Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ûnis 2 - Kurmanji Încîl


Duaya Ûnisê Pêxember

1 Ûnis ji zikê masî, ji Xwedayê xwe Xudan re dua kir û got:

2 “Min di tengasiya xwe de gazî Xudan kir Û wî bersiva min da. Min ji binê diyarê miriyan kir hewar, Te dengê min bihîst.

3 Te ez avêtim kûrahiyê, binê deryayê. Pêlên avan ez rapêçandim, Hemû pêlên te di ser min re derbas bûn.

4 Min got: ‘Ez ji hizûra te hatim avêtin, Lê belê cardin ezê li perestgeha te ya pîroz binêrim.’

5 Avê ez rapêçandim, Gihîşt heta ber dev. Kûrahiyê dor li min pêça, Kevz li serê min herbilî.

6 Ez daketim binê çiyan, Dinya, her û her li ser min hat radan. Lê ya Xwedayê min Xudan, Te canê min ji çalê rizgar kir.

7 Gava hêza min nema, min Xudan bi bîr anî. Duaya min a ji bo te Gihîşt perestgeha te ya pîroz.

8 Yên ku xwe dispêrin pûtên derewîn, Ji te re dilsoz namînin.

9 Lê belê ezê bi dengekî bilind spasiya te bikim, Ji bo te ezê qurban û nedran bidim. Ezê soza xwe pêk bînim. Rizgarî ji Xudan tê.”

10 Xudan li masî emir kir û masî Ûnis avêt bejahiyê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan