Ûnis 4 - Kurmanji ÎncîlHêrsbûna Ûnisê Pêxember û dilovaniya Xwedê 1 Ev yek gelek li zora Ûnis çû û ew hêrs bû. 2 Wî ji Xudan re dua kir û got: “Ax, ya Xudan, hê gava ez li welatê xwe bûm, ma min ev negot? Ji ber vê yekê ez yekser reviyam Tarşîşê. Min dizanibû tu Xwedayekî keremdar û dilrehm î, tu zû hêrs nabî, dilovaniya te zêde ye û tu dev ji cezakirinê berdidî. 3 Ya Xudan, ji kerema xwe niha ruhê min bistîne! Çimkî ji bo min mirin, ji vî halî çêtir e.” 4 Xudan got: “Ma çi heqê te heye ku tu hêrs bibî?” 5 Ûnis ji bajêr derket û li rojhilatê bajêr rûnişt. Wî li wir ji bo xwe holikek çêkir û di bin siya wê de rûnişt ku bibîne ka wê çi bê serê bajêr. 6 Xwedê Xudan ji bo ku Ûnis ji rewşa xerab rizgar bike û ji serê wî re siyê çêke, şînahiyekê peyda kir. Ûnis pê gelek kêfxweş bû. 7 Lê roja din ber destê sibê, Xwedê kurmikek şand, kurm li şînahiyê ket û ew hişk kir. 8 Gava tav derket, Xwedê bayekî rojhilat ê bi şewat rakir. Tavê li serê Ûnis xist û ew sist bû. Wî xwest ku bimire û got: “Ji bo min mirin, ji vî halî çêtir e.” 9 Lê belê Xwedê ji Ûnis re got: “Ma heqê te heye ku tu li ser şînahiyekê hêrs bibî?” Ûnis got: “Heqê min heye, ez ji ber hêrsa xwe dikim bimirim.” 10 Paşê Xudan got: “Tu li ber wê şînahiyê dikevî ku te di ber de ked nedaye û mezin nekiriye. Ew şînahiya ku di şevekê de şîn bû û di şevekê de jî hişk bû. 11 Îcar ez, li ber Nînewayê, li ber wî bajarê mezin nekevim? Li wî bajarî ji sed û bîst hezarî zêdetir kes hene ku çep û rastên xwe ji hev dernaxin. Herwiha gelek heywan jî li wir hene.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey