Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 14 - Kurmanji Încîl


Şûr û xela

1 Gotina Xudan a li ser xelayê ku ji Yêremya re hat û got ev e:

2 “Cihûdayî şînê dikin û dergehên wan çilmisî ne. Ew bi keder li erdê rûdinin, Qareqara Orşelîmê bilind dibe.

3 Esilzadeyên wê xulamên xwe dişînin avê, Ew diçin sarincan, lê avê nabînin, Firaxên wan vala vedigerin. Şerm dikin, riswa dibin, Serê xwe dixin ber xwe.

4 Ax terikî ye, li welêt baran tuneye. Cotkar şerm dikin û serê xwe dixin ber xwe.

5 Ji ber tunebûna giyê, xezala çolê jî Karika xwe ya nûzayî dihêle û diçe.

6 Ji ber tunebûna şînahiyê, kerên çolê Li ser bilindciyên rût û tazî disekinin Û wekî çeqelan dikin hilkehilk. Çavê wan tefiyaye.”

7 Her çiqas neheqiyên me li dijî me şahidiyê bikin jî, Tu ji bo xatirê navê xwe tiştekî bike, ya Xudan! Çivanokên me gelek in Û me li ber te guneh kirin.

8 Ya hêviya Îsraêl, Rizgarkarê wî û dema tengasiyê! Çima tu li welêt wekî xerîbek î, Wekî rêwiyê şevekê yî?

9 Çima tu wekî kesekî şaşbûyî, Wekî mêrxasekî ku hêza wî têra rizgarkirinê nake? Belê tu di nav me de yî, ya Xudan! Em bi navê te tên gazîkirin, me bernede!

10 Xudan li ser vî gelî wiha dibêje: “Wan ji gerê hez kir Û ji lingê xwe re nebûn asteng. Loma Xudan ji wan ne razî ye, Niha wê neheqiyên wan bi bîr bîne, Wê ji ber gunehên wan, ceza bike.”

11 Xudan ji min re got: “Ji bo qenciya vî gelî dua neke.”

12 Ew rojiyê jî bigirin, ezê guhdariya lavakirina wan nekim. Ew qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê jî bidin, ezê ji wan razî nebim. Ezê bi şûr, kul û xelayê wan biqedînim.

13 Îcar min got: “Ax, ya Reb Xudan, pêxemberan ji wan re got: ‘Hûnê şûr nebînin. Wê xela li ba we ranebe û ezê li vir aştiya mayînde bidim we.’”

14 Wî çaxî Xudan ji min re got: “Pêxember bi navê min pêxemberiya derewîn dikin. Min ew neşandine, min li wan emir nekiriye û min ji wan re negotiye. Tiştên ji we re dibêjin dîtiniyên derewîn, remildarî, pûtperestiya vala û hîlekariya dilê wan bixwe ye.”

15 Loma Xudan li ser pêxemberên ku bi navê wî diaxivin lê wî ew neşandine, wiha dibêje: “Ew dibêjin: ‘Wê li vî welatî şûr û xela tunebe.’ Lê wê bi şûr û xelayê tune bibin.

16 Ew gelê ku pêxemberiyê ji wan re dikin, wê ji ber şûr û xelayê ber bi kuçeyên Orşelîmê ve bên avêtin. Wê kesekî wî gelî; jin, kur û keçên wî gelî veşêre tunebe. Çimkî ezê xerabiya wan bi ser wan de bînim.

17 “Tê ji wan re vê gotinê bêjî: “‘Bila çavên min, Şev û roj hêsiran bibarîne û nesekine. Çimkî gelê min, keça min a xama, Şikestina mezin xwar Û bi giranî birîndar bû.

18 Ez herim zeviyê, ezê kesên bi şûr hatine kuştin, Ez herim bajêr, ezê kesên ji ber xelayê nexweş in bibînim. Çimkî pêxember jî, kahin jî, Li seranserê welêt digerin lê tiştekî nizanin.’”

19 Ma te Cihûda bi tevahî red kir? Ma dilê te ji Siyonê nefret dike? Ji bo çi te li me xist û şifaya me tuneye? Em li benda aştiyê man, qencî nehat. Em li hêviya dema şifayê bûn, tirs û saw hat.

20 Ya Xudan, tu bi xerabiya me Û bi neheqiya bav û kalên me dizanî. Me li dijî te guneh kir.

21 Ji bo xatirê navê xwe me kêm nebîne, Textê xwe yê birûmet erzan neke. Peymana te bi me re kiriye bi bîr bîne û xera neke.

22 Ma pûtekî miletan bikaribe baranê bibarîne heye? Ma ezman dikarin ji ber xwe, taviyê bibarînin? Ya Xwedayê me Xudan! Ma tu ne ew î? Hêviya me tu yî, çimkî te ev hemû tişt kirin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan