Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Waiz 11 - Kurmanji Încîl


Qencî qenciyê tîne

1 Nanê xwe bavêje ser avê, Çimkî piştî gelek rojan tê bibînî.

2 Li heft, heta heşt kesan parve bike, Çimkî tu nizanî wê çi xerabî li ser rûyê erdê çêbe.

3 Heke ewr bi avê tije bin, Wê bi ser erdê ve bibarin. Darek bi aliyê başûr an bi aliyê bakur ve biqelibe, Wê li dera ku qelibiye bimîne.

4 Kesê çavdêriya bayê dike, wê neçîne, Kesê li ewran dinêre, wê hilneyîne.

5 Çawa tu nizanî ka çawa nefes tê hestiyên ku di zikê dê de ne, Tu bi karê Xwedê yê ku her tiştî çêdike jî nizanî.

6 Tu serê sibê tovê xwe bireşîne Û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe, Çimkî tu nizanî wê kîjan tov baş bibe, Ev an yê din, An ku wê herdu jî baş bibin.

7 Ronahî şîrîn e, Dîtina rojê bi çavan xweş e.

8 Mirovek salên dirêj bijî, Bila di hemûyan de şa be, Lê bila rojên xwe yê tarî bi bîr bîne, Çimkî wê gelek bin. Her tiştê ku tê pûç e.


Qedrê xortaniyê bizane

9 Xorto! Di ciwaniyê xwe de şa be, Bila di rojên xortaniyê de dilê te, te şa bike. Tu di riya dilê xwe û di ya ku çavê te dibîne de bimeşe, Lê bizane, Xwedê ji bo tevahiya van tiştan dadbar bike.

10 Loma kederê ji dilê xwe bavêje Û xerabiyê ji bedena xwe dûr bigire, Çimkî xortanî û mêrxasî pûç e.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan