Ûnis 1 - Kurmanji ÎncîlÛnisê Pêxember ji Xudan direve 1 Rojeke gotina Xudan ji Ûnisê kurê Amîttay re hat û got: 2 “Rabe, here Nînewayê, wî bajarê mezin. Li dijî wî dengê xwe bilind bike, çimkî xerabiya wan gihîşt heta ba min.” 3 Lê belê Ûnis ji ber Xudan reviya ku here Tarşîşê. Ew daket Yafayê û gemiyeke ku diçe Tarşîşê dît. Wî heqê riya xwe da û ket gemiyê ku bi wan re here Tarşîşê û ji Xudan dûr bikeve. 4 Xudan bagerek mezin bi ser deryayê ve şand. Di deryayê de bahozeke wisa mezin rabû ku hindik mabû gemî perçe perçe bibe. 5 Deryavan tirsiyan û her yekî ji îlahê xwe re kir hewar. Ji bo ku barê gemiyê sivik bikin tiştên tê de avêtin deryayê. Lê Ûnis daketibû embara gemiyê, razabû û ketibû xeweke giran. 6 Serwerê gemiyê hat ba Ûnis û jê re got: “Ev çi razan e! Rabe, ji îlahê xwe re bike hewar! Belkî me bîne bîra xwe û em helak nebin.” 7 Piştre deryavanan ji hev re got: “Werin em pişkê bavêjin û hîn bibin ka gelo kê ev bela aniye serê me.” Wan pişk avêt û li Ûnis ket. 8 Jê re got: “Ka ji me re bêje, kî ye sedema vê belayê! Tu çi karî dikî? Ji ku derê têyî? Welatê te ku der e? Tu ji kîjan miletî yî?” 9 Ûnis ji wan re got: “Ez Îbranî me, ez diperizim Xudan, Xwedayê Ezmanan ê ku bejahî û derya afirandiye.” 10 Paşê zilam bêtir tirsiyan û jê re gotin: “Ev karê ku te kir çi ye?” Çimkî wan dizanibû ku ew ji ber Xudan direve, ji ber ku wî berê ji wan re gotibû. 11 Wan jê re got: “Ji bo ku derya bisekine û aram be, em çi ji te bikin?” Çimkî her ku diçû pêlên deryayê har dibûn. 12 Ûnis ji wan re got: “Min bavêjin deryayê û wê derya ji bo we aram bibe. Ez dizanim ev bahoza mezin ji ber min hat serê we.” 13 Deryavan, ji bo ku bigihîjin bejahiyê, zor dan bêrikan. Lê belê bi ser neketin, ji ber ku her diçû pêlên deryayê bilindtir dibûn. 14 Gazî Xudan kirin û gotin: “Ya Xudan, em ji te lava dikin, nehêle ku em ji ber vî mirovî helak bibin. Gunehê wî nexe stûyê me. Ya Xudan, te çawa xwest wisa jî kir.” 15 Rabûn, Ûnis avêtin deryayê. Li ser vê yekê derya aram bû. 16 Deryavan gelekî ji Xudan tirsiyan û jê re qurban pêşkêş kir û soz ji Xudan re dan. 17 Xudan masiyekî mezin şand ku Ûnis daqurtîne. Ûnis sê roj û sê şevan di zikê masiyê mezin de ma. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey