Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 13 - Kurmanji Încîl


Piştênka kitanî

1 Xudan ji min re wiha got: “Here û ji xwe re piştênkeke kitanî bikire, li navtenga xwe bipêçe, lê nexe nava avê.”

2 Li gorî gotina Xudan min piştênk kirî û li navtenga xwe pêça.

3 Gotina Xudan careke din ji min re hat û got:

4 “Piştênka te kiriye û li navtenga xwe pêçaye bibe, here Peratê û li wir di qelîştokeke zinarekî de veşêre.”

5 Ez çûm û çawa ku Xudan li min emir kir, min ew li nêzîkî Peratê veşart.

6 Piştî demeke dirêj Xudan ji min re got: “Rabe, here Peratê û wê piştênkê hilde ku min ji te re gotibû li wir veşêre.”

7 Ez rabûm çûm ber Peratê, min kola û piştênk ji dera ku min lê veşartibû hilda. Lê piştênk xera bûbû. Bi kêrî tu tiştî nedihat.

8 Gotina Xudan ji min re hat û got:

9 “Xudan wiha dibêje: ‘Ezê hem pozbilindiya Cihûdayê, hem pozbilindiya mezin a Orşelîmê jî wiha xera bikim.

10 Ev gelê xerab guh nade gotina min. Ew didin pey serhişkiya dilê xwe û îlahan ku ji wan re xulamiyê dikin û diperizin wan. Bi vî awayî wê bibin wekî wê piştênka ku bi kêrî tu tiştî nayê.

11 Çimkî, çawa ku mirov piştênk li pişta xwe girê dide, min jî tevahiya Mala Îsraêl û tevahiya Mala Cihûda bi xwe ve xwe girê da.’” Ev e gotina Xudan. “‘Min ew li pişta xwe pêça ku ji min re bibin gel, bibin delalî, bibin pesin û spasî. Lê wan guh neda.’


Meşka şerabê

12 “Loma tê ji wan re vê gotinê bêjî: ‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Wê her meşk bi şerabê tije be.’ Îcar wê ji te re bêjin: ‘Qey em nizanin divê her meşk bi şerabê tije bibe?’

13 Wî çaxî tê ji wan re bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Ezê hemû şêniyên vî welatî; padîşahên ku li ser textê Dawid rûdinin, kahin, pêxember û hemû şêniyên Orşelîmê, bi serxweşiyê tije bikim.

14 Ezê wan, bav û kuran li hev bixim û bipelixînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê li ber wan nekevim û wan ji cezakirinê neparêzim. Gava ez wan xera dikim, ezê li wan neyêm rehmê.’”


Sirgûnkirin nêzîk e

15 Bibihîzin, guh bidin! Pozbilindiyê nekin! Çimkî Xudan wiha gotiye.

16 Beriya ku tarî bikeve erdê Û lingên we li çiyayên tariya êvarê biterpile, Xwedayê xwe Xudan birûmet bikin. Çimkî gava hûn li benda ronahiyê ne, Wê Xudan rojê bizivirîne şevereş û taristana kûr.

17 Lê heke hûn guhdarî nekin, Ezê ji ber quretiya we bi dizî bigirîm. Wê çavê min bi êş dilopan bike Û wê hêsirên min bibarin. Çimkî keriyê Xudan dibe êsîr.

18 Ji padîşah û ji diya padîşah re bêje: “Xwe nizim bikin û rûnin. Çimkî taca berziyê ji serê we ket.”

19 Wê bajarên Negevê bên girtin, Kesê wan veke tunebe. Wê tevahiya gelê Cihûda bê sirgûnkirin, Erê, wê hemûyan bi hev re sirgûn bikin.

20 Ya Orşelîm, serê xwe rake Û kesên ji bakur tên bibîne! Ka ew keriyê ku dabûn te, Keriyê te yê xweş li ku ye?

21 Kesên te dostanî hînî wan kir, Gava li ser serê te kirin serwer tê çi bêjî? Wekî êşa jina ku zarok tîne, Ma wê êş bi te negire?

22 Heke tu di dilê xwe de bêjî, “Ji bo çi ev hatin serê min?” Ji ber zêdebûna xerabiyên te, Dawa te rabû û destdirêjî li te bû.

23 Ma kesê Kûşî dikare çermê xwe An piling dikare deqên xwe biguherîne? Kesê wekî te tenê hînî xerabiyê bûye jî, Nikare qenciyê bike.

24 “Loma ezê te wekî pûşê belav bikim Ku ketiye ber bayê beriyê.”

25 Gotina Xudan ev e: “Pişka te ev e, Para ku min ji te re pîva ev e. Çimkî te ez ji bîr kirim Û baweriya xwe bi îlahên derewîn anî.

26 Ezê dawa te bi ser çavê te ve hildim Û wê şerma te xuya bibe.

27 Min li ser girên çolê, Kirêtiyên te, zinayên te, Hîrînên te û riswatiya fahîşetiya te dît. Wey li te ya Orşelîm! Ma tê heta kengê paqij nebî?”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan