Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Waiz 2 - Kurmanji Încîl


Zewq û sefa jî pûç in

1 Min di dilê xwe de got: “Ka were li tehma zewqê binêre, baş e, ne baş e bibîne.” Va ye ew jî pûç e.

2 Min ji bo kenînê got: “Dînîtî ye” û ji bo şahiyê jî got: “Bi kêrî çi tê?”

3 Min biryar da bi şerabê şa bim û li pey bêaqiliyê bikevim, lê şehrezayiyê jî rêberiya min dikir. Min dixwest bizanibim di çend rojên jiyana mirov de, çi ji bo wî baş e.

4 Min karên mezin kirin, ji xwe re xaniyan ava kirin û rez danîn.

5 Min ji bo xwe bexçe û xerzik danîn û di nav de her cure darên fêkiyan danîn.

6 Min ji bo avdana wan daristanan lîç çêkirin.

7 Min xulam û xadim standin, koleyên li mala min hatibûn dinyayê jî hebûn. Gelek malê min, pez û dewarên min hebûn. Hem jî, ji hemûyên ku beriya min li Orşelîmê mane bêtir bûn.

8 Min ji bo xwe zêr û zîv, ji xezîneyên padîşah û herêmên bindestkirî civandin. Stranbêjên min ên jin û mêr û gelek jinên min ên ku mirov jê zewqê distîne hebûn.

9 Ez ewqas dewlemend bûm ku li Orşelîmê kesekî bi qasî min dewlemend nebû. Şehrezayiya min jî dev ji min berneda.

10 Min tu tiştê ku çavê min xwest ji bo xwe texsîr nekir. Min dilê xwe ji tu şahiyê bêpar nehişt. Çimkî dilê min bi hemû keda min şa dibû Û para min a ji hemû keda min ev bû.

11 Çaxê min li hemû karên destên xwe Û keda di ber de dayî nêrî, Min dît ku va ye her tişt pûç e û wek ketina pey bayê ye. Li ser rûyê erdê tu qezenc tunebû.


Şehrezayî ji bêaqiliyê çêtir e

12 Ez dîsa fikirîm ka şehrezayî, dînîtî û bêaqilî çi ye? Ma kesê ku dikeve cihê padîşah, Ji bilî tiştên ku berê hatine kirin, dikare çi bike?

13 Min dît ku ronahî di ser tariyê re, Şehrezayî jî di ser bêaqiliyê re ye.

14 Zilamê şehreza bi çavên serê xwe dibîne, Lê yê bêaqil di tariyê de rêve diçe. Lê min fêm kir, ya ku tê serê herduyan yek e.

15 Û min di dilê xwe de got: “Ya ku tê serê kesê bêaqil, wê bê serê min jî. Îcar çima ez evqas şehreza bûme?” Loma min di dilê xwe de got: “Ev jî pûç e.”

16 Çimkî wek yê bêaqil, kesê şehreza jî di rojên pêş de tê jibîrkirin. Di pêşerojê de herdu jî nayên bîra kesî. Heyf e ku kesên şehreza jî wekî yên bêaqil dimirin.


Xebat jî pûç e

17 Îcar min ji jiyanê nefret kir, Çimkî ya ku li ser rûyê erdê dihat kirin, Ji min re giran hat. Her tişt pûç e, Wek ketina pey bayê ye.

18 Min ji hemû keda xwe ya ku min li ser rûyê erdê da, nefret kir. Çimkî ezê her tiştî ji yê ku piştî min tê re bihêlim.

19 Kî dizane ka wê şehreza yan bêaqil be? Dîsa jî wê li ser her tiştî rûne ku min li dinyayê bi ked û şehrezayî dest xist. Ev jî pûç e.

20 Loma min hêviya xwe ji hemû keda xwe ya ku min li ser rûyê erdê daye birî.

21 Çimkî mirov hene ya ku bi ked, zanîn, şehrezayî û jêhatîbûna xwe bi dest dixin, ji kesekî ku keda xwe di ber re nedaye re dihêlin. Ev jî pûç û xerabiyeke mezin e.

22 Çi feydeya mirov ji hemû keda wî û xemxwarina wî ya li ser rûyê erdê heye?

23 Hemû rojên wî, karên wî derd û keder in. Bi şev jî dilê wî rihetiyê nabîne. Ev jî pûç e.

24 Ji bo mirovan ji xwarin, vexwarin û şakirina canî ya bi kedê çêtir tiştek tuneye. Min dît ku ev jî, ji Xwedê ye.

25 Çimkî bêyî wî, kî dikare bixwe û kî dikare zewqê bibîne?

26 Çimkî Xwedê şehrezayî, zanabûn û şabûnê dide zilamê ku jê razî ye. Îcar Xwedê, karê civandin û danîna ser hev dide yê gunehkar, ji bo ku piştre bide kesê qenc. Ev jî, ji bo mirov pûç û wek ketina pey bayê ye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan