Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 2 - Kurmanji Încîl


Dadbarkirina gelê Îsraêl

1 Gotina Xudan ji min re hat û got:

2 “Here û li gelê Orşelîmê biqîre û bibêje: ‘Xudan wiha dibêje: “‘Dilsoziya ciwaniya xwe, Hezkirina bûkaniya xwe Û çawa ku li beriyê, li warê beyar Te da pey min ji bîr nakim.

3 Gelê Îsraêl ji Xudan re veqetandî ye, Berhema pêşî yê dirûna wî ye. Hemû kesên jê xwar, sûcdar bûn, Bi ser wan de bela dihat.’” Ev e gotina Xudan.

4 Ya mala Aqûb! Ya hemû eşîrên Mala Îsraêl! Gotina Xudan bibihîzin!

5 Xudan wiha dibêje: “Bav û kalên we çi neheqî li ba min dît Ku ji min dûr ketin? Wan da pey tiştên pûç û vala û ew bi xwe pûç bûn.

6 Wan negot: ‘Xudan li ku ye Ku em ji welatê Misrê deranî? Ka Yê ku li beriyê, Li warê çal û beyaran, Li dera ziwa û taristana kûr, Li diyarê ku tu kes tê re derbas nedibû Û tu mirov lê nedima, rêberiya me kir?’

7 Min hûn anîn welatê berdar Ku hûn fêkiyê wê û tiştên baş bixwin. Lê gava hûn hatin, we welatê min qirêj kir, We mîrasa min herimand.

8 Kahinan negot: ‘Ka Xudan li ku ye?’ Kesên ku şerîet di destê wan de ye, ez nas nekirim, Şivanan li dijî min serî hilda, Pêxemberan jî bi navê Baal pêxemberî kir Û da pey pûtên bêkêr.”

9 Gotina Xudan ev e: “Loma ezê careke din li dijî we dozê vekim, Ezê li dijî neviyên we jî dozdar bim.

10 Herin, li keviyên Kîttîmê binêrin, Bişînin Qêdarê û baş fêm bikin. Binêrin, ka tiştên wiha bûne.

11 Ma tu milet îlahên xwe guhertin? Va ye, ew îlah ne Xwedê ne jî! Lê gelê min rûmeta xwe Bi pûtên bêkêr guhert.

12 Ezmanno, li vê yekê şaş û metel bimînin! Bilerizin û bi tevahî wêran bibin.” Ev e gotina Xudan.

13 “Çimkî gelê min du xerabî kirin; Wan ez, kaniya ava jiyanê berdam Û ji bo xwe bîr kolan, Bîrên terikî ku avê hilnadin.

14 Ma Îsraêl kole ye? Ma ew koleyê ku li malê hat dinyayê? Ji bo çi bû malê talên?

15 Şêrên ciwan li ser wî kir himîn, Dengê xwe da bihîstin, Welat wêran kir, Bajarên wî serobino bûn Û tê de tu kes nema.

16 Gelê Memfîs û Tahpanhêsê jî, Serê te şikand.

17 Ma te dev ji Xwedayê xwe Xudanê Ku di rê de rêberiya te kir, Berneda û bi vî awayî ev neanî serê xwe?

18 Heke niha tu bidî riya Misrê Û ava Şîhorê vexwî, wê çi kar bide te? Yan çi karê te hebe ku tu bidî riya Aşûrê Û ava Çemê Feratê vexwî?

19 Wê xerabiya te, te terbiye bike, Wê çivanokiya te erzê te bide şikandin. Bizane û bibîne, Xwedayê xwe Xudan berdan, Tiştekî xerab û tehl e. Tirsa min li ba te tuneye.” Ev e gotina Reb Xudanê Karîndar.

20 “Çimkî dema berê te nîrê xwe şikand Û benên xwe qetandin. Te got: ‘Ez xulamiyê nakim.’ Tu li ser her girê bilind Û li bin her dara şîn, Razayî û fahîşetî kir.

21 Lê min tu wekî mêwa bijare danîbû Ku hemû ji tovên bi ewle bûn. Çawa tu xera bûyî û ziviriyî dêliyeke bejî?

22 Tevî ku tu xwe bi ava xweliyê bişoyî Û sabûn jî, ji destê te nekeve, Dîsa jî neheqiya te wekî leke li ber min disekine.” Ev e gotina Reb Xudan.

23 “Tu çawa dikarî bêjî: ‘Ez qirêj nebûm, Ez li pey Baalan neketim?’ Tu li riya xwe a li newal binêre, Bizanibe ka te çi kir. Tu deveya ciwan a eware û lingsivik î.

24 Tu wekî kera kovî ya li çolê digere bixwe yî. Ew ji bo daxwaza canê xwe hewayê bêhn dike. Çaxê hêç dibe, kî dikare wê bizivirîne? Hemû kesên lê digerin xwe nawestînin, Gava meha wê bê, wê bibînin.

25 Tu lingê xwe ji gera pêxwas Û gewriya xwe ji tîbûnê biparêze. Lê te got: ‘Dev jê berde! Ez ji îlahên xerîb hez dikim Û ezê li pey wan herim.’

26 “Gava diz tê girtin çawa şerm dike, Wê Mala Îsraêl jî wisa şerm bike –Ew hemû, padîşahên wan, serekên wan, Kahinên wan û pêxemberên wan.

27 Ew ji darê re dibêjin: ‘Tu bavê min î.’ Ji kevirekî re dibêjin: ‘Te ez anîm dinyayê.’ Çimkî wan ne rûyê xwe, lê pişta xwe da min. Lê gava bela hat, wê bêjin: ‘Rabe, me rizgar bike!’

28 Ka ew îlahên ku te ji xwe re çêkirin? Gava bela hat serê te ku bikaribin te rizgar bikin, Bila rabin û werin! Çimkî gelê Cihûda, Îlahên te li gorî hejmara bajarên te ye.

29 Çima tu li dijî min doz vedikî? We hemûyan li dijî min serî rakir.” Ev e gotina Xudan.

30 “Min beredayî li kurên we xist, Wan terbiye qebûl nekir. Çawa ku şêr helak dike, Şûrê we pêxemberên we kuştin.

31 Ya hûn, kesên vî nifşî! Guh bidin gotina Xudan! Gelo ez ji bo gelê Îsraêl bûm çolistan? Ez bûm diyarê taristana kûr? Loma çima gelê min dibêje: ‘Em herin, Em êdî nayên ba te.’

32 Ma keçik xemlên xwe, Yan bûk cihêzê xwe ji bîr dike? Lê gelê min, rojên bêhesab ez ji bîr kirim.

33 “Gava tu didî pey yaran, Tu çiqas jêhatî dibî! Te riyên xwe hînî fahîşeyan jî dikir!

34 Bi dawa xiftanê te ve jî Xwîna hejarên bêsûc heye Û te ew li ser diziya mala xwe negirtin. Lê tevî ku te ev hemû tişt kirine jî,

35 Tu dibêjî: ‘Ez bêsûc im, Bêguman hêrsa wî ya li dijî min daket.’ Va ye, ji ber ku te got: ‘Min guneh nekir.’ Ezê dadbariya te bikim.

36 Veguhertina rê, Ji bo te çiqas xweş e! Çawa ku Aşûrê tu şermezar kirî, Wê Misir jî şermezariya te bike.

37 Wê destê te li ser serê te, tê ji wir jî derkevî. Çimkî kesên tu bi wan ewle yî, Xudan ew red kirin. Tê bi wan baş pêşve neçî.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan