Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 26 - Kurmanji Încîl


Daxwaza kuştina Yêremyayê Pêxember

1 Di destpêka padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ev gotin ji Xudan hat û got:

2 “Xudan wiha dibêje: ‘Li hewşa Mala Xudan bisekine û ji hemû kesên ku bajarên ji Cihûdayê tên Mala Xudan ku biperizin re bêje. Hemû gotinên ez li te emir dikim, ji wan re bêje. Gotinekê kêm neke.

3 Belkî hemû guhdar bin û ji riya xwe ya xerab vegerin ku ez jî fikra xwe biguherînim û xerabiyê pêk neyînim ku ji bo kirinên wan ên xerab, min pîlan kiribû ku bînim serê wan.

4 Tê ji wan re bêjî: Xudan wiha dibêje: Heke hûn guhdariya min nekin, di Şerîeta min daye ber we de nemeşin

5 û guh nedin gotinên xulamên min ên pêxember ên ku min gelek caran ji we re şandin, jixwe hûn guh nadin wan,

6 wî çaxî ezê vê malê bikim wekî Şîloyê û ji bo tevahiya miletên dinyayê vî bajarî bikim naletî.’”

7 Kahin, pêxember û tevahiya gel ev gotin bihîst ku Yêremya li Mala Xudan got.

8 Gava Yêremya hemû gotinên ku Xudan lê emir kiribûn, gotin û qedandin, kahinan, pêxemberan û tevahiya gel ew girt û got: “Divê tu bimirî!

9 Te çima bi navê Xudan pêxemberî kir û got: ‘Wê ev Mal bibe wekî Şîloyê, ev bajar wêran bibe û bêkes bimîne’?!” Wî çaxî tevahiya gel li Mala Xudan bi ser serê Yêremya ve hêwirî.

10 Gava serekên Cihûdayê ev yek bihîst, ji qesrê derketin, çûn Mala Xudan û li ber devê Dergehê Nû yê Mala Xudan rûniştin.

11 Wî çaxî kahin û pêxemberan ji serekan û ji tevahiya gel re got: “Ev zilam mirin heq kir. Çimkî çawa ku we bi guhê xwe bihîst, wî li dijî vî bajarî pêxemberî kir.”

12 Li ser vê yekê Yêremya ji hemû serekan û tevahiya gel re got: “Xudan ez şandim ku tevahiya van gotinên pêxemberiyê yên li dijî vê Perestgehê û vî bajarî bêjim û hûn bibihîzin.

13 Niha rê û kirinên xwe rast bikin û guh bidin dengê Xwedayê xwe Xudan. Wî çaxî wê Xudan jî fikra xwe biguherîne û pêk neyîne ku xerabiya ku gotibû wê bîne serê we.

14 Lê ez di destê we de me. Ya ku li ber çavê we baş û qenc e bi min bikin.

15 Lê baş bizanibin, heke hûn min bikujin, hûnê xwîna bêsûcekî bixin ser xwe û ser vî bajarî û şêniyên wî. Çimkî bi rastî jî, ji bo ez tevahiya van gotinan ji we re bêjim, Xudan ez şandim ba we.”

16 Wî çaxî serek û tevahiya gel, ji kahin û pêxemberan re got: “Ji bo vî zilamî biryara mirinê nabe, çimkî bi navê Xwedayê me Xudan ji me re got.”

17 Îcar ji rîspiyên gel çend kes rabûn û ji tevahiya civata gel re got:

18 “Di rojên Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, Mîxayê Moreşetî pêxemberî kir û ji tevahiya gelê Cihûda re got: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: “‘Wê Siyon wekî zeviyekê bê ajotin Û Orşelîm bibe şikêra keviran. Wê çiyayê Mala Xudan bibe girê daran.’

19 “Ma Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê û gelê Cihûda ew kuşt?! Qey ew ji Xudan netirsiyan, li hizûrê wan lavayî Xudan nekir? Loma Xudan fikra xwe guhert û xerabiya ku gotibû ezê bînim serê wan, pêk nehat. Lê niha em bixwe belayeke mezin tînin serê xwe.”


Yehoyaqîmê Padîşah Ûriyayê Pêxember dikuje

20 Zilamekî din ê ku li navê Xudan pêxemberî dikir hebû: Ji Qîryat-Yearîmê Ûriyayê kurê Şemaya. Wî jî li gorî hemû peyvên Yêremya li dijî vî bajarî û vî welatî pêxemberî kir.

21 Yehoyaqîmê Padîşah û hemû mêrxas û fermandarên wî gotinên wî bihîstin. Padîşah xwest wî bikuje, lê Ûriya ev yek bihîst, tirsiya û reviya çû Misrê.

22 Li ser vê yekê Yehoyaqîmê Padîşah zilam şandin Misrê: Êlnatanê kurê Exbor û kesên din.

23 Wan Ûriya ji Misrê deranî û ew anî ba Yehoyaqîm. Wî ew bi şûr kuşt û laşê wî avêt goristana gel.

24 Lê Ahîqamê kurê Şafan, Yêremya parast û ji bo ku wî nekujin, neda destê gel.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan