Ûnis 3 - Kurmanji ÎncîlÛnisê Pêxember diçe Nînewayê 1 Gotina Xudan cara diduyan ji Ûnis re hat û got: 2 “Rabe, here Nînewayê, wî bajarê mezin û ya ku ezê ji te re bêjim bide bihîstin.” 3 Ûnis rabû û li ser gotina Xudan çû Nînewayê. Nînewa bajarekî wisa mezin bû ku bi qasî rêveçûna sê rojan bû. 4 Ûnis ket bajêr, bi qasî rojekê rê ve çû û bi dengekî bilind got: “Çil roj bi şûn de, wê Nînewa serobino bibe.” 5 Xelkê Nînewayê bawerî bi Xwedê anî. Rojî girt û ji mezinan heta biçûkan, her kesî çûx li xwe kir. 6 Gava Padîşahê Nînewayê ev yek bihîst, ji ser textê xwe rabû, xiftanê xwe deranî, çûx li xwe pêça û li ser xweliyê rûnişt. 7 Piştre li Nînewayê ev ferman da: “Fermana padîşah û giregiran ev e: Ne mirov û ne jî heywan divê tiştekî nexwe û venexwe. Herwiha pez û dewar divê neçêrin û avê venexwin. 8 Bila hemû mirov û heywan çûx li xwe bikin û bi hêzdarî gazî Xwedê bikin. Bila herkes ji riya xerab bizivire û destê xwe ji zordariyê bikişîne. 9 Kî zane? Belkî wê gavê Xwedê fikra xwe biguhere, dev ji hêrsa xwe ya dijwar berde û em helak nebin.” 10 Xwedê kirinên Nînowayiyan dît. Ew ji gunehên xwe zivirîbûn. Li wan hat rehmê, fikra xwe guhert. Tiştê ku soz dabû bîne serê wan, nekir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey