Waiz 9 - Kurmanji ÎncîlQedera mirov yek e 1 Îcar ji bo ku ez li ser hemûyan bikolim, min tevî kir dilê xwe. Mirovên rast û şehreza û karên wan, di destê Xwedê de ne. Hezkirin an nefret, mirov pê nizane, her tişt dikare bê serê mirov. 2 Ya ku tê serê hemûyan yek e. Ya ku tê serê yê rast, yê xerab, yê baş û helal û yê heram yek e. Eynî tişt tê serê kesê ku qurban pêşkêş dike û yê ku nake jî. Çi tê serê qencan, tê serê gunehkaran jî, Kesê sond dixwe, wekî kesê ji sondê ditirse ye. 3 Xerabiya her tiştê ku li ser rûyê erdê tê kirin ev e: Heman tişt tê serê hemûyan. Herwiha di dema ku dijîn de, dilê mirovan bi xerabî û dînîtiyê tije ye. Piştre ew tevî miriyan dibin. 4 Lê bi hemû kesên ku dijîn re hêvî heye. Belê seyê sax ji şêrê mirî çêtir e. 5 Çimkî yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin, Lê mirî tiştekî nizanin, Êdî ji bo wan xelat tuneye. Çimkî bibîranîna wan jî hatiye jibîrkirin. 6 Hezkirina wan, nefreta wan, Hesûdiya wan ji zû ve nemaye. Di her tiştê ku li ser rûyê erdê tê kirin de, Êdî her û her para wan tuneye. 7 Tu here bi şahî nanê xwe bixwe û bi dilgeşî şeraba xwe vexwe. Çimkî Xwedê ji zû ve ji karên te razî maye. 8 Bila cilên te hergav pak bin û ji ser serê te rûnê bêhnxweş kêm nebe. 9 Di hemû rojên pûç ên jiyana te ya ku Xwedê li ser rûyê erdê daye te, di hemû rojên xwe yên pûç de bi jina xwe ya hezkirî re, jiyaneke xweş derbas bike. Çimkî ya ku ji jiyanê û keda ku te li ser rûyê erdê daye, ev para te dikeve. 10 Ji bo xebatê her çi bi destê te bikeve, tu bi hemû hêza xwe wê bike. Çimkî li diyarê miriyan ê ku tu diçî kar û şêwir, zanabûn û şehrezayî tuneye. 11 Min li ser rûyê erdê ev jî dît: Di bezînê de ne lingsivik, Ne jî di şer de mêrxas bi ser nakevin. Şehreza nên, biaqil jî dewlemendiyê bi dest naxin. Qedrê zanayan jî nayê girtin. Ya ku tê serê her kesî li gorî wext û bextê wan e. 12 Çimkî mirov bi dema xwe nizane. Masî çawa dikevin torê Û çivîk dikevin dafikê, Gava dema xerab jinişkave hat, Mirov jî wisa tên girtin. Şehrezayî ji bêaqiliyê çêtir e 13 Min li ser rûyê erdê ev nimûneya şehrezayiyê dît û ji min re mezin xuya kir û bala min kişand: 14 Bajarekî biçûk hebû û tê de kêm mirov hebûn. Padîşahekî mezin hat û dor lê pêça û li hember bajêr pal çêkirin. 15 Li bajêr zilamekî feqîr û şehreza hebû. Wî bi şehrezayiya xwe bajar xilas kir. Lê belê tu kesî ev zilamê feqîr bi bîr neanî. 16 Îcar min got: “Şehrezayî ji hêzê çêtir e. Lê şehrezayiya mirovê feqîr kêm tê dîtin. Kes guhê xwe nade gotinên wî.” 17 Gotinên kesê şehreza yên bi nermî, Ji qareqara kesê ku di nav bêaqilan de serwer e çêtir e. 18 Şehrezayî ji çekên şer çêtir e, Lê gunehkarek gelek tiştên xweş tune dike. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey