Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 28 - Kurmanji Încîl


Hananyayê pêxemberê derewîn

1 Wê salê, di destpêka padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, di meha pêncan a sala çaran de, Hananyayê Pêxember ê kurê Ezzûrê Gîvonî, li Mala Xudan, li ber kahin û tevahiya gel ji min re got:

2 “Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Min nîrê Padîşahê Babîlê şikand.

3 Di navbera du salan de ezê hemû taximên Mala Xudan ên ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ji vir hilda û bir Babîlê, vegerînim.

4 Ezê Yehoyaxînê kurê Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê û hemû sirgûniyên Cihûdayî yên ku çûne Babîlê dîsa vegerînim.’ Ev e gotina Xudan. ‘Çimkî ezê nîrê Padîşahê Babîlê bişikênim.’”

5 Wê gavê Yêremyayê Pêxember li pêş kahin û tevahiya gelê ku li ber Mala Xudan disekinîn bersiva Hananyayê Pêxember da.

6 Yêremyayê Pêxember got: “Amîn! Bila Xudan bike! Bila Xudan gotinên ku te li ser pêxemberî kir pêk bîne û taximên Mala Xudan û hemû sirgûniyan ji Babîlê vegerîne vir.

7 Lê niha van gotinan bibihîze ku ezê di guhê te û di guhê tevahiya gel de dibêjim:

8 Pêxemberên ku beriya min û beriya te hebûn, gelek sal berê li dijî gelek welat û padîşahiyên mezin li ser şer, kul û belayê pêxemberî dikir.

9 Dema pêxemberek li ser aştiyê pêxemberiyê bike û pêxemberiya wî pêk were, tenê wî çaxî tê zanîn ew pêxemberekî ku Xudan bi rastî şandiye.”

10 Li ser vê yekê Hananyayê Pêxember nîr ji stûyê Yêremyayê Pêxember derxist û şikand.

11 Hananya li pêş tevahiya gel got: “Xudan wiha dibêje: ‘Di navbera du salan de ezê nîrê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ji stûyê hemû miletan bi vî awayî derxim û bişikênim.’” Yêremyayê Pêxember rabû çû.

12 Piştî Hananyayê Pêxember nîrê di stûyê Yêremyayê Pêxember de şikand, gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:

13 “Here ji Hananya re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Te nîrê darîn şikand û di şûna wî de nîrê hesin çêkir!

14 Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Min nîrê hesin xist stûyê van hemû miletan ku xulamiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bikin. Wê esse jê re xulamiyê bikin. Min heywanên çolê jî dan wî.’”

15 Yêremyayê Pêxember ji Hananyayê Pêxember re got: “Hananyayo, guh bide min! Xudan tu neşandî û te kir ku ev gel xwe bispêre derewan.

16 Loma Xudan wiha dibêje: ‘Ezê te ji ser rûyê erdê bişînim. Ji ber ku te li dijî Xudan hînê serhildanê kir, tê îsal bimirî.’”

17 Hananyayê Pêxember di meha heftan a wê salê de mir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan