Tîmotʼêyo II 1 - Kurmanji ÎncîlSilav 1 Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê li gor soza jiyana ku bi Mesîh Îsa ye, Şandiyê Mesîh Îsa ye, 2 ji kurê min ê delal Tîmotêyos re: Ji Bav Xwedê û ji Xudanê me Mesîh Îsa, rehm, kerem û aştî li ser te be. Razîbûn û Dilşidandin 3 Ez hergav şev û roj di duayên xwe de te tînim bîra xwe û ji Xwedayê ku ez ji bav û kalan ve bi wijdana paqij diperizimê re şikir dikim 4 Ez hêstirên çavên te tînim bîra xwe û ez bêriya te dikim, da ku dilê min tije şahî bibe. 5 Ez wê baweriya te ya ji dil tînim bîra xwe, ku pêşî di dilê dapîra te Loyîsê û diya te Evnîkê de bû û ez piştrast im ku di dilê te de ye jî. 6 Ji bo vê yekê ez tînim bîra te, ku tu agirê diyariya Xwedê gur bikî, ku bi destdanîna min a li ser te, ji te re hatiye dayîn. 7 Çimkî Xwedê ne ruhê tirsonekiyê, lê belê Ruhê karîn, hezkirin û xwegirtinê daye me. 8 Îcar şerm neke, ku tu ji bo Xudanê me şahidiyê bikî, ne jî ji min şerm bike, ez ê ku di ber wî de girtî me. Lê li gor hêza Xwedê, bi min re ji bo Mizgîniyê tengahiyê bikişîne. 9 Xwedê em xilas kirin, Û ji bo pîroziyê gazî me kir Ne ji ber kirinên me, Lê li gor mebest û kerema xwe. Ev kerem bi destê Mesîh Îsa, Ji beriya destpêka deman ve ji me re hat dayîn. 10 Lê niha ew bi xuyabûna Xilaskarê me Mesîh Îsa eşkere bû; wî mirin betal kir, Jiyan û nemirinî bi Mizgîniyê derxist ber ronahiyê. 11 Ez ji vê Mizgîniyê re peyvbêj, Şandî û mamoste hatime kifşkirin. 12 Û ji ber vê yekê jî ez vî cefayî dikişînim. Îcar ez şermî nabim, çimkî ez dizanim ku min bi kê baweriya xwe aniye û ez piştrast im, ew dikare tiştê ku spartiye min, heta wê rojê jî biparêze. 13 Wan peyvên saxlem ên ku te ji min bihîstine, bi bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye ji xwe re bike mînak. 14 Wan tiştên qenc ên ku li te hatine spartin, bi Ruhê Pîroz ê ku di dilê me de rûdine, biparêze. 15 Tu dizanî, hemû yên ku di herêma Asyayê de ne, dev ji min berdan; Fûgelos û Hêrmoxênîs jî ji wan in. 16 Bila Xudan rehma xwe li mala Onîsîforos bike, çimkî wî gelek caran dilê min rihet kir û ji girtîbûna min şerm nekir, 17 lê gava ku hat Romayê, bi xîretkêşî li min geriya û ez dîtim. 18 Xudan bike, ku di wê rojê de ew rehmê ji Xudan bibîne. Tu qenc dizanî ku li Efesê wî ji min re çiqas xizmet kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey