Waiz 1 - Kurmanji ÎncîlHer tişt pûç e 1 Gotinên Waiz, kurê Dawid, Padîşahê Orşelîmê ev e: 2 Waiz dibêje: “Çiqas pûç û vala ye. Her tişt pûç e.” 3 Ma çi kara mirov heye, Ji hemû keda ku li ser rûyê erdê dide? 4 Nifşek diçe û nifşek tê, Lê dinya her wek xwe dimîne. 5 Roj dertê û roj diçe ava, Dîsa baz dide dera ku jê hilatiye. 6 Ba bi başûr ve diçe, li bakur dizivire, Li hev dizivire û diçe Û her li cihê xwe dizivire. 7 Hemû çem diherikin deryayê, Lê derya tije nabe Û av dizivire dera ku jê diherike. 8 Her tişt diwestîne, Bi qasî ku nayê salixdan. Çav bi dîtinê têr nabe, Guh bi bihîstinê tije nabe. 9 Berê çi bûbe, wê cardin ew bibe, Çi hatibe kirin, wê ew bê kirin, Li ser rûyê erdê tiştekî nû tuneye. 10 Ma kesekî dikare bêje: “Binêre ev nû ye?” Ji berê ve, ji sal û demên berê ve çêbûye. 11 Çawa nifşên berê nayên bibîranîn, Nifşên bê jî, ji aliyê nifşên piştî wan ve Wê neyên bibîranîn. Şehrezayî pûç e 12 Ez Waiz, li Orşelîmê li ser Îsraêlê padîşah bûm. 13 Min fikra xwe, ji bo ku bi şehrezayiyê li her tiştê ku li ser rûyê erdê pêk tên bixebite û lê bikole terxan kir. Ev karekî zehmet e. Xwedê ev da mirov ku pê re bilî bibe. 14 Min hemû karên ku li ser rûyê erdê tên kirin dîtin û hemû jî pûç in, wek ketina pey bayê ne. 15 Ya xwar nayê rastkirin, ya kêm nayê temamkirin. 16 Min ji xwe re got: “Min şehrezayiya xwe, ji hemû yên ku beriya min li ser Orşelîmê padîşahî kirine gelekî zêdetir kir. Dilê min têra xwe zanîn û şehrezayî dît.” 17 Min dilê xwe da zanîna şehrezayiyê û ez ji bo dînîtî û bêaqiliyê xebitîm. Min fêm kir ku ev jî wek ketina pey bayê ye. 18 Çimkî di şehrezayiya zêde de kedera zêde heye û yê ku zanîna xwe zêde dike, derdê xwe bêtir dike. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey