Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Waiz 5 - Kurmanji Încîl


Tirsa Xwedê

1 Dema ku tu diçî Mala Xwedê, hay ji gavên xwe hebe. Çêtir e ku tu ji bo guhdarîkirinê nêzîk bibî, ne ku tu qurbana bêaqilan pêşkêş bikî. Çimkî ew nizanin ku xerabiyê dikin.

2 Bi devê xwe nelezîne, Ne jî bila dilê te li ber Xwedê ji peyivînê re bilezîne. Çimkî Xwedê li ezmanan e, lê tu li erdê yî, Loma bila gotinên te hindik bin.

3 Xema zêde dibe xewn, Gotina zêde jî bêaqiliyê tîne.

4 Gava tu ji Xwedê re soz didî, bi derengî nekeve. Çimkî yên bêaqil ne bi dilê wî ne. Soza xwe pêk bîne.

5 Di şûna ku tê soz bidî û nekî, soz nede çêtir e.

6 Rê nede devê xwe ku bi bedena te guneh bide kirin. Li pêş kahin nebêje: “Min şaşîtî kir.” Wê çima bi gotina devê te hêrs bibe û karên destê te xera bike?

7 Rast e ku xewneroj, pûçîtî û peyv pir in, lê tu ji Xwedê bitirse.


Dewlemendî jî pûç e

8 Heke tu dibînî li welatekî zordestî li feqîran tê kirin, heqî û edalet tê binpêkirin, tu li vê yekê şaş nemîne. Çimkî di ser yê bilind de bilindtir heye û di ser wan de jî hê bilindtir hene.

9 Feydeya ku ji axê tê ji bo her kesî ye. Heke ji bo dabeşkirina berê axê padîşahekî dadperwer hebe, çêtir e. Padîşahê ku dixwaze erd û zevî werin cotkirin ji hemû welat re bifeyde ye.

10 Kesê ku ji pere hez dike, ji pere têr nabe, Yê ku ji serwetê hez dike, qîma xwe bi qezenca xwe nayîne. Ev jî pûç e.

11 Mal zêde dibe, kesên jê dixwin jî zêde dibin, Ji xeynî mêzekirinê, çi feydeya wî ji xweyê wî re heye?

12 Dixwazî hindik, dixwazî bila zêde bixwe, Xewa kesê ku dixebite şîrîn e. Lê zêdebûna malê yê dewlemend nahêle ku razê.

13 Min li ser rûyê erdê belayeke xerab dît: Dewlemendiya ku ji xweyê xwe re bêxêr e tê civandin.

14 Ev dewlemendî bi rastneçûna kar tune dibe. Xweyê wê bav be jî, ji kurê xwe re tiştekî nahêle.

15 Mirov çawa ji zikê diya xwe derkeve, Wekî ku hatiye, wê tazî here. Wê ji keda xwe tu tiştekî, Di destê xwe de bi xwe re nebe.

16 Îcar çawa hatibe wê wisa here. Nexwe ev jî belayeke xerab e, Ma çi kara mirov, Di keda ku di ber bayê de tê dayîn heye?

17 Di hemû rojên xwe de di tariyê de dixwe, Gelek aciz dibe, hêrs dibe û nexweşiya wî heye.

18 Îcar min dît ya baş ev e: Mirov bixwe û vexwe û li vê dinyayê, di rojên Xwedê de, ji bo hemû keda ku daye şa bibe. Çimkî para mirov ev e.

19 Heke Xwedê mal û dewlemendiyê bide mirovekî û bike ku ew bikare jê bixwe, para xwe jê bistîne û bi keda xwe şa bibe, ev diyariya Xwedê ye.

20 Îcar mirov li ser rojên jiyana xwe pir nafikire, ji ber ku Xwedê dilê mirov bi şahiyê mijûl dike.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan