Yêremya 20 - Kurmanji ÎncîlYêremyayê Pêxember û Paşxûrê Kahin 1 Paşxûrê Kahinê kurê Îmmêr ê ku Serpeywirdarê Mala Xudan bû bihîst ku Yêremya bi vî awayî pêxemberiyê dike. 2 Wî li Yêremyayê Pêxember xist û bi singî ve girê da ku li Dergehê Binyamînê yê jorîn ê Mala Xudan bû. 3 Dotira rojê Paşxûr Yêremya ji singî berda. Wî ji Paşxûr re got: “Xudan navê te ne Paşxûr, lê Magor-Mîsavîv danî. 4 Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Va ye ezê te ji bo te û ji bo hemû dostên te bikim saw. Tê bi çavên serê xwe bibînî ku hemû hevalên te bi şûrê dijmin dikevin. Ezê tevahiya Cihûdayê bidim destê Padîşahê Babîlê. Wê wan sirgûnî Babîlê bike û bide ber şûran. 5 Ezê hemû dewlemendiya vî bajarî, hemû hatina wî, tiştên wî yên hêja û xezîneyên padîşahên Cihûdayê bidim destê dijminên wan. Wê wan talan bikin û bibin Babîlê. 6 Paşxûro! Tu û hemû mala te, hûnê jî herin sirgûnê. Tu û hemû dostên te ku te ji wan re pêxemberiya derewîn kiriye, hûnê herin Babîlê, li wir bimirin û bên veşartin.’” Gazina Yêremyayê Pêxember 7 Ya Xudan, te ez xapandim û ez xapiyam. Tu ji min hêzdartir î û te ez têk birim. Tevahiya rojê ez bûm pêkenok, Her kes bi min tinazan dike. 8 Gava ez dipeyivim, ez dikim hewar, Ez diqîrim û dibêjim: “Zordarî û zordestî!” Çimkî ji bo min gotina Xudan, Tevahiya rojê bû tinaz û riswatî. 9 Heke ez bêjim: “Ezê wî bi bîr neyînim, Ezê êdî bi navê wî nepeyivim,” Tiştekî ku di hestiyên min de hatibû girtin, Di dilê min de wekî êgir pê dikeve. Ez bi ragirtina xwe westiyam, Êdî nikarim ragirim. 10 Min pistepista gelek kesan bihîst. Dibêjin: “Li her derê saw heye! Giliyê wî bikin! Emê jî bikin!” Hemû kesên min xwe spartiye wan, Li benda terpilîna min in. Dibêjin: “Belkî bixape û em wî têk bibin, Wê gavê heyfa xwe jê bistînin.” 11 Lê Xudan wekî şervanekî dijwar bi min re ye. Loma wê kesên li pey min biterpilin û bi ser nekevin. Ji ber ku ew bi ser nekevin, wê gelekî şermezar bibin. Wê rezîlbûna wan her û her neyê jibîrkirin. 12 Ya Xudanê Karîndar! Yê ku rastan diceribîne Û dil û ramanan dibîne, tu yî! Rabe, heyfa ku tê ji wan bistînî, bibînim, Çimkî ez doza xwe datînim pêşberî te. 13 Stranan ji Xudan re bêjin! Pesnê Xudan bidin! Çimkî wî canê hejaran Ji destê xeraban rizgar kir. 14 Nalet li wê rojê bê ku ez çêbûm, Bila bereket li wê rojê nebe Ku ez ji diya xwe bûm. 15 Bila nalet li wî mirovî bê Ku mizgînî da bavê min, Gelekî şa kir û got: “Kurek ji te re bû!” 16 Bila ew mirov bibe wekî wan bajaran Ku Xudan li ber neket û ew hilweşandin. Bila ew serê sibê hewar Û nava rojê qîrînên şer bibihîze. 17 Çimkî wî ez di zikê diya min de nekuştim. Wî çaxî wê diya min bibûya gora min Û malzaroka wê herheyî bi zaro bima. 18 Çima ez ji zikê diya xwe derketim? Ji bo kul û kederê bibînim Û rojên xwe bi riswabûnê derbas bikim?! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey