Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 25 - Kurmanji Încîl


Pêxemberiya sirgûniya heftê salan

1 Di sala çaran a Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ku yeksaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bû, gotina Xudan li ser tevahiya gelê Cihûda ji Yêremya re hat.

2 Yêremyayê Pêxember ji tevahiya gelê Cihûda û tevahiya şêniyên Orşelîmê re wiha got:

3 “Ev bîst û sê sal in, ji sala sêzdehan a Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê kurê Amon heta îro, gotina Xudan ji min re tê û min gelek caran ji we re got, lê we guhdarî nekir.

4 “Xudan gelek caran hemû xulamên xwe yên pêxember ji we re şandin, lê we guhdarî nekir û guh neda wan.

5 Wan ji we re got: ‘Bila niha tevahiya we dev ji rê û karên xwe yên xerab berdin ku hûn li welatê xwe bijîn ku Xudan ji berê ve û heta hetayê daye we û bav û kalên we.

6 Nedin pey îlahan. Ji wan re xulamiyê nekin û li ber wan deverû neçin erdê. Bi karên destê xwe min hêrs nekin ku ez xerabiyê bi we nekim.’”

7 Gotina Xudan ev e: “Lê we guh neda min. Bi vî awayî bi karên destê xwe we ez hêrs kirim û we zirar kir.”

8 Loma Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Ji ber ku we guhdariya gotina min nekir,

9 va ye ezê bişînim pey hemû miletên bakur.” Ev e gotina Xudan. “Ezê bişînim pey xulamê xwe Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê jî û wan li dijî vî welatî, hemû şêniyên wî û hemû miletên derdorê rakim. Ezê wan bi tevahî tune bikim. Ezê wan bikim mijara sawê û fîkandinê. Wê bibe xirbeyeke herheyî.

10 Ezê dengê kêf û şahî, dengê bûk û zavê, dengê destêr û ronahiya qendîla wan tune bikim.

11 Wê tevahiya vî welatî bibe xirbe û wêrane. Wê ev milet heftê salan ji Padîşahê Babîlê re xulamiyê bike.

12 “Lê piştî heftê sal temam bû, ezê ji ber xerabiya wan Padîşahê Babîlê û miletê wî ceza bikim.” Ev e gotina Xudan. “Ezê welatê Kildaniyan bikim wêraneyeke herheyî.

13 Ezê hemû gotinên xwe yên ku min li dijî wî welatî gotine, hemû tiştên di vê nivîsê de hatine nivîsandin ku Yêremya li dijî hemû miletan pêxemberî kir, bînim serê vî welatî.

14 Çimkî wê gelek milet û padîşahên mezin wan ji xwe re bikin kole. Ezê li gorî kar û kirinên destê wan bergîdana wan bidim.”


Kasa xezeba Xwedê

15 Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan ji min re wiha got: “Tu vê kasa şeraba xezebê ji destê min hilde û bi hemû miletên ku ezê te bişînim ba wan bide vexwarin.

16 Wê vexwin û bişewişin û ji ber şûrê ku ezê bişînim nav wan, wê dîn bibin.”

17 Wê gavê min kas ji destê Xudan stand û bi hemû miletan da vexwarin ku Xudan ez şandim ba wan.

18 Bi vî awayî çawa ku îro dibe, Orşelîm, bajarên Cihûdayê, padîşahên wê û serekên wê bûn wêrane û sedemên fîkandin û naletkirinê.

19 Herwiha Padîşahê Misrê Firewn, xulam, serek û hemû gelê wî,

20 xerîbên li Misrê, hemû padîşahên welatê Ûsê, hemû padîşahên welatê Filîstiyan –Aşqelon, Xeza, Eqron û saxmayiyên Aşdodê–

21 Edom, Moav, Emmon,

22 hemû padîşahên Sûrê, hemû padîşahên Saydayê, padîşahên keviyên deryayê,

23 Dedan, Têma, Bûz û hemû kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin,

24 hemû padîşahên Erebistanê, hemû padîşahên miletên xerîb ên ku li beriyê rûdinin,

25 hemû padîşahên Zîmriyê, hemû padîşahên Elamê, hemû padîşahên Medan,

26 hemû padîşahên bakur ên dûr û nêzîk, yek bi yek û hemû padîşahên li ser rûyê erdê da vexwarin. Wê Padîşahê Şêşaxê jî piştî wan vexwe.

27 “Tê ji wan re bêjî: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Vexwin, serxweş bibin û vereşin. Ji ber şûrê ku ezê bişînim nav we bikevin û ranebin.’

28 Heke ew nexwazin kasê ji destê te hildin û vexwin, tê ji wan re bêjî: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Hûnê esse vexwin!

29 Va ye, ez belayê bi ser bajarê ku bi navê min tê gazîkirin ve tînim. Ma hûnê qet bêceza bimînin? Hûnê bêceza nemînin, çimkî ez bi ser hemû şêniyên dinyayê ve gazî şûr dikim.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.

30 “Loma li ser wan pêxemberiyê bike û tevahiya van gotinan ji wan re bêje: “‘Wê Xudan ji jor ve bike himîn, Ji warê xwe yê pîroz deng bide. Erê, wê li dijî hevşiyê xwe bike himîn Û wekî kesên tirî diguvêşin, Li dijî tevahiya şêniyên dinyayê bike qîrîn.

31 Wê şingînî bigihîje binê dinyayê, Çimkî doza Xudan bi miletan re heye. Wê hemû beşerê darizîne. Wê xeraban teslîmî şûr bike.’” Ev e gotina Xudan.

32 Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Va ye, bela ji miletan derbasî miletên din dibe, Ji binê dinyayê babelîska mezin radibe.”

33 Wê kuştiyên Xudan ên wê rojê ji serê dinyayê heta binê dinyayê bin. Wê neyên şînkirin, civandin û veşartin. Wê li ser erdê bibin zibil.

34 Şivanno, bizarin! Bikin hewar! Ya xweyên pêz, xwe li erdê gêr bikin! Çimkî roja serjêbûn û belavbûna we hat! Hûnê wekî taximekî hêja bikevin û perçe bin.

35 Wê cihê reva şivanan tunebe, Filitîna xweyên pêz nema.

36 Va ye! Hewara şivanan Û zarîna xweyên pêz tê! Çimkî Xudan mêrgên wan xera dike.

37 Ji ber hêrsa Xudan a dijwar, Hevşiyên ewlehiyê xera bûn.

38 Wekî şêrê ciwan, Wî dev ji hewinga xwe berda. Çimkî ji ber şûrê zordar Û hêrsa wî ya dijwar, Welatê wan bû wêrane.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan