Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 23 - Kurmanji Încîl


Guliyê rast

1 “Wey li wan şivanên ku pezê mêrga min tune dikin û ji hev belav dikin!” Ev e gotina Xudan.

2 Xwedayê Îsraêl Xudan ji şivanên ku rêberiya gelê min dikin re wiha dibêje: “Kesên keriyê min belav kir û ajot, hûn in! We destê xwe dirêjî wan nekir. Lê ezê ji bo karên we yên xerab, destê xwe li dijî we rakim!” Ev e gotina Xudan.

3 “Ezê saxmayiyên pezê xwe ji hemû welatên ku min ew ajotibûnê, bidim hev. Ezê dîsa wan vegerînim ser mêrgê wan û wê zêde û berdar bin.

4 Ezê şivanên ku rêberiya wan dikin ji wan re kifş bikim û wê êdî netirsin û neşikên. Wê yek ji wan jî kêm nebe.” Ev e gotina Xudan.

5 “Va ye, roj tên Ku ezê ji bo Dawid guliyekî rast rakim.” Ev e gotina Xudan. “Wê wekî padîşahekî serweriyê bike. Wê bi şehrezayî tevbigere Û li welêt rastî û edaletê pêk bîne.

6 Di rojên wî de wê Cihûda rizgar bibe Û Îsraêl di ewlehiyê de rûne. Wê bi vî navî gazî wî bikin: ‘Xudan rastiya me ye.’”

7 Gotina Xudan ev e: “Loma roj tên ku wê êdî tu kes nebêje: ‘Bi navê Xudanê Jîndar ê ku gelê Îsraêl ji welatê Misrê deranî.’

8 Lê wê bêjin: ‘Bi navê Xudanê Jîndar ê ku ziriyeta Mala Îsraêl ji herêma bakur û hemû welatên ku ew ajotibûnê, vegerand.’” Îcar wê li ser axa xwe rûnin.


Pêxemberên derewkar ên Cihûdayê

9 Li ser pêxemberan: Dilê min şikest, hemû hestiyên min sist bûn. Ji ber Xudan û gotinên wî yên pîroz, Ez bûm wekî zilamekî serxweş, Wekî zilamekî şerabê ew têk birî.

10 Çimkî welat bi zinakaran tije bû. Ji ber naletê welat şînê dike, Mêrgên çolê ziwa bûn. Riya wan şaş e, Hêza wan ji bo neheqiyê ye.

11 “Pêxember jî, kahin jî xwedênenas in, Min li Mala xwe jî xerabiya wan dît.” Ev e gotina Xudan.

12 “Loma wê riya wan wekî riyeke şemitok be. Wê ber bi taristanê ve bêne ajotin, biterpilin û bikevin. Çimkî ezê di sala cezakirina wan de Felaketê bi ser wan de bînim.” Ev e gotina Xudan.

13 “Min di nav pêxemberên Sameryayê de ev kirêtî dît: Wan bi navê Baal pêxemberî kir Û gelê min Îsraêl averê kir.

14 Lê min di nav pêxemberên Orşelîmê de tiştekî bi tirs û saw jî dît! Zinayê dikin û didin pey derewan. Ew destê xeraban xurt dikin Ku tu kes dev ji xerabiyên xwe bernede. Hemû ji min re bûn wekî Sodomê, Şêniyên Orşelîmê bûn wekî Gomorayê.”

15 Loma Xudanê Karîndar li dijî pêxemberan wiha dibêje: “Ezê giyayê tehl bi wan bidim xwarin Û ava jehrî bi wan bidim vexwarin. Çimkî ji pêxemberên Orşelîmê Xwedênenasî li seranserê welêt belav bû.”

16 Loma Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Guh nedin gotinên pêxemberên Ku ji we re pêxemberiyê dikin. Ew we dixapînin! Ne gotinên ji devê Xudan, Lê dîtiniyên dilê xwe dibêjin.

17 Hergav ji kesên min kêm dibînin re dibêjin: ‘Xudan dibêje: Wê qencî li ser we be!’ Ew ji wan kesan re dibêjin Ku ketine pey serhişkiya dilê xwe: ‘Wê xerabî bi ser we de neyê!’

18 Gelo kî li dîwana Xudan sekinî Ku gotinên wî bibihîze û fêm bike? Kî gotina wî bihîst û guhdarî kir?

19 Va ye, bagera Xudan! Xezeba wî rabûye, Bahoza wî dizivire. Wê di serê xeraban de biteqe.

20 Heta ew armancên dilê xwe bike û pêk bîne, Wê hêrsa Xudan danekeve. Hûnê di rojên pêş de vê yekê baş fêm bikin.

21 Min ev pêxember neşandin, Lê ew ji ber xwe rabûne. Ez bi wan re nepeyivîm, Lê wan bi xwe pêxemberî kir.

22 Heke ew li dîwana min bisekiniyana, Wê gotinên min bigihandana gelê min. Wê wan ew ji riyên wan ên xerab Û ji karên wan ên şaş bidana alî.”

23 Gotina Xudan ev e: “Ez Xwedê me! Ma tenê ji nêz ve, lê ji dûr ve jî ez ne Xwedê me?

24 Gelo kesek dikare xwe li dera dizî veşêre Ku ez wî nebînim?” Ev e gotina Xudan. “Ma erd û ezmanan ne ez dadigirim?” Ev e gotina Xudan.

25 “Min gotinên pêxember bihîstin ku bi navê min pêxemberiya derewîn dikin. Ew dibêjin: ‘Min xewn dît, min xewn dît!’

26 Heta kengê! Wê dilê pêxemberên ku bi derew û hîlekarî pêxemberiyê dikin tu caran venegere?!

27 Ew bi xewnên ku ji hev re dibêjin, dixwazin navê min bi gelê min bidin jibîrkirin, çawa ku bav û kalên wan ji bo Baal navê min jî, ji bîr kir.

28 Pêxemberê ku xewna wî heye, bila xewna xwe bêje. Lê yê ku gotina min pê re ye, bila bi dilsozî gotina min bêje. Ma li ba genim, ka çi ye?” Ev e gotina Xudan.

29 “Ma gotina min ne wekî êgir, ne wekî çakûç e ku zinaran perçe dike?” Ev e gotina Xudan.

30 Gotina Xudan ev e: “Loma va ye! Ez li dijî pêxemberan im ku gotinên min ji hev didizin.”

31 Gotina Xudan ev e: “Va ye! Ez li dijî pêxemberan im ku zimanê xwe didin xebatê û dibêjin: ‘Gotina Xudan ev e.’

32 Ez li dijî wan pêxemberan im ku bi xewnên derewîn pêxemberiyê dikin.” Ev e gotina Xudan. “Tevî ku min ew neşandine û hînî wan nekiriye, ew derew û pesindanên xwe yên pûç bi gelê min didin zanîn û wan ji rê derdixin. Tu feydeyeke wan ji vî gelî re tuneye.” Ev e gotina Xudan.

33 “Gava vî gelî, pêxemberekî yan kahinekî ji te pirsa kir û got: ‘Ka peyama Xudan çi ye’ Ji wan re bêje: ‘Kîjan peyam?’ Ezê we ji ser serê xwe bavêjim.” Ev e gotina Xudan.

34 “Herwiha kesên ji vî gelî, pêxember an kahinekî ku dibêjin: ‘Peyama Xudan ev e,’ ezê wî kesî tevî maliyên wî ceza bikim.

35 Her yekî ji we ji bira û cîranê xwe re bibêje: ‘Xudan çi bersiv da?’ û ‘Xudan çi got?’

36 Lê êdî hûnê behsa peyama Xudan nekin, çimkî wê gotina her kesî bibe peyama wî. Hûn gotinên Xwedayê me yê ku Xwedayê Jîndar û Xudanê Karîndar e, diguherin.

37 Hûnê ji pêxemberan re jî wiha bibêjin: ‘Xudan çi bersiv da’ û ‘Xudan çi got?’”

38 Gotina Xudan ev e: “Lê heke hûn behsa peyama Xudan bikin, ji ber ku gava min hûn şandin û ji we re got: ‘Hûnê nebêjin: Peyama Xudan,’ we behsa peyama Xudan kir,

39 wê gavê ezê esse we bi tevahî ji bîr bikim û we û bajarê min da we û bav û kalên we ji hizûra xwe bavêjim.

40 Ezê şermeke herheyî û riswabûneke her û her bînim ser we ku neyê jibîrkirin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan