Yêremya 17 - Kurmanji ÎncîlGunehê gelê Cihûda 1 “Gunehê gelê Cihûda bi pênûsa hesin hat nivîsandin. Bi serikê wê yê ji elmas li ser textê dilê wan, Li ser qiloçên gorîgehan hate kolandin. 2 Zarokên wan jî bi gorîgeh Û pûtên wan ên Aşêrayê eleqedar dibin Ku li ber her darê şîn Û li ser girên bilind hatin çêkirin. 3 Ya çiyayê min ê li çolê! Ji ber gunehên te li seranserê welatê te, Ezê hemû mal û xezîneyên te bikim talan. 4 Tê mîrasa ku min daye te bi destê xwe winda bikî, Ezê li welatê tu pê nizanî te ji dijminên te re bikim kole. “Çimkî we hêrsa min pêxist ku her û her dişewite.” 5 Xudan wiha dibêje: “Nalet li wî kesî be ku bi mirovan ewle ye, Xwe dispêre zendê beşerê û dilê wî ji Xudan dide alî. 6 Ew wekî deviya beriyê ne, Gava qencî bê, wê nebînin. Wê li axa ziwa ya beriyê Û li erdekî şor bi cih bin. 7 “Bereket li wî mirovî ku bi Xudan ewle ye, Kesê ku ewlebûna wî bi Xudan e. 8 Dibe wekî dara li ber avê hatiye danîn Û li devê avê koka xwe berdide. Ew ji kelakela germê natirse, pelên wê şîn dimînin. Di sala xelayê de mitale nake, ji fêkîdayînê namîne.” 9 Dil ji her tiştî xapînoktir e, Çare jê re tuneye. Kî dikare jê fêm bike? 10 “Ez Xudan dilan dikolim û ramanan diceribînim Ku li gorî rê û berê karê wan bidim.” 11 Kewa li ser hêkên ku nekiriye rûnê çawa be, Kesê bi neheqî dewlemendî bi dest xistiye jî wisa ye. Ew di nîvê emrê wî de, wî berdide Û di dawiyê de ehmeq xuya dibe. 12 Ya textekî birûmet! Ya cihê Pîrozgeha me Ku ji berê ve hatiye bilindkirin! 13 Ya Xudan, ya hêviya Îsraêl! Her kesên tu berdayî, wê şerm bikin. Kesên ji te dizivirin, wê li bin axê bên nivîsandin. Çimkî wan Xudanê kaniya ava jiyanê berda. 14 Ya Xudan, tu şifayê bide min û ezê baş bim, Tu min rizgar bike û ezê rizgar bim. Çimkî tu yî pesindana min. 15 Va ya, ji min re wiha dibêjin: “Ka gotina Xudan li ku ye? De pêk were!” 16 Lê ez ji şivantiya te nereviyam, Ne jî min ji bo wan roja belayê xwest. Tu her gotina li ser lêvên min zanî, Ew li ber çavê te bûye. 17 Ji min re nebe saw, Di roja belayê de sitargeha min tu yî. 18 Bila kesên li pey min şerm bikin, lê min nede şermê, Bila ew bişikên, lê ez neşikêm. Roja belayê bi ser wan de bîne, Wan bi şikandina du qatî bişikîne. Rêbazên Roja Septê 19 Xudan ji min re wiha got: “Here li Dergehê Gel ê ku padîşahên Cihûdayê dikevinê û dertên û li hemû deriyên din ên Orşelîmê bisekine 20 û ji wan re bêje: ‘Ya padîşahên Cihûdayê! Ya hemû gelê Cihûda û hemû şêniyên Orşelîmê yên ku di van dergehan re dikevin hundir, gotina Xudan bibihîzin! 21 Xudan wiha dibêje: Hay ji canên xwe hebin! Roja Septê barekî hilnegirin û di dergehên Orşelîmê re nexin hundir. 22 Roja Septê barekî ji malên xwe dernexin û tu karekî nekin. Çawa ku min li bav û kalên we emir kiriye, Roja Septê pîroz bihesibînin. 23 Lê wan guhdarî nekir û guh neda. Wan serhişkî kir û ne guhdarî kir, ne jî terbiye qebûl kir.’” 24 Lê gotina Xudan ev e: “‘Heke hûn baş guh bidin min, Roja Septê di dergehên vî bajarî re bar derbas nekin, qet kar nekin û bi vî awayî Roja Septê pîroz bihesibînin, 25 wî çaxî wê serwer û padîşahên ku li ser textê Dawid rûdinin, li erebe û hespên xwe siwar bibin, bi serekên wan, gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê re, di dergehên vî bajarî re bikevin hundir û wê mirov li vî bajarî her û her rûnin. 26 Îcar wê mirov ji bajarên Cihûdayê, ji derdora Orşelîmê, ji welatê Binyamînê û Şefêlayê, ji herêma çiyayî û Negevê bên û qurbanên şewitandinê, qurbanên din, pêşkêşiyên dexlê, guniyê û pêşkêşiyên şikirdariyê bînin Mala Xudan. 27 Lê heke hûn guh nedin min, di Roja Septê de bar di dergehên Orşelîmê re derbas bikin û Roja Septê pîroz nehesibînin, ezê êgir bi dergehên bajêr bixim. Wê agir qesrên Orşelîmê daqurtîne û netefe.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey