Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Waiz 7 - Kurmanji Încîl


Şehrezayî rêber e

1 Navê baş ji rûnê bêhnxweş, Roja mirinê ji roja bûyînê çêtir e.

2 Çûna mala şînê ji çûna mala ziyafetê çêtir e, Çimkî dawiya her mirovî ev e, Bila herkes vê yekê bixe dilê xwe.

3 Keder ji kenînê çêtir e, Çimkî xemgînî mirov tekûz dike.

4 Dilê kesê şehreza li mala şînê ye, Lê dilê bêaqilan li mala şahiyê ye.

5 Erzşikandina kesên şehreza, Ji pesindana bêaqilan çêtir e.

6 Qirçîna hejikan di bin beroşê de çawa be, Kenê bêaqilan jî wisa ye. Ev jî pûç e.

7 Qezenca neheq, zilamê şehreza bêaqil dike Û bertîl dil xera dike.

8 Dawiya tiştekî ji destpêka wî çêtir e, Sebir, ji pozbilindiyê çêtir e.

9 Zû hêrs nebe, Çimkî hêrs di dilê bêaqilan de disitire.

10 Nepirse: “Çima rojên berê ji yên niha çêtir bûn?” Çimkî ev pirs ne bi şehrezayî ye.

11 Şehrezayî bi qasî mîrasê baş e Û bi kêrî yên ku tavê dibînin tê.

12 Şehrezayî sitar e, pere jî sitar e, Lê feydeya zanabûnê ev e Ku şehrezayî jiyana xweyê xwe diparêze.

13 Tu li karê Xwedê binêre, Ya ku wî xwar kiriye, kî dikare rast bike?

14 Di roja firehiyê de şa be, Lê di roja tengasiyê de bifikire Ku herdu roj jî, ji Xwedê ne. Mirov pê nizane, Ka wê di pêşerojê çi bibe.


Sirên jiyanê

15 Min di rojên xwe yên pûç de ev herdu tişt dîtin: Carna kesê rast heye, tevî rastiya xwe zû helak dibe, Carna jî kesê xerab heye, tevî xerabiya xwe dirêj dijî.

16 Îcar bi têra xwe rast û şehreza be, lê ne zêdetir. Ma ji bo çi tu xwe helak dikî?

17 Ne zêde xerab be, ne jî bêaqil. Ji bo çi tê bêwext bimirî?

18 Çêtir e ku tu yekê bigirî Û ji yê din jî destê xwe neşoyî, Çimkî wê mirovê Xwedêtirs ya rast bibîne.

19 Ji deh desthilatdarên ku li bajarekî ne, Şehrezayî şehrezayan hêzdartir dike.

20 Li ser rûyê erdê kesekî rast tuneye ku qencî kiribe Û tu caran guneh nekiribe.

21 Guh nede her tiştê ku xelk dibêje, An na, tê çêrên xulamê xwe bibihîzî.

22 Tu bi xwe jî dizanî ku te jî, Gelek caran çêrî kesên din kirine.

23 Min ev hemû bi şehrezayî ceribandin: Min got: “Ezê bibim şehreza,” Lê belê ew ji min zêde bû.

24 Şehrezayî gelek dûr û pir kûr e, Ma kî dikare wê bibîne?

25 Ez bi dilê xwe li şehrezayiyê digeriyam, Min lê kola ku ez sedemên li pişt tiştan bibînim. Ez geriyam ku fêm bikim xerabî bêaqilî ye, Ehmeqî jî dînîtî ye.

26 Tiştên ku min dît ev in: Jina xerab ji mirinê tehltir e. Ew jin ku dilê wê dafik, Destên wê zincîr in. Zilamê ku bi dilê Xwedê ye, Ji wê direve û rizgar dibe, Lê kesê gunehkar dikeve destê wê.

27 Îcar waiz dibêje: “Min ev dît: Ji bo ku ez sedemên pişt tiştan bibînim, Min yekê bi ser ya din ve danî.

28 Lê tiştê ku ez lê digeriyam, min nedît: Ji nav hezaran min tenê zilamek dît, Di nav wan hemûyan de min jinek jî nedît.

29 Îcar min tenê ev dît Ku Xwedê mirov rast afirandin, Lê ew li gelek dek û dolaban digeriyan.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan