Samûêl II, 9 - Kurmanji ÎncîlDawidê Padîşah qenciyê li Mefîboşet dike 1 Dawid pirsî û got: “Kesê saxmayî yên ji Mala Şawûl, ji bo xatirê Yonatan qenciyê lê bikim maye?” 2 Bi navê Sîva xulamekî Mala Şawûl hebû. Ew anîn ba padîşah. Dawid jê pirsî: “Sîva tu yî?” Wî jî got: “Belê ez im, ezbenî.” 3 Padîşah pirsî: “Gelo ji Mala Şawûl kesek sax maye ku ez qenciya Xwedê nîşanî wî bidim?” Sîva got: “Kurekî Yonatan heye ku ji herdu lingan kulek e.” 4 Padîşah pirsî: “Ew li ku ye?” Sîva bersiv da û got: “Li Lo-Devarê, li mala Maxîrê kurê Emmiyêl e.” 5 Li ser vê yekê, padîşah ji mala Maxîr gazî kurê Yonatan kir. 6 Dema ku ew hat ba Dawid, li ber wî xwe tewand. Dawid got: “Mefîboşet tu yî?” Mefîboşet lê vegerand: “Belê ez im ezbenî.” 7 Dawid jê re got: “Netirse. Ji bo xatirê bavê te Yonatan, ezê qenciyê li te bikim. Hemû axa bapîrê te Şawûl ezê li te vegerînim. Tê herdem li ser sifra min xwarinê bixwî.” 8 Mefîboşet serê xwe tewand ber xwe û got: “Ma ez xulamê te kî me ku tu bi kûçikekî wekî min mirî re eleqedar dibî?” 9 Dawidê Padîşah şand pey Sîvayê xulamê Şawûl û jê re got: “Min her tiştên ku ji berê de yên Şawûl û malbata wî bûn da neviyê wî Mefîboşet. 10 Tu, kurên xwe û xulamên xwe hûnê axa wî bajon û berê wan jê re bibin ku pêdiviya xwarina neviyê mezinê we peyda bibe. Wê neviyê xweyê te Mefîboşet, herdem li ser sifra min xwarinê bixwe.” Panzdeh kur û bîst xulamên Sîva hebûn. 11 Sîva got: “Ezê hemû fermanên xweyê xwe padîşah pêk bînim.” Mefîboşet wekî kurekî padîşah li ser sifra wî xwarin xwar. 12 Bi navê Mîka kurekî biçûk ê Mefîboşet hebû. Hemû kesên Sîva xizmeta Mefîboşet dikir. 13 Mefîboşet li Orşelîmê dima. Herdem nanê li ser sifra padîşah dixwar. Ew ji herdu piyên xwe kulek bû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey