivanok, min ew berda û nivîsa jinberdanê dayê. Lê Cihûdaya xwişka wê ya bêbext dîsa netirsiya. Ew jî rabû çû ku zinayê bike. 9 Wê bi ewqas bêxemiyê zina kir û welat qirêj kir. Wê bi kevir û daran re fahîşetî kir. 10 Tevî vê yekê jî, Cihûdaya xwişka wê ya bêbext ne bi hemû dilê xwe, lê bi hîle li min vegeriya.” Ev e gotina Xudan. 11 Wê gavê Xudan ji min re got: “Îsraêla çivanok ji Cihûdaya bêbext rastirbûna xwe nîşan da. 12 Here, bi van gotinan gazî bakur bike û bibêje: “‘Ya Îsraêla çivanok vegere!’ Ev e gotina Xudan. “‘Êdî ezê bi hêrs li we nenêrim, Çimkî ez dilovan im’ Ev e gotina Xudan. “‘Ez nikarim hêrsa xwe her û her bidomînim. 13 Tenê sûcê xwe qebûl bike. Te li dijî Xwedayê xwe Xudan serî hilda. Te li bin her dara şîn, Hezkirina xwe bi îlahên xerîb re belav kir. Te guhdariya dengê min nekir.’” Ev e gotina Xudan. 14 Gotina Xudan ev e: “Ya kurên çivanok, vegerin! Çimkî xweyê we ez im. Ezê yekî ji bajarekî, diduyan jî, ji malbatekê hildim û we bînim Siyonê. 15 Ezê şivanên li gorî dilê xwe bidim we ku bi zanîn û fêmdariyê şivantiya we bikin.” 16 Gotina Xudan ev e: “Çaxê hûn li welêt zêde û berdar bûn, di wan rojan de, wê gel êdî nebêje: ‘Sindoqa Peymana Xudan.’ Wê nekeve hişê wan û neyê bibîranîn. Wê neyê bêrîkirin û dîsa neyê çêkirin. 17 Wê demê wê ji Orşelîmê re bêjin: ‘Textê Xudan.’ Wê hemû milet li wir, bi xatirê navê Xudan li Orşelîmê bicivin û êdî wê nedin pey hişkiya dilê xwe yê xerab. 18 Di wan rojan de wê Mala Cihûda bi Mala Îsraêl re bibe yek û wê bi hev re ji herêma bakur werin wî welatê ku min bi milkî dabû bav û kalên we. 19 “Min di dilê xwe de got: “‘Min çiqas dixwest ku te bi awayekî birûmet bixim nav kurên xwe! Welatê bi dilê her kesî, Mîrasa herî xweş a miletan bidim te.’ “Min wiha jî got: “‘Tê ji min re bêjî: Bavo! Û ji pey min neqetî. 20 Lê belê, çawa ku jinek bi mêrê xwe re bêbextiyê dike, Tu jî bi min re bêbext bûyî, ya Mala Îsraêl.’” Ev e gotina Xudan. 21 Ji ser bilindciyên rût û tazî dengek tê bihîstin, Girî û lavakirina gelê Îsraêl. Çimkî ew ji riya xwe xwarovîçko bûn. Wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir. 22 “Ya kurên çivanok, vegerin! Ezê we ji çivanokiya we baş bikim.” Gel dibêje: “Va ye em hatin ba te, Çimkî Xwedayê me Xudan tu yî. 23 Bi rastî xirecira pûtperestiyê hîle ye Ku ji gir û çiyayan tê. Bi rastî rizgariya gelê Îsraêl, Bi Xwedayê me Xudan e. 24 “Lê ji xortaniya me û vir ve, wan pûtên şermezar, tevahiya keda bav û kalên me, pez û dewar, kur û keçên wan xwarin. 25 Divê em di nav şerma xwe de razên. Bila riswabûna me, me binixême. Çimkî ji xortaniya xwe heta niha, em û bavkalên me, me li dijî Xwedayê xwe Xudan guneh kir. Me guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey