Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Sefanya 1 - Kurmanji Încîl

1 Gotina Xudan a ku di rojên Yoşiyayê kurê Amonê Padîşahê Cihûdayê de, ji Sefanyayê kurê Kûşiyê kurê Gedalyayê kurê Amaryayê kurê Hîzqiya re hatiye, ev e:


Dadbarkirina gelê Cihûda tê

2 “Ezê her tiştî ji ser rûyê erdê rakim.” Ev e gotina Xudan.

3 “Ezê mirov û heywanan rakim, Ezê teyrên ezmanan û masiyên deryayan, Zilamên xerab û dafikên wan ên gunehan rakim. Ezê ji ser rûyê erdê mirovan helak bikim.” Ev e gotina Xudan.

4 “Ezê destê xwe li dijî gelê Cihûda, Li dijî tevahiya şêniyên Orşelîmê dirêj bikim. Ezê ji vê derê, Bermayiyên ji Baal, Navê pûtperest û kahinên pûtperest,

5 Kesên li ser banan Ji nexşên ezmanan re diçin ser çokan, Kesên diçin ser çokan Û hem bi navê Xudan, Hem jî bi navê Molek sond dixwin,

6 Kesên ji riya Xudan averê dikin, Li Xudan venagerin Û pirsa wî nakin, helak bikim.

7 Li ber Reb Xudan hiş be! Çimkî roja Xudan nêzîk e. Xudan qurbanekê amade kir, Vexwendiyên xwe pîroz kir.

8 Di roja qurbana Xudan de, Ezê tevahiya serekan û kurên padîşah, Tevî hemû kesên li gorî kevneşopiyên xerîban diçin ceza bikim.

9 Wê rojê ezê hemû pûtperestên Ku bi zordarî û hîleyan Malên îlahên xwe dadigirin ceza bikim.”

10 Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ji Dergehê Masiyan hewar, Ji Taxa Duyemîn zarîn Û ji giran wê dengê şikestina mezin were.

11 Ya şêniyên Maktêşê bikin zarîn! Çimkî wê hemû bazirgan tune bibin, Hemû kesên barê wan zîv e, helak bibin.

12 Wê rojê, ezê bi qendîlan li Orşelîmê bigerim. Ezê zilamên ehlê kêfê Ku di dilê xwe de dibêjin: ‘Xudan başiyê jî nake, Xerabiyê jî nake’ ceza bikim.

13 Wê serweta wan talan, Malên wan wêran bibe. Wê malan ava bikin, Lê wê tê de rûnenên. Wê rezan deynin, Lê wê ji şeraba wê venexwin.”


Roja Mezin a Xudan

14 Roja mezin a Xudan nêzîk e, Nêzîk e û pir bi lez tê. Dengê roja Xudan tehl e, Egîd jî wê li wê derê binale.

15 Ev roj, roja xezebê ye. Roja teng û derdê, Roja helakbûn û wêraniyê ye. Roja tarî û taristanê, Roja ewran û tariya kûr e.

16 Roja borîlêxistin û qîrînên Li dijî bajarên bisûr Û li dijî bircên bilind e.

17 “Ezê tengasiyê bînim ser mirovan Û wê wek koran bimeşin. Çimkî li dijî Xudan guneh kirin. Wê xwîna wan wek tozê, Goştê wan wek ziblê bê rijandin.”

18 Wê di roja xezeba Xudan de Zîvên wan jî, zêrên wan jî Wê nikaribe wan rizgar bike. Di agirê xîreta Xudan de Wê tevahiya welêt bê daqurtandin. Çimkî wê hemû şêniyên welêt ber bi dawiyê, Ber bi dawiyeke tirs û sawê ve bibe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan