Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Waiz 10 - Kurmanji Încîl

1 Mêşên mirî rûnê etaran genî û xera dikin, Piçek bêaqilî jî şehrezayî û rûmetê betal dike.

2 Dilê mirovên şehreza li aliyê rastiyê ye, Dilê bêaqilan li aliyê şaşiyê ye.

3 Di rabûn û rûniştinê de jî aqilê ehmeqan kêm e, Bêaqiliya xwe ji her kesî re kifş dikin.

4 Heke hêrsa serwer li dijî te rabûbe, Tu bêhna xwe fireh bike, Çimkî nermbûn sûcên mezin dinixême.

5 Xerabiyeke ku min li ser rûyê erdê dît heye, Ev şaşî ji aliyê desthilatdaran ve tê kirin:

6 Bêaqilan li meqamên bilind, Dewlemendan li yên nizim didin rûniştin.

7 Min dît ku kole li ser hêsp, Lê serekên wan wek koleyan peya rêve diçûn.

8 Yê ku çalê dikole, bi xwe dikevê, Yê ku di dîwêr de qulê vedike, mar pê vedide.

9 Kesê kevir dibire, ji kevir tehl dibe, Kesê êzingan dibire, ji ber wan dikeve talûkê.

10 Heke bivir kor be û nehatibe tûjkirin, Hê bêtir hêzê dixwaze, Lê ji bo serketinê, şehrezayî bifeyde ye.

11 Heke mar, beriya ku sêr bê kirin pê vede, Feydeya sêrbaz qet tuneye.

12 Gotinên mirovê şehreza wî rûmetdar dike, Lê lêvên yê bêaqil xwe wêran dikin.

13 Destpêka gotina devê wan bêaqilî, Dawiya gotina wan dînîtî ye.

14 Yê bêaqil gotinê dirêj dike. Kes nizane wê çi bibe, Ma wê kî jê re bêje, ka piştî wî çi bû?

15 Keda bêaqilan wan diwestîne, Çimkî nizanin ku wê çawa herin bajêr.

16 Ya welato, wey li halê te, Gava padîşahê te mîna zarok be Û serekên te serê sibê ziyafetê bidin.

17 Ya welato, xwezî bi te, Gava padîşahê te esilzade ye Û serekên te ne ji bo serxweşbûnê, Lê ji bo ku xurt bibin, di demê de ziyafetê didin.

18 Ji tiraliyê ban dipelişe, Ji sistiya destan, dilopên baranê dikevin hundir.

19 Ziyafet ji bo kenînê tê çêkirin, Şerab şahiyê dide jiyanê Û pere têra her tiştî dike.

20 Di dilê xwe de jî çêrî padîşah neke Û li odeya razanê çêrî dewlemendan neke. Çimkî çivîka ezmanan deng dibe Û yên ku baskên wan hene peyvê radigihînin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan