Sefanya 2 - Kurmanji Încîl1 Bicivin! Gelê bêşerm, bicivin! 2 Beriya ku ferman rabe Û roj wek hûrika kayê derbas bibe, Beriya ku hêrsa dijwar a Xudan bi ser we de were Û beriya ku hêrsa roja Xudan bi ser we de were, bicivin! 3 Tevahiya nefsbiçûkên welêt Yên ku bi rê û rêbazên Xudan dikin, Li Xudan bigerin! Li edaletê bigerin, Li nefsbiçûkiyê bigerin. Dibe ku di roja hêrsa Xudan de Hûn bên parastin. Xwedê miletan ceza dike 4 Wê esse Xeza vikîvala bimîne. Wê Aşqelon wêran bibe. Wê dema nîvro Aşdod bê valakirin, Wê Eqron ji kokê ve bê rakirin. 5 Wey li şêniyên li keviya deryayê, Li miletê Kerêtiyan! Ya Kenanê! Ya welatê Filîstiyan! Gotina Xudan li dijî we ye! Ezê te tune bikim Û wê rûniştî nemîne. 6 Wê keviya deryayê bibin mêrg, Şikeftên şivanan û hevşiyên keriyan. 7 Wê ev der bibin milkê bermayiyên Mala Cihûda. Wê li ser wê keriyên xwe biçêrînin Û bi şev li malên Aşqelonê razên. Çimkî Xwedayê wan Xudan wê hay ji wan hebe Û wê bermayiyên wan vegerîne firehiya berê. 8 Min tinazên Moavê Û riswakirinên Emmoniyan bihîstin. Min tinazkirina wan a li ser gelê min Û gefxwarina wan a li dijî herêmên wî jî bihîstin. 9 Gotina Xudanê Karîndar, Xwedayê Îsraêl ev e: Ji ber vê yekê, ez bi serê min bikim, Wê Moav bibe wek Sodomê, Wê Emmonî bibin wek Gomorayê. Wê bibin milkê gezgezkê û kortên xwê, Wê her û her wêrane bibin. Wê bermayiyên gelê min wan talan bikin Û wê saxmayiyên miletê min wan wek mîras bistînin. 10 Wê ev bibe berdêla quretiya wan. Çimkî wan tinaz û gefxwarin kirin, Wan li dijî gelê Xudanê Karîndar ev yek kirin. 11 Wê Xudan li dijî wan tirsdar be, Wê tevahiya îlahên dinyayê bihelîne. Wê hemû miletên li keviyên deryayê Ji cihê xwe biperizin wî. 12 “Kûşîno, hûnê jî Bi şûrê min bên kuştin!” 13 Wê Xudan destê xwe dirêjî bakur bike Û Aşûrê tune bike. Wê Nînewayê wêran bike, Wek beriyê ziwa bike. 14 Keriyên her cure heywanên miletan, Wê di nav wê de razên. Wê bûm û jîjo jî Şeva xwe li ser stûnên wî derbas bikin. Wê li pencereyan dengê wan bilind bibe Û xerabe bi ser şemîkan ve bên xwarê. Çimkî wê nexşên dîwarên ji dara sedrê bên standin. 15 Va ye bajarê ku şahiyê dikir Û difikirî ku di ewlehiyê de ye! Ev e bajarê di dilê xwe de dibêje: “Ez heme û ji bilî min kes tuneye.” Çawa bû wêraneyek Û cihekî razanê yên heywanan! Her kesê di ber re derbas dibe Wê bifîkîne û jê re tewtew bike. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey