Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 22 - Kurmanji Încîl

1 Xudan wiha dibêje: “Rabe here qesra Padîşahê Cihûdayê û li wê derê vê gotinê bêje.

2 Bêje: ‘Ya Padîşahê Cihûdayê ku li ser textê Dawid rûdine! Tu, gel û xulamên te, hûn hemû kesên di van dergehan de dikevin hundir, gotina Xudan bibihîzin!

3 Xudan wiha dibêje: Bi edalet û rastiyê tevbigerin. Kesê hatiye şelandin ji destê zordar rizgar bikin. Li xerîb, sêwî û jinebiyan neheqî û zordariyê nekin. Li vê derê xwîna bêsûcan nerijînin.

4 Heke hûn bi rastî vê gotinê pêk bînin, wê padîşahên li ser textê Dawid li ser erebeyên şer û hespên xwe, tevî gel û xulamên xwe, di dergehên vê qesrê re derbas bibin.’”

5 Gotina Xudan ev e: “‘Lê heke hûn guhdariya vê yekê nekin, ez bi navê xwe sond dixwim ku wê ev qesir wêran bibe.’”

6 Çimkî li dijî maliyên Padîşahê Cihûdayê Xudan wiha dibêje: “Tu ji min re wekî Gîladê yî, Wekî bilindciyên Lubnanê yî. Lê ezê bi rastî te bikim berî û bajarên bêkes.

7 Ezê li dijî te xerabkaran amade bikim Ku çekê her yekî di destê wî de ye. Wê darên te yên sedrê yên bijare jêkin Û bavêjin nava êgir.

8 “Wê gelek milet di vî bajarî re derbas bibin û ji hev re bêjin: ‘Çima Xudan ev anî serê vî bajarê mezin?’

9 “Wê wiha lê vegerînin: ‘Çimkî wan dev ji peymana Xwedayê xwe Xudan berda. Ew perizîn îlahan û xulamiya wan kir.’”


Gotina li ser Şallûmê Padîşah

10 Ji bo kesê mirî negirîn û şînê nekin, Lê ji bo kesê bi rê bikeve bi dilşewatî bigirîn. Wê careke din venegere û welatê xwe nebîne.

11 Çimkî Xudan li ser Şallûmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê ku di şûna bavê xwe de bûye padîşah û ji wî welatî hatiye anîn, wiha dibêje: “Wê careke din venegere.

12 Wê li dera wan ew sirgûn kiriye bimire û careke din vî welatî nebîne.


Gotina li ser Yehoyaqîmê Padîşah

13 “Wey li wî mirovî Ku qesra xwe bi nerastiyê Û odeyên xwe yên li jorê bi neheqiyê ava dike, Cîranê xwe bêpere dide xebatê Û heqdestê wî nadê.

14 Wey li mirovê dibêje: ‘Ezê ji xwe re qesreke mezin Û odeyên jor ên berfireh çêkim,’ Jê re pencereyan vedike, Bi dara sedrê kiras dike Û bi rengê sor boyax dike!

15 “Qey tu bi berebaziya gelek darên sedrê, Xwe padîşah dihesibînî? Ma bavê te xwar, vexwar Û rastî û edalet pêk neanî? Loma qencî pê hat kirin.

16 Wî li doza hejar û bindestan nêrî, Loma karên wî rast çûn. Ma naskirina min ne ev e?” Ev e gotina Xudan.

17 “Lê çav û dilê te tenê li ser qezenca neheq e. Tu li pey rijandina xwîna bêsûcan, Neheqî û zordestiyê dikevî.”

18 Loma Xudan li ser Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê wiha dibêje: “Wê tu kes li ser wî şînê neke û nebêje: ‘Wax birayo! Wax xwişkê!’ Wê tu kes şînê neke û nebêje: ‘Wax xweyo! Wax heşmeta wî!’

19 Wê wî kaş bikin, Ji dergehên Orşelîmê bavêjin derve Û çawa ku kerekî tê veşartin, wê bê veşartin.


Gotina li ser Orşelîmê

20 “Rabe here Lubnanê û bike hewar! Li Başanê dengê xwe hilde! Li Evarîmê bike hewar! Çimkî hemû yarên te şikestin.

21 Gava tu di bêxemiyê de bûyî, Ez bi te re peyivîm, Lê te digot: ‘Ez guh nadim.’ Ji ciwaniyê ve tu wiha bûyî, Te guhdariya dengê min nekir.

22 Wê ba hemû şivanên te bajo û bibe Û yarên te herin sirgûnê. Tê ji ber hemû xerabiya xwe, Rezîl û riswa bibî.

23 Ya şêniyê Lubnanê Ku mala te ji darên sedrê ava kiriye! Gava êş û jan te bigire, Tê wekî jina zaro tîne, biêşî û binalî!”


Gotina li dijî Yehoyaqîmê Padîşah

24 Gotina Xudan ev e: “Ya Yehoyaxînê kurê Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê! Ez serê xwe bikim, tu li ser destê min ê rastê gustîla morê jî bî, ezê dîsa jî te ji wir derxim.

25 Ezê te bidim destê Nebûxadnessar û Kildaniyên li pey kuştina te ne ku tu ji wan ditirsî.

26 Ezê te û dayika te ya ku tu jê çêbûyî bavêjim welatekî wisa ku hûn herdu jî li wir çênebûne. Hûnê li wir bimirin.

27 Hûnê careke din venegerin wî welatî ku hesreta we ye.”

28 Ev e Yehoyaxîn?! Ev dîzika bêqedir şikestî, Ev tasa ku ne bi dilê kesî ye, ew e?! Çima ew û ziriyeta wî hatin avêtin Û çûn welatekî nas nakin?

29 Ya welato! Welato! Welato! Gotina Xudan bibihîze!

30 Xudan wiha dibêje: “Vî zilamî wekî kesekî bêzarok binivîsin ku qet bi ser neketiye. Ku wê qet bi ser nekeve. Çimkî wê kesekî ji ziriyeta wî bi ser nekeve, Wê li ser textê Dawid rûnene Û li Cihûdayê serweriyê neke.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan