Yêremya 27 - Kurmanji ÎncîlGelê Cihûda dikeve destê Nebûxadnessarê Padîşah 1 Di destpêka padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ji Xudan ev gotin ji Yêremya re hat. 2 Xudan ji min re wiha got: “Ji xwe re qeyd û nîran çêke û wan deyne ser stûyê xwe. 3 Paşê bi destê qasidên hatine Orşelîmê ba Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê xeber bişîne padîşahên Edom, Moav, Emmon, Sûr û Saydayê. 4 Tu li wan emir bike ku ji xweyên xwe re bêjin: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ji xweyên xwe re wiha bêjin: 5 Yê ku dinya, mirov û heywanên li ser rûyê wê, bi hêza xwe ya mezin û zendê xwe yê dirêjkirî afirand, ez im û ez wê didim kesê di çavê min de rast e. 6 Niha min tevahiya van welatan dan destê xulamê xwe, Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê. Heywanên çolê jî dan wî ku jê re xizmetê bikin. 7 Wê hemû milet jê re, ji kurê wî re û ji kurê kurê wî re xulamiyê bikin, helbet heta roja welatê wî jî were. Piştre wê gelek milet û padîşahên mezin wî bikin koleyê xwe. 8 “‘Heke milet û padîşahî xizmeta Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê neke û stûyê xwe nexe bin nîrê wî, heta ku ez qedandina wan bi destê wî tînim, ezê wî miletî bi şûr, kul û xelayê ceza bikim.’” Ev e gotina Xudan. 9 “‘Divê hûn guhdariya pêxember, falbaz, sêrbaz û kesên xewnan dibînin nekin ku ji we re dibêjin: Xulamiya Padîşahê Babîlê nekin! 10 Çimkî ew ji we re pêxemberiya derewîn dikin. Encama wê pêxemberiyê ev e: Hûnê ji ser welatê xwe bên dûrkirin. Ezê we bajom û hûnê tune bibin. 11 Lê ezê her miletê ku wê stûyê xwe bixe bin nîrê Padîşahê Babîlê û xulamiya wî bike, li ser welatê wî bihêlim. Wê ew milet axa xwe bajo û lê bimîne.’” Ev e gotina Xudan. 12 Min tevahiya van gotinan ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re got: “Stûyê xwe bixin bin nîrê Padîşahê Babîlê. Xulamiya wî û gelê wî bikin ku hûn sax bimînin. 13 Jixwe Xudan ji her miletê ku xulamiya Padîşahê Babîlê nake re gotiye. Ma tu û gelê xwe hûnê bi şûr, kul û xelayê çima bimirin?! 14 Guhdariya gotinên pêxemberan nekin ku ji we re dibêjin: ‘Xulamiya Padîşahê Babîlê nekin.’ Çimkî ew ji we re pêxemberiya derewîn dikin. 15 Çimkî gotina Xudan ev e: ‘Min ew neşandine. Ew bi navê min pêxemberiya derewîn dikin. Encama wê pêxemberiyê ev e: Ezê we bajom û hûnê tevî pêxemberên ku ji we re pêxemberiyê dikin, tune bibin.’” 16 Wê gavê min ji kahin û tevahiya vî gelî re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Hûn guh nedin gotinên pêxemberên ku ji we re dibêjin: Va ye, taximên li Mala Xudan wê ji Babîlê zû bên anîn. Çimkî ew pêxemberiya derewîn dikin. 17 Guhdariya wan nekin. Xulamiya Padîşahê Babîlê bikin û sax bimînin. Ev bajar ji bo çi wêran bibe? 18 Heke ew bi rastî pêxember in û gotina Xudan bi wan re ye, bila ji Xudanê Karîndar lava bikin ku taximên li Mala Xudan, li qesra Padîşahê Cihûdayê û li Orşelîmê mane, neçin Babîlê.’ 19 “Çimkî Xudanê Karîndar li ser stûn, binik, hewiz û taximên din ên li vî bajarî mane 20 ku dema Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê kurê Yehoyaqîm bi hemû pêşengên Cihûda û Orşelîmê re sirgûnê Babîlê kir, êdî gotiye. 21 Erê, Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar li ser taximên li Mala Xudan, li qesra Padîşahê Cihûdayê û li Orşelîmê mane wiha dibêje: 22 ‘Wê ev taxim herin Babîlê û heta roja ku ezê bala xwe bidim wan, wê li wir bimînin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê gavê ezê wan derxim û vegerînim vî cihî.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey