Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 21 - Kurmanji Încîl


Daxwaza Sîdqiyayê Padîşah tê redkirin

1 Gava Sîdqiyayê Padîşah, Paşxûrê kurê Malkiya û Sefanyayê Kahinê kurê Maesêya şandin ba Yêremya, gotina Xudan jê re hat û got:

2 “Ji kerema xwe, ji bo me ji Xudan şîretê bixwaze. Çimkî Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê li dijî me şer dike. Belkî Xudan ji bo me kerameteke xwe pêk bîne ku Nebûxadnessar ji me dûr bibe.”

3 Yêremya ji wan re got: “Ji Sîdqiya re wiha bêjin:

4 ‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ezê çekên şer ên destê we ku we li dijî Padîşahê Babîlê û Kildaniyên li derveyî sûran dor li we pêçabûn bi kar anîn, li we bizivirînim û wan li nav vî bajarî bicivînim.

5 Ezê dest û zendê xwe yê hêzdar li dijî we rakim û bi hêrs û kela xezeba xwe ya dijwar şerê we bikim.

6 Ezê li şêniyên bajêr, hem li mirovan hem jî li heywanan bixim. Wê bi kula mezin bimirin.’”

7 Gotina Xudan ev e: “‘Paşê ezê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê, xulamên wî û hemû kesên bajêr ên ku ji ber kul, şûr û xelayê sax mane, bidim destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û dijminên pey kuştina wan. Wê hemûyan bide ber şûran, canê wan nebexişîne, li ber wan nekeve û rehmê nîşanî wan nede.’

8 “Herwiha tê ji vî gelî re wiha bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Va ye, ez riya jiyanê û riya mirinê datînim ber we.

9 Hemû kesên li vî bajarî bimînin, wê bi şûr, kul û xelayê bimirin. Lê kesê here teslîmî Kildaniyên dor li bajêr dipêçe bibe, wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên.

10 Min ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê berê xwe da vî bajarî.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê ev bajar bikeve destê Padîşahê Babîlê û wê ew bajêr bişewitîne.’”


Gotina ji Mala Dawid re

11 Ji qesra Padîşahê Cihûdayê re bêje: “Gotina Xudan bibihîzin!

12 Ya Mala Dawid, Xudan wiha dibêje: “‘Her sibe edaletê pêk bînin, Kesê hatiye şelandin ji destê zordaran rizgar bikin. Yan na, ji ber xerabiya karên we Wê xezeba min wekî êgir rabe û bişewitîne. Wê kesê bitefîne tunebe.

13 Va ye, ez li dijî te me, Orşelîma li jorê newalê, zinarê li deştê.’” Ev e gotina Xudan. “‘Hûn ên ku dibêjin: Kî dikare bi ser me de were? Kî dikare bikeve warên me?

14 “‘Ezê we li gorî berê karê we ceza bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê li daristana bajêr agirekî wisa pêxim Ku hemû derdora wî dadiqurtîne.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan