Yêremya 1 - Kurmanji Încîl1 Gotinên Yêremyayê kurê Hîlqiya yê ku ji kahinên bajarê Enatota welatê Binyamîniyan bû, ev in. 2 Gotina Xudan di rojên Yoşiyayê kurê Amonê Padîşahê Cihûdayê de, di sêzdeh saliya padîşahiya wî de ji Yêremya re hat. 3 Herwiha gotina Xudan, di rojên Yehoyaqîmê Padîşahê kurê Yoşiyayê Cihûdayê de û heta dawiya meha pêncan a sala yanzdehan a Sîdqiyayê Padîşahê kurê Yoşiya ango heta sirgûnkirina gelê Orşelîmê jê re hat. Yêremyayê Pêxember gazinan ji Xwedê dike 4 Gotina Xudan ji min re hat û got: 5 “Beriya ku min di zikê dê de şikil da te, Min tu nas kirî. Beriya bûyîna te, min tu veqetandî Û ji miletan re kirî pêxember.” 6 Min got: “Ax, ya Reb Xudan! Ez bi rastî nizanim bipeyivim! Çimkî ez hê xort im.” 7 Xudan ji min re got: “Nebêje: ‘Ez hê xort im.’ Tê herî ba her kesê ku ez te bişînim û her tişta ez li te emir dikim, tê bêjî. 8 Ji wan netirse. Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan. 9 Xudan destê xwe dirêj kir, li devê min da û got: “Va ye, min peyvên xwe kirine devê te. 10 Binêre, min îro tu li ser milet û padîşahiyan kifş kirî ku tu ji kokê rakî û hilweşînî, tune bikî û xera bikî, ava bikî û daçikînî.” Dîtiniyên li ser gazîkirina Yêremyayê Pêxember 11 Gotina Xudan ji min re hat û got: “Yêremyayo! Tu çi dibînî?” Min got: “Ez guliyekî behîvê dibînim.” 12 Xudan got: “Te baş dît. Bi rastî ez çavdêriya gotina xwe dikim ku pêk were.” 13 Gotina Xudan dîsa ji min re hat û got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Ez beroşeke kelandî dibînim ku ji aliyê bakur ve xwar dibe.” 14 Xudan ji min re got: “Wê bela ji bakur, Bi ser hemû şêniyên welêt ve biherike. 15 Çimkî va ye, Ezê gazî hemû binemalên padîşahiyên bakur bikim.” Ev e gotina Xudan. “Wê bên û li ber dergehên Orşelîmê, Li ber hemû sûrên wê, Li ber hemû bajarên Cihûdayiyan, Textên xwe deynin. 16 Ji ber hemû xerabiyên wan, Ezê li dijî wan biryarên xwe bêjim. Çimkî wan dev ji min berda, Ji îlahan re bixûr pêxistin Û li ber karên destê xwe deverû çûn erdê. 17 “Lê tu pişta xwe girê bide! Rabe û her tiştê ezê li te emir bikim ji wan re bêje. Li ber wan neşikê, yan na ezê te li ber wan bidim şikandin. 18 Min jî îro tu li dijî tevahiya welêt, li dijî padîşahên Cihûdayê, li dijî serek û kahinên wan, li dijî gelê welêt kirî bajarekî bisûr, stûneke hesinî û dîwarekî tûncîn. 19 Wê li dijî te şer bikin, lê wê nikaribin te têk bibin. Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey