Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Waiz 8 - Kurmanji Încîl

1 Ma kî wek kesê şehreza ye? Kî bi maneya tiştekî dizane? Şehrezayî rûyê mirov ronî dike Û mirûzê tirş diguhere.


Guh bidin padîşah

2 Şîreta min li te: Ji ber sonda ku te li ber Xwedê xwar, emrê padîşah pêk bîne.

3 Nelezîne ku tu ji hizûr û xizmeta padîşah herî. Nehêle ku tu bikevî rewşeke xerab. Çimkî dilê padîşah çi bixwaze wî dike.

4 Di gotina padîşah de hêz heye. Ma kî dikare jê re bêje: “Tu çi dikî?”

5 Kesê ku emrê wî tîne cih, tiştê xerab nayê serê wî. Dilê zilamê şehreza dizane Ku wê kengê çi bike.

6 Çimkî dem û rêbaza her karî heye, Dîsa jî derdê mirov ji serê wî zêde ye.

7 Ya ku wê çêbe nayê zanîn, Kî dikare bêje wê çawa çêbe?

8 Ne hêza kesî li ser girtina bayê heye, Ne jî li ser roja mirinê. Di şerî de çûna malê tuneye. Heta xerabî jî nikare xerabkaran rizgar bike.


Xeraban û qencan

9 Min ev hemû dîtin û min serê xwe li ser hemû tiştên ku li ser rûyê erdê çêdibin êşand. Çima wê hêza mirov hebe ku yên din biêşîne?

10 Min dît ku yên xerab jî hatin veşartin. Ew diketin cihê pîroz û derdiketin û paşê li bajarê ku nebaşî dikirin dihatin pesinandin. Ev jî pûç e.

11 Ji ber ku karê xerab zûka nayê cezakirin, dilê mirov ji bo xerabîkirinê cesaretê bi xwe re dibîne.

12 Kesê gunehkar sed caran xerabiyê bike û rojên xwe dirêj bike jî, dîsa ez baş dizanim ku wê qencî bi yên ku ji Xwedê ditirsin bibe. Çimkî ew bi tirs li pêş wî disekinin.

13 Lê wê qencî bi xeraban nebe û emrên wan ên ku wekî siyê ne, neyên dirêjkirin. Çimkî ew ji Xwedê natirsin.

14 Li ser rûyê erdê tiştekî din ê pûç heye: Mirovên rast hene, tiştê tê serê wan, divê bê serê xeraban. Mirovên xerab jî hene, tiştê tê serê wan, divê bê serê rastan. Min got: “Ev jî tiştekî pûç e.”

15 Îcar min pesnê şabûnê da. Çimkî ji bo mirov li ser rûyê erdê ji xwarin, vexwarin û şabûnê çêtir tiştek tuneye. Di hemû rojên ku Xwedê li ser rûyê erdê, di ber keda wî de daye wî ev e û wê ev jê re bimîne.

16 Min bi dilê xwe xwest ku ez şehrezayiyê hîn bibim û karên ku tên kirin bibînim. Min dît ne bi şev û ne jî bi roj xew dikeve çavên mirov.

17 Min ji hemû karên Xwedê fêm kir ku mirov, karên ku li ser rûyê erdê çêdibin nikare bizane. Mirov bi çiqas keda xwe birijîne jî, dîsa vê yekê nabîne. Şehrezayek jî bêje: “Min fêm kiriye jî, bi rastî wî jî pê dernexistiye.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan