Samûêl II, 4 - Kurmanji ÎncîlKuştina Îşboşet 1 Îşboşetê kurê Şawûl li Hevronê bû û bi kuştina Avnêr tirsiya. Tevahiya gelê Îsraêl jî di nav tirsekê de bû. 2 Du serekrêbirên Îşboşet hebûn. Ew kurên Rîmmonê Beêrotî bûn. Ji eşîra Binyamînî bûn. Navê yekî Baena, yê din Rêxav bû. Beêrot ji eşîra Binyamîn dihat hesibandin. 3 Beêrotî reviyabûn Gittayîmê. Heta îro jî li wir bi xerîbî dimînin. 4 Kurekî Yonatanê kurê Şawûl hebû ku navê wî Mefîboşet bû. Lingên wî kulek bûn. Dema xebera mirina Şawûl û Yonatan ji Yîzreyêlê gihîşt, Mefîboşet pênc salî bû. Dadika wî jî ew hilgirtibû û revandibû. Lê di lezandina revê de, zarok ketibû û kulek bûbû. 5 Rêxav û Baenayê kurên Rîmmonê Beêrotî, bi rê ketin. Dema di germa nîvro de gihîştin mala Îşboşet, Îşboşet pal dabû û bêhna xwe dida. 6 Çawa ku genim bistînin ketin nav malê. Wê demê Îşboşet li odeya razanê li ser cihê xwe, dirêjkirî bû. 7 Zilaman lê xist û ew kuşt. Wan serê wî jê kir û bi xwe re bir. Rêxav û Baenayê birayê wî reviyan û tevahiya şevê di riya Eravayê de meşiyan. 8 Serê Îşboşet anîn Hevronê ba Dawidê Padîşah û gotin: “Va ye serê Îşboşetê kurê Şawûlê dijminê te ku dixwest te bikuje! Xudan îro heyfa xweyê min padîşah ji Şawûl û ji ziriyeta wî stand.” 9 Lê Dawid ji kurên Beêrotê Rîmmonî, Rêxav û birayê wî Baena re got: “Ez bi navê Xudanê Jîndar ku canê min ji hemû tengasiyan rizgar kiriye, 10 dibêjim min zilamê ku mirina Şawûl ji min re aniye ku jê kirî xebereke baş aniye, zevt kir û li Zîqlagê kuşt. Xelata ku min ji bo wê xeberê dabûyê ev bû! 11 Xilasiya mirina kesên xerab ku yekî rast li mala wî, di nav nivînên wî de kuştiye tuneye! Niha ezê we heyfa wî ji we nestînim û ji rûyê erdê rakim?” 12 Paşê emir li zilamên xwe kir û herdu bira li wir hatin kuştin. Dest û piyên wan jêkirin û cendekê wan li kêleka hewza Hevronê daleqandin. Serê Îşboşet jî birin û li Hevronê di gora Avnêr de veşartin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey