Samûêl II, 3 - Kurmanji Încîl1 Şerê di navbera Mala Şawûl û Mala Dawid de demeke dirêj dom kir. Dawid her ku diçû xurt dibû, lê mala Şawûl her ku diçû qels dibû. Kurên Dawidê Padîşah ên ku li Hevronê çêbûn ( Dîrok I, 3:1-4 ) 2 Kurên Dawid ên ku li Hevronê jê re çêbûn ev in: Kurê pêşî Amnonê ji Ahînoema Yîzreyêlî, 3 yê diduyan Kîlavê ji Avîgayila jinebiya Navalê Karmelî, yê sisêyan Avşalomê ji Maexaya keça Talmayê Padîşahê Geşûrê, 4 yê çaran Adoniyayê ji Haggîtê, yê pêncan Şefatyayê ji Avîtalê, 5 yê şeşan Yîtreyamê ji Eglayê bû. Egla jî jineke Dawid bû. Hemû ev kurên Dawid li Hevronê çêbûn. Avnêr tevli Dawidê Padîşah dibe 6 Gava şerê di navbera Mala Şawûl û Mala Dawid de dom dikir, di Mala Şawûl de Avnêr bihêz dibû. 7 Cariyeyeke bi navê Rispa ya Şawûl hebû ku Keça Ayayê bû. Rojekê Îşboşet ji Avnêr pirsî: “Tu çima bi cariyeya bavê min re razayî?” 8 Avnêr bi pirsa Îşboşet pir hêrs bû û got: “Ma ez kûçik im ku meyla Cihûdayê bikim? Ez îro bi xwe jî girêdayî malbat, bira û hevalên Şawûl im. Min te neda destê Dawid. Lê îro ji rûyê vê jinikê tu min tawanbar dikî. 9 Bila Xwedê wisa xerab bîne serê min û zêdetir jî bi min bike, heke ez vê yekê ji bo Dawid nekim. Çimkî Xudan sond xwaribû. 10 Ezê ji Îsraêl û Cihûdayê ku ji Danê heta Beêr-Şevayê ye, padîşahiya Dawid ava bikim.” 11 Îşboşet ji Avnêr tirsiya, loma jî tiştekî jê re negot. 12 Avnêr bi navê xwe qasid şandin û got: “Ma welat, welatê kê ye? Bi min re peymanekê çêke, wê gavê ezê jî, ji bo ku tevahiya gelê Îsraêl bikeve bin destê te, li alî te bim.” 13 Dawid got: “Baş e. Ezê bi te re peymanekê çêkim. Lê ez ji te vê yekê dixwazim: Dema ku tê bêyî dîtina min, keça Şawûl Mîkalê jî bîne. An na tê min nebînî.” 14 Ji aliyê din ve, Dawid bi riya qasidan ji Îşboşetê kurê Şawûl re ev agahî şand: “Jina min Mîkal bide min ku beramberî çermên sinetkirina sed Filîstiyan bûbû dergistiya min.” 15 Li ser vê yekê Îşboşet ji bo ku ji mêrê wê Paltiyêlê kurê Layîş bê standin û anîn qasid şandin. 16 Mêrê wê bi girî heta Bahûrîmê jina xwe şopand. Paşê gava Avnêr jê re got: “Vegere” Ew vegeriya. 17 Avnêr û rîspiyên gelê Îsraêl hev dîtibûn û Avnêr ji wan re gotibû: “Ev demek e ku hûn dixwazin Dawid bibe padîşahê we. 18 Niha vê yekê pêk bînin. Ji ber ku Xudan, li ser Dawid wiha gotibû: ‘Bi qasidiya xulamê xwe Dawid, ezê gelê xwe Îsraêl ji destê Filîstiyan û hemû dijminan rizgar bikim.’” 19 Avnêr û Binyamîniyan jî hev dîtin, Avnêr ji bo her tiştê ku ji bo tevahiya Îsraêl û tevahiya Mala Binyamîn baş bû ragihîne Dawid çû Hevronê. 20 Avnêr tevli bîst mirovan gihîşt Hevronê ba Dawid. Dawid ji Avnêr û ji yên pê re şahiyek li dar xist. 21 Avnêr ji Dawid re got: “Ez yekser herim, tevahiya gelê Îsraêl li ba xweyê xwe padîşah kom bikim ku bi te re peymanek bikin. Tu jî bikaribî her derê ku dil dikî birêve bibî.” Li ser vê yekê Dawid Avnêr şand û ew jî bi xêr û silamet çû. Yoav, Avnêr dikuje 22 Hema wî çaxî, zilamên Dawid û Yoav ji êrîşekê vegeriyabûn. Wan bi xwe re gelek malê talên anîbûn. Lê Avnêr li Hevronê ne li ba Dawid bû. Çimkî Dawid ew şandibû, ew bi xêr û silamet çûbû. 23 Dema ku Yoav û hemû leşkerên pê re gihîştin Hevronê, ji Yoav re ragihandin ku Avnêrê kurê Nêr hatiye ba padîşah, padîşah ew şandiye, ew bi xêr û silamet çûye. 24 Yoav çû ba padîşah û got: “Te çi kir? Binêre Avnêr hatiye heya ber lingê te! Te çima ew berda? Ji zû ve ye ku çûye! 25 Tu Avnêrê kurê Nêr dinasî! Ew hatiye ku te bixapîne, hîn bibe tu diçî û têyî ku derê û tu çi dikî.” 26 Yoav dema ji ba Dawid derket, li du Avnêr qasid şandin. Qasid, Avnêr ji Sarinca Sîrayê paş ve anîn. Lê haya Dawid ji vê yekê tunebû. 27 Dema ku Avnêr zivirî Hevronê, Yoav bi hinceta hevdîtineke taybet a pê re, ew bir ber dergehê bajêr. Ji ber ku xwîna Esahêlê birayê wî rijandibû, Yoav li wê derê zikê Avnêr da ber şûran û ew kuşt. 28 Dema Dawid ev xeber bihîst got: “Li ber Xudan ez jî, padîşahiya min jî, ji berpirsiyariya xwîna Avnêrê kurê Nêr, her û her bêrî ne. 29 Bila berpirsiyarê vî sûcî, Yoav û tevahiya mala bavê wî bin. Bila ji Mala Yoav kesên bi nêm, yên ku bi nexweşiya çerm ketine, kesên li ser daran, kuştiyên şûran, kesên birçî, qet kêm nebin!” 30 Bi vî awayî Yoav û birayê wî Avîşay, Avnêr kuştin. Ji ber ku Avnêr di şerê Gîvonê de Esahêlê birayê wan kuştibû. 31 Paşê Dawid ji Yoav û ji hemû kesên pê re got: “Cilên xwe biçirînin û çûx li xwe bikin. Li ber termê Avnêr şînê bikin!” Dawidê Padîşah jî li pey cenaze meşiya. 32 Avnêr li Hevronê binax kirin. Padîşah li ser gora Avnêr bi dengekî bilind giriya. Hemû kesên pê re jî giriyan. 33 Paşê padîşah jî şîn kir. Wî xwe avêt ser Avnêr û got: “Ma divê Avnêr wekî ehmeqekî bimira? 34 Destên te negirêdayî bûn, zincîr li piyên te nexistibûn. Lê tu mîna kesekî ku li ber xeraban bikeve ketî!” Her kes ji bo Avnêr dîsa giriya. 35 Gel li dora Dawid civiya. Gelekî xwestin ku beriya bibe êvar tiştekî bixwe, lê Dawid sond xwar û got: “Heta tav hebe, ezê ne nan ne jî tiştekî din bixwim. Heke na bila Xwedê eynî tiştî û jê jî xerabtir bîne serê min!” 36 Herkes ev yek pejirand û çawa ku bi her tiştên padîşah dikir, dilxweş dibûn, bi vê yekê jî dilxweş bûn. 37 Wê rojê hemû gelê Îsraêl fêm kir ku di kuştina Avnêrê kurê Nêr de, tiliya padîşah tuneye. 38 Padîşah ji zilamên xwe re got: “Ma hûn nizanin ku îro li welatê Îsraêl serek û zilamekî mezin miriye? 39 Rast e, ez padîşahekî kifşkirî me, lê îro bêhêz im. Kurên Serûyayê ji min hişktir û dijwartir in. Bila Xudan bersiva xeraban, li gorî xerabiya wan bide.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey