Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 24 - Kurmanji Încîl


Du selik hejîr

1 Piştî ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê kurê Yehoyaqîm, serekên Cihûdayê, hoste û hesinkaran ji Orşelîmê sirgûn kirin û ew birin Babîlê, Xudan du selik hejîrên ku danîne pêş Perestgeha Xudan nîşanî min da.

2 Di selikekê de hejîrên beriya havînê hebûn ku pir baş bûn. Lê di selika din de hejîrên pir xerab hebûn ku nedihatin xwarin.

3 Xudan ji min re got: “Yêremyayo, tu çi dibînî?” Min got: “Hejîran. Ên baş pir baş in, ên xerab jî pir xerab in ku nayên xwarin.”

4 Gotina Xudan ji min re hat û got:

5 “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Wekî van hejîrên baş, ezê sirgûniyên Cihûdayî yên ku min ji vir şandine welatê Kildaniyan baş bihesibînim.

6 Wê çavê min, ji bo qencî li ser wan be û ezê wan careke din bînim vî welatî. Ezê wan ava bikim û hilneweşînim. Ezê wan daçikînim û ji kokê ranekim.

7 Ezê dilekî bidim wan ku fêm bikin ez Xudan im. Wê gelê min bin û ezê Xwedayê wan bim. Çimkî wê bi hemû dilê xwe li min vegerin.’”

8 “Xudan wiha dibêje: ‘Lê ezê bi Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û serekên wan, saxmayiyên Orşelîmê yên li vî welatî dimînin û yên li welatê Misrê rûdinin re, wekî bi van hejîrên xerab re tevbigerim ku ji bo xerabûna wan nayên xwarin.

9 Ezê wan di çavê hemû padîşahiyên dinyayê de bikim mijara saw û şermê. Wê li her cihê ku min ew sirgûn kirin, bibin mijar û meseloka tinazkirinê û naletkirinê.

10 Heta ku ew ji ser axa ku min da wan û bav û kalên wan bi tevahî tune bin, ezê şûr, kul û xelayê bînim ser wan.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan