Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Yêremya 11 - Kurmanji Încîl


Peyman xera bû

1 Gotina Xudan ku ji Yêremya re hat ev e:

2 “Gotinên vê peymanê bibihîze û ji gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê re bêje.

3 Ji wan re bêje: ‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Bila nalet li wan be ku guhdariya gotinên vê peymanê nakin.

4 Roja min bav û kalên we ji welatê Misrê, ji êtûna helandina hesin deranî, min li wan emir kir û got: Guh bidin dengê min û her tiştê ku li we emir dikim pêk bînin ku hûn bibin gelê min û ez jî bibim Xwedayê we.

5 Loma ezê sonda xwe ya min ji bav û kalên we re xwaribû pêk bînim ku welatê şîr û hingiv jê diherike bidim wan, çawa ku hûn îro lê ne.’” Min bersiv da û got: “Amîn, ya Xudan!”

6 Xudan ji min re got: “Tevahiya van gotinan li hemû bajarên Cihûdayê û li kuçeyên Orşelîmê biqîre û bêje: ‘Gotinên vê peymanê bibihîzin û pêk bînin.

7 Çimkî ji roja ku min bav û kalên we ji welatê Misrê deranî heta îro min bi dil ew hişyar kirin. Min gelek caran ew hişyar kirin ku guh bidin dengê min.

8 Lê wan guhdarî nekir û guh nedayê. Hemûyan jî da pey serhişkiya dilê xwe yê xerab. Min jî hemû gotinên vê peymanê bi ser wan de anî. Çimkî min li wan emir kir ku pêk bînin. Lê wan nekir.’”

9 Xudan ji min re got: “Fen û fûtên gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê derket meydanê.

10 Ew vegeriyan xerabiya bav û kalên xwe ku nedixwestin guhdariya gotinên min bikin. Wan da pey îlahan û xulamiya wan kir. Mala Îsraêl û Mala Cihûda peymana min xera kir ku min bi bav û kalên wan re kiriye.

11 Loma Xudan wiha dibêje: ‘Va ye, ezê xerabiyekê bi ser wan de bînim ku nikaribin ji binî rabin. Li min bikin hewar jî, ezê guhdariya wan nekim.

12 Wî çaxî wê bajarên Cihûda û şêniyên Orşelîmê herin û ji îlahên ku ji wan re bixûrê dişewitînin bikin hewar. Lê gava ev bela bê serê wan, wê ev îlah nikaribin wan rizgar bikin.

13 Cihûdayîno! Bi qasî hejmara bajarên we, îlahên we hene. Bi qasî hejmara kuçeyên Orşelîmê, we gorîgeh çêkirin ku ji wî îlahê jê tê şermkirin, ango ji Baal re, bixûrê pêxin.’

14 “Lê tu ji bo vî gelî dua û lava neke. Çimkî di tengasiyê de gava ew gazî min bikin, ezê guhdariya wan nekim.

15 “Madem ew gelek xerabiyan pîlan dikin, Naxwe karê hezkiriya min li Mala min çi ye? Gelo soz û goştê pîrozkirî dikare Felaketa were serê te tune bike ku tu şa bibî?”

16 Xudan navê darzeytûna şîn li te kir Ku bi fêkiyê xwe yê baş xweşik e. Lê gava bahoz rabû, Wê agir bi darê bikeve Û guliyên wê xera bike.

17 Xudanê Karîndar ê ku tu danî, Li dijî te xerabiyê emir kir. Çimkî Mala Îsraêl û Mala Cihûda, Ji Baal re bixûr pêxist. Bi vî awayî hem li xwe xerabî kir, Hem jî ez hêrs kirim.


Gefxwarina li Yêremyayê Pêxember

18 Xudan bi xwe fen û fûtên wan bi min da zanîn. Li ser vê yekê min zanî. Piştre wî karên wan ên xerab jî nîşanî min da.

19 Pêşî, ez wekî berxê belengaz bûm ku dibin serjêkirinê. Min nizanibû ku wan li dijî min fen û fût kir û got: “Em darê bi fêkiyê wê re xera bikin! Em wî ji diyarê zindiyan helak bikin Ku careke din navê wî neyê bibîranîn.”

20 Lê ya Xudanê Karîndar! Ya Dadgerê adil ê ku dil û raman diceribîne! Ez heyfa ku tê ji wan bistînî bibînim, Çimkî min doza xwe li ber te vekir.

21 “Li ser vê yekê, Xudan li ser gelê Enatotê yê ku li pey kuştina te bûn wiha dibêje: ‘Wan digot: Bi navê Xudan pêxemberiyê neke, yan na emê te bi destê xwe bikujin.’

22 Loma Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê wan ceza bikim. Wê xortên wan bi şûr bên kuştin. Wê kur û keçên wan bi xelayê bimirin.

23 Wê kesek ji wan sax nemîne. Çimkî gava sala cezakirina wan were, ezê belayê bînim serê gelê Enatotê.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan