Waiz 3 - Kurmanji ÎncîlWextê her tiştî heye 1 Wextê her tiştî heye, Di bin ezmanan de dema her kirinê heye. 2 Dema bûyînê û dema mirinê, Dema çandinê û dema rakirinê, 3 Dema kuştinê û dema saxkirinê, Dema xerakirinê û dema avakirinê, 4 Dema girînê û dema kenînê, Dema şînê û dema şahiyê, 5 Dema avêtina keviran û dema civandina keviran, Dema hembêzkirinê û dema sarbûnê, 6 Dema lêgerînê û dema windakirinê, Dema hilanînê û dema avêtinê, 7 Dema çirandinê û dema dirûtinê, Dema hişbûnê û dema peyivînê, 8 Dema hezkirinê û dema nefretkirinê, Dema şer û dema aştiyê heye. 9 Ma çi kara xebatkar di ber keda ku daye de heye? 10 Min zehmetiya ku Xwedê di ber kirina kar de da mirovan dît. 11 Wî her tişt di dema wî de xweş çêkir. Wî herheyîtî kir dilê mirovan. Dîsa jî mirov, karê ku Xwedê dike ji serî heta binî fêm nake. 12 Ez dizanim ku ji bo mirov, di hemû dema ku dijî de, ji şabûn û kêfkirinê çêtir tiştek tuneye. 13 Xwarin û vexwarina her mirovî û ji tevahiya keda xwe qencî dîtin, diyariya Xwedê ye. 14 Ez dizanim, her tiştê ku Xwedê dike, wê her û her bimîne. Tu tişt nikare lê bê zêdekirin û ne jî tiştek dikare jê bê kêmkirin. Ji bo ku jê bitirsin Xwedê wisa çêkir. 15 Ya ku heye ji berê ve ye û ya ku wê çêbibe ji berê ve çêbûye. Xwedê hesabê tiştên derbasbûyî dike. 16 Min li ser rûyê erdê ev jî dît: Di şûna heq de xerabî heye, Di cihê rastiyê de xerabî heye. 17 Min di dilê xwe de got: “Xwedê wê dîwana yê rast û yê xerab jî bike, Çimkî li ba wî ji bo her tiştî û her karî demek heye.” 18 Min di dilê xwe de li ser mirovan got: “Xwedê wan diceribîne ku bibînin ew tenê heywan in.” 19 Çimkî ya ku tê serê mirovan, tê serê heywanan jî. Tiştê ku tê serê wan yek e. Mirov çawa dimirin, heywan jî wisa dimirin. Hilma herduyan eynî ye. Mirov ne di ser heywanan re ye, çimkî her tişt pûç e. 20 Hemû diçin derekê, hemû ji axê ne û hemû cardin vedigerin axê. 21 Ma kî dizane ku piştî mirinê mirov dertên jor û heywan dadikevin jêr? 22 Îcar min dît, ji şabûna mirov a bi karê xwe çêtir tiştek tuneye. Çimkî para mirov ev e. Ma wê kî wî bi şûn de bîne ku tiştên piştî wî çêbûne bibîne? |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey