Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 7 - Kurmanji Încîl


Soza ku Xwedê dabû Dawidê Padîşah
( Dîrok I, 17:1-15 )

1 Padîşah li qesra xwe rûnişt. Xudan jî ew ji ber hemû dijminên derdora wî aramî da wî.

2 Padîşah ji Natanê Pêxember re got: “Va ye, ez di mala dara sedrê de rûdinim. Lê Sindoqa Xwedê di bin perdeyên konî de ye!”

3 Natan ji padîşah re got: “Here hemû tiştên tu difikirî pêk bîne. Xudan bi te re ye.”

4 Wê şevê gotina Xudan ji Natan re hat û got:

5 “Here ji xulamê min Dawid re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Ma tê ji min re malekê ava bikî ku ez tê de rûnim?

6 Ji roja ku min gelê Îsraêl ji Misrê deranî û vir ve, ez di malê de qet rûneniştime. Ez di konekî û meskenekî de vir de wir de diçûm û dihatim.

7 Li her dera ku ez bi tevahiya gelê Îsraêl re çûmê, ma min heta îro ji dadgerekî ku min emir kir ku şivantiya gelê min Îsraêl dike re gotiye: We çima ji bo min maleke ji dara sedrê ava nekir?’

8 “Niha ji xulamê min Dawid re bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Min tu ji mêrgan, ji şivantiya ber pêz anî ku tu bibî serwerê gelê min Îsraêl.

9 Tu bi ku ve diçûyî, ez bi te re bûm. Min hemû dijminên te, ji ber te tune kirin. Ezê navê te bikim wekî navekî mirovên mezin ên vê dinyayê.

10 Ezê ji bo gelê xwe Îsraêl cihekî kifş bikim û li wir daçikînim ku li welatê xwe rûnin û careke din neyên acizkirin. Wê kesên xerab jî wekî demên berê,

11 ji rojên min dadger li ser gelê Îsraêl kirş kirin, êdî zordarî nekin. Ezê ji ber tevahiya dijminên te rihetiyê bidim te. “‘Ez Xudan dibêjim, ezê ji te re malekê ava bikim.

12 Dema tu bimirî û bigihîjî bav û kalên xwe, ezê piştî te yekî ji ziriyeta te derînim û padîşahiya wî xurt bikim.

13 Wê ji bo navê min malekê ava bike. Ezê jî textê padîşahiya wî her û her bidomînim.

14 Ezê bibim bavê wî, wê bibe kurê min. Dema ku ji rê derkeve, ezê bi darê mirovan, bi lêdana mirovan wî bînim rê.

15 Lê ezê dilsoziya xwe jê texsîr nekim. Ew kerema ku min li ber te ji Şawûl standibû, lê ezê tu caran ji te nestînim.

16 Wê mal û padîşahiya te her û her bidomînin. Wê textê te her û her xurt bimîne.’”

17 Natan li gorî tevahiya van gotin û vê dîtiniyê ji Dawid re got.


Duaya Dawidê Padîşah
( Dîrok I, 17:16-27 )

18 Li ser vê yekê Dawidê Padîşah hat li ber Xudan rûnişt û wiha got: “Ya Reb Xudan, ez kî me û mala min çi ye ku te ez anîm vê rewşê?

19 Ya Reb Xudan, di çavê te de ev tiştekî biçûk bû. Li ser pêşeroja mala vî xulamê xwe jî te soz da. Ya Reb Xudan, tu çawa ku ez mirovekî mezin bim, li min mêze dikî!

20 Ka ez wekî din çi dikarim ji te re bêjim! Ji ber ku ya Reb Xudan, tu xulamê xwe nas dikî.

21 Ji bo xatirê gotina xwe û li ser daxwaza xwe, te ev mezinahî kir ku xulamê xwe wan bizane.

22 “Tu mezin î, ya Reb Xudan! Yekî wekî te tuneye. Ji xeynî te Xwedê tuneye! Me ev hemû bi guhên xwe bihîstine.

23 Li dinyayê miletekî ku bişibe gelê te Îsraêl tuneye. Tu rabûyî ku wan rizgar bikî û wan bikî gelê te. Te bi karên mezin û tirsehêz nav û deng da. Te miletên din û îlahên wan, ji ber gelê xwe qewitandin ku te ew ji bo xwe ji Misrê rizgar kiribû.

24 Te gelê xwe Îsraêl ji bo xwe xurt kir û ji bo herheyî kir gelê xwe. Ya Xudan, tu jî bûyî Xwedayê wan!

25 “Ya Xwedê Xudan, bila gotina xwe ya te li ser xulamê xwe û mala wî gotibû, heta hetayê pêk bîne. Çawa ku te got bike.

26 Wê navê te bi gotina ‘Xudanê Karîndar, Xwedayê gelê Îsraêl e,’ heta hetayê mezin be. Wê Mala Dawidê xulamê te jî li ber çavê te xurt bibe.

27 “Ya Xudanê Karîndar, Xwedayê Îsraêl! Te ji xulamê xwe re got: ‘Ezê ji bo te xanedanekê deynim.’ Ji ber vê yekê xulamê te wêrek bû ku li hizûra te duayê bike.

28 Ya Reb Xudan, tu Xwedê yî! Gotinên te rast in û te ji xulamê xwe re ev tişta baş got.

29 Niha ji bo ku heta hetayê li ber te bidome, ez ji te lava dikim ku tu mala xulamê xwe pîroz bikî. Ya Reb Xudan, te soz da û ji bo ku te ew pîroz kir, wê mala xulamê te heta hetayê pîroz bimîne.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan