Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 19 - Kurmanji Încîl


Cerê şikestî

1 Xudan wiha got: “Here, ji cerçêker cerekî bistîne! Hinek rîspiyên gel û kahinên mezin bi xwe re bibe

2 û li nêzîkî dergehê Harsîtê, bikeve Geliyê Ben-Hînnomê. Gotinên ezê ji te re bêjim li wê derê biqîre.

3 Bêje: ‘Ya padîşahên Cihûdayê û şêniyên Orşelîmê! Gotina Xudan bibihîzin! Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ezê belayeke wisa bînim serê vê derê ku wê guhên her kesê wê bibihîze bike çingînî.

4 Çimkî wan dev ji min berda û ev der kir welatekî xerîb. Wan ji îlahên xerîb re bixûr pêxist ku ne wan, ne bav û kalên wan, ne jî padîşahên Cihûdayê nas kir. Bi ser de wan ev der bi xwîna mirovên bêsûc dagirt.

5 Wan ji Baal re bilindciyên perizînê ava kirin ku zarokên xwe li ser êgir bikin qurban. Min tiştekî wiha li wan emir nekir. Min ev negot, di serê xwe re jî derbas nekir.’”

6 Gotina Xudan ev e: “‘Loma roj tên ku êdî ji vê derê re Tofet an Geliyê Ben-Hînnomê nebêjin, lê wê jê re Geliyê Serjêkirinê bêjin.

7 Ezê pîlanên Cihûda û Orşelîmê li vir vala derînim. Ezê wan bidim destê kesên li pey kuştina wan û bidim ber şûrên dijminên wan. Ezê cendekên wan ji heywanên erdê û teyrên ezmanan re bikim xurek.

8 Ezê vî bajarî bikim mijara sawê û warê fîkandinê. Her kesê derbas bibe, wê şaş û metel bimîne û ji ber hemû belayên hatine serî bifîkîne.

9 Ezê goştê kur û keçên wan bi wan bidim xwarin. Gava dijminên li pey kuştina wan dor li wan bipêçin, wê ji ber tengasiyê goştê cîranan bixwin.’

10 “Wê gavê li ber kesên bi te re cêr bişikêne

11 û ji wan re bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Çawa taximeke cerçêker dişikê û careke din nayê çêkirin, ezê vî gelî û vî bajarî wisa bişikênim. Bi qasî cih nemîne, wê miriyan li Tofetê veşêrin.

12 Ezê vî bajarî û şêniyên wî wisa bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê vî bajarî bikim wekî Tofetê.

13 Wê malên Orşelîmê û qesrên padîşahên Cihûdayê wekî Tofetê qirêj bên hesibandin. Çimkî li ser banê van malan ji tevahiya nexşên ezmanan re bixûr pê xistin û ji îlahan re pêşkêşiyên rijandinê pêşkêş kirin.’”

14 Gava Yêremya ji Tofeta ku Xudan ji bo pêxemberiyê bike ew şandibû hat, ew li hewşa Mala Xudan sekinî û ji gel re got:

15 “Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê tevahiya belayên ku min li ser gotibû bînim serê vî bajarî û hemû gundên wî. Çimkî wan serhişkî kir û guh neda gotinên min.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan