Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 18 - Kurmanji Încîl


Cerçêker û gil

1 Gotina Xudan ku ji Yêremya re hat ev e:

2 “Rabe here mala cerçêker. Ezê li wir gotinên xwe bi te bidim bihîstin.”

3 Wî çaxî ez çûm mala cerçêker. Ew jî li ser çerxa xwe dixebitî.

4 Gava qafika ku bi gilê çêdikir xera bû, cerçêker li gorî dilê xwe şikil da wê û jê qafikeke din çêkir.

5 Gotina Xudan ji min re hat û got:

6 “Ya Mala Îsraêl! Tişta ku vî cerçêkerî kir, qey ez nikarim bi we bikim?” Ev e gotina Xudan. “Gil di destê cerçêker de çawa be, hûn jî di destê min de wiha ne, ya Mala Îsraêl.

7 Di gavekê de ez li ser miletekî yan padîşahiyekê bêjim ku ezê wan hilweşînim, ji kokê rakim û tune bikim.

8 Lê heke ew miletê ku min li ser gotiye, dev ji xerabiya xwe berde, ezê li ser pîlana xwe ya xerakirinê, fikra xwe biguherînim.

9 Di gaveke din de jî ez li ser miletekî yan padîşahiyekê bêjim ku daçikînim û ava bikim.

10 Lê gava ew guh nede dengê min û ya di çavê min de xerab e bike, wî çaxî ezê li ser gotina xwe ya qenciyê, fikra xwe biguherînim.

11 “Niha ji Cihûdayî û şêniyên Orşelîmê re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Va ye, ez li dijî we şikil didim belayekê. Ez li dijî we pîlanekê dikim. Loma bila her kes ji riya xwe ya xerab vegere! Bila her kes rê û kirinên xwe rast bike.’

12 Lê ew dibêjin: ‘Dev jê berde, vala ye! Emê li gorî pîlanên xwe herin. Emê hemû li gorî serhişkiya dilê xwe yê xerab bikin.’”

13 Loma Xudan wiha dibêje: “Li nav miletan bipirsin! Kî tiştekî wiha bihîstiye? Îsraêla keça xama tiştekî dilqelêq kir.

14 Ma berfa Lubnanê ji zinarê çiyê kêm dibe? Ava sar a ji dûrî tê ziwa dibe?

15 Lê gelê min ez ji bîr kirim, Wan ji îlahan re bixûr pêxist. Ew li ser riyên xwe yên kevin Ku herin ba îlahan terpilîn. Ew ne li ser riyên mezin, Lê li ser şiverêyan meşiyan.

16 Bi vî awayî wan welatê xwe wêran kir, Wan ew kir tiştekî ku hergav tinaz pê bê kirin. Her kesê tê re diçe wê şaş bibe û serê xwe bihejîne.

17 Wekî bayê rojhilat, ezê li ber dijmin belav bikim. Di roja felaketa wan de, Ezê ne rûyê xwe, pişta xwe bidim wan.”

18 Wî çaxî wan got: “Werin, em li dijî Yêremya pîlan bikin. Çimkî ji kahin Şerîet, ji şehreza şêwir û ji pêxember jî gotin qet kêm nabe. Werin, em bi gotinan lê bixin û guhdariya gotineke wî jî nekin.”

19 Ya Xudan, guhdariya min bike, Dengê dijminên min bibihîze.

20 Ma bergîdana qenciyê xerabî ye? Lê wan li dijî canê min çalek kolane. Bi bîr bîne, ez çawa li pêş te sekinîbûm Ku ji bo wan qenciyê bixwazim Û xezeba te ji ser wan bizivirînim.

21 Loma kurên wan bide ber xelayê, Wan bavêje ber şûr. Bila jinên wan bibin jinebî û bêzarok. Bila mirin mêrên wan bikuje û bibe, Bila xortên wan di şer de bi şûr bên kuştin.

22 Gava tu jinişkave rêbiran bi ser wan de bînî, Bila hewar ji malên wan bê bihîstin. Çimkî wan çalekê kola ku min bigirin Û bi dizî dafik danî ber lingên min.

23 Ya Xudan, tu hemû pîlanên wan Ên ji bo kuştina min dizanî. Neheqiyên wan nebexişîne, Gunehên wan ji ber xwe xîş neke! Bila ew li hizûra te biterpilin, Gava hêrsa te rabû, belayê bîne ser wan.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan