Selanîkî I, 1 - Kurmanji ÎncîlSilavkirin 1 Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotêyos, ji civîna bawermendan a Selanîkiyan re, ku bi Bav Xwedê û bi Xudan Îsa Mesîh e: Kerem û aştî li ser we be. Baweriya Qenc a Selanîkiyan 2 Em hergav ji bo we hemûyan ji Xwedê re şikir dikin û di nav duayên xwe de bê rawestin we tînin bîra xwe. 3 Em li ber Bavê xwe Xwedê kirinên we yên ji baweriya we, keda we ya ji hezkirinê û ragirtina we ya ji hêviya ku bi Xudanê me Îsa Mesîh e, tînin bîra xwe. 4 Ya birayên ku hezkiriyên Xwedê ne, em dizanin ku wî hûn bijartin, 5 çimkî Mizgîniya me ne tenê bi peyvê, lê belê bi hêzê, bi Ruhê Pîroz û bi piştrastiyeke mezin gihîşt we. Hûn dizanin ku em ji bo we, di nav we de mirovên çawa bûn. 6 Û hûn bûn mirovên ku mîna me û mîna Xudan dikin; we di nav gelek tengahiyan de bi şahiya Ruhê Pîroz peyv qebûl kir. 7 Bi vî awayî hûn ji bo hemû bawermendên Mekedonya û Axayayê bûn mînak. 8 Çimkî peyva Xudan ji nav we derket û ne bi tenê di nav Mekedonya û Axayayê de belav bû, lê belê baweriya we ya bi Xwedê gihîşt her cihî, wisa ku êdî ne hewce ye ku em tiştekî ser ve zêde bikin. 9 Çimkî ew li ser me dibêjin, ka we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pûtan li Xwedê vegeriyane, ku hûn xulamtiyê ji Xwedayê jîndar û rast re bikin 10 û li hêviya hatina Kurê wî ya ji ezmanan bin. Ev, ew Îsa ye, ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye û ew e yê ku me ji xezeba ku tê xilas dike. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey