Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Tîmotʼêyo I 1 - Kurmanji Încîl


Silav

1 Ji Pawlosê ku li gor emrê Xilaskarê me Xwedê û Mesîh Îsa yê ku hêviya me ye, Şandiyê Mesîh Îsa ye,

2 ji Tîmotêyos re, yê ku di baweriyê de kurê min ê rast e: Ji Bav Xwedê û ji Xudanê me Mesîh Îsa rehm, kerem û aştî li ser te be.


Hişyarkirina li hember Hînkirinên Şaş

3 Gava ez diçûm Mekedonyayê, min zor da te, ku tu li Efesê bimînî, da ku tu tembîhê bidî hinekan, ku hîndariyên dijber hîn nekin

4 û xwe nedin çîrok û navnameyên malbatî yên ku dawiya wan nayê. Ew ji pêkanîna karê Xwedê yê ku bi baweriyê ye zêdetir, dibin sedemê devjeniyan.

5 Lê armanca tembîhê ew hezkirin e ku ji dilekî paqij, wijdaneke qenc û ji baweriya bêdurûtî tê.

6 Hinek, ji van tiştan varî bûn û ketin pey gotinên pûç.

7 Ew dixwazin bibin mamosteyên Şerîetê, lê ew bi xwe nizanin ku çi dibêjin û ne jî wan tiştên ku didin pêş fêm dikin.

8 Em vê dizanin: Eger mirovek Şerîetê bi awayê rast bi kar bîne, Şerîet qenc e.

9 Em dizanin ku Şerîet ne ji bo yên rast tê dayîn, lê ji bo yên neheq û serhişkan, ji bo jixwedênetirs û gunehkaran, ji bo nepaqij û nepakan, ji bo dêkuj û bavkujan, ji bo mêrkuj û

10 fuhûşkaran, ji bo qûngê û dizên mirovan, ji bo derewkar û yên ku bi derew sond dixwin û ji bo her tiştê din ê ku li hember hîndariya saxlem radibe, tê dayîn.

11 Ev yek li gor Mizgîniya birûmet a Xwedayê pîroz a ku li min hatiye spartin, weha ye.


Rehma Xwedê

12 Ez ji Xudanê me Mesîh Îsa re şikir dikim ê ku hêz daye min, çimkî wî ez dilsoz hesab kirim û ez danîm ser vê xizmetê.

13 Bi ser ku min berê çêrî wî dikir, ez cefaker û kustax bûm, rehm li min hat kirin, çimkî min di bêbaweriyê de bi nezanî kir.

14 Kerema Xudanê me bi wê bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye li ser min zêde bû.

15 Ev peyv dilsoz e û bi her awayî hêjayî qebûlkirinê ye, ku dibêje: «Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran xilas bike» û ji wan ê herî gunehkar ez im.

16 Îcar rehm li min hat kirin ku Mesîh Îsa, li ser gunehkarekî wek min xerab, sebra xwe ya herheyî nîşan bide, da ku ez bibim mînaka wan ên ku wê ji bo jiyana herheyî baweriya xwe bi wî bînin.

17 Îcar ji wî Padîşahê herheyî yê ku namire û li çavan xuya nabe, ji Xwedayê tenê re her û her hurmet û rûmet be! Amîn.

18 Ey kurê min Tîmotêyos, ez li gor wan pêxemberîtiyên ku ji pêşî ve li ser te hatibûn kirin, vê tembîhê dispêrim te, da ku tu bi wan tekoşîna qenc bikî

19 û baweriyê û wijdana qenc biparêzî. Hinekan guh nedan dengê wijdanê, di aliyê baweriyê de xewirîn û çûn.

20 Hîmenayos û Skender ji van in, min ew dan destê Îblîs, da ku ew hîn bibin çêrî Xwedê nekin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan