Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 24 - Kurmanji Încîl


Dawidê Padîşah hejmartina Cihûda û Îsraêla Bakur dike
( Dîrok I, 21:1-26 )

1 Xudan dîsa ji gelê Îsraêl hêrs bû, Dawid li dijî wan sor kir û got: “Here, gelê Îsraêl û gelê Cihûda bijmêre.”

2 Padîşah ji Yoavê Fermandar ku li ba wî bû re got: “Here, hemû eşîrên Îsraêl, ji Danê heta Beêr-Şevayê bijmêrin ku ez hejmarê bizanibim.”

3 Yoav jê re got: “Xwedayê te Xudan, gelê xwe sed qat zêdetir bike. Bila xweyê min padîşah jî vê bibîne! Lê ezbenî, padîşahê min çima vê bixwaze?”

4 Gotina padîşah ji gotina Yoav û hemû fermandarên din serdestir derket. Bi vî awayî ew ji ba padîşah rabûn çûn ku gelê Îsraêl bijmêrin.

5 Ji Çemê Şerîayê derbas bûn û nêzîkî Eroêrê, li başûrê bajarê li navenda gelî kon vedan. Ji wir yek bi yek Gadê, Yazêrê,

6 Gîladê, Tahtîm-Hodşî û Dan-Yaenê derbas kirin û gihîştin Saydayê.

7 Piştre çûn Keleha Sûrê, li hemû bajarên Hîwiyan û Kenaniyan geriyan. Di dawiyê de gihîştin Beêr-Şevaya li beriya Negeva Cihûdayê.

8 Neh meh û bîst rojan li seranserê welêt geriyan û piştre vegeriyan Orşelîmê.

9 Yoav encama hejmartinê ji padîşah re got: Gelê Îsraêl heşt sed hezar, gelê Cihûda jî pênc sed hezar şûrkêş bûn.

10 Piştî ku wî gel hejmart, Dawid xwe sûcdar dît û ji Xudan re got: “Min gunehekî mezin kir! Ya Xudan, ez lava dikim sûcê xulamê xwe bibexişîne. Min bêaqiliyeke mezin kir.”

11 Dawid serê sibê rabû û gotina Xudan ji Gadê Pêxember ê ku zanyarê Dawid bi xwe ye, hat û got:

12 “Here ji Dawid re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Ez sê xal datînim pêş te. Ji wan yekî hilbijêre ez wê bi te bikim.’”

13 Gad çû ba Dawid û jê re got: “Tu çi dixwazî, bila li welatê te heft salan xela çêbe, tu sê mehan ji ber dijminên te birevî ku li pey xwe diçin, an bila sê rojan kul bikeve welatê te? Niha baş bifikire, ezê bersiveke çawa bidim Yê ku ez şandime.”

14 Dawid ji Gad re got: “Tengasiya min mezin e. Bila em bikevin destê Xudan, çimkî rehma wî mezin e. Ez nakevim destê mirovan.”

15 Li ser vê yekê Xudan ji wê sibehê pê ve heta demeke kifşkirî, kul şand ser welatê Îsraêl. Ji Danê heta Beêr-Şevayê, heftê hezar kes mirin.

16 Dema milyaket ji bo Orşelîmê tune bike destê xwe dirêj kir, Xudan fikra xwe ya hilweşandinê guhert. Ji milyaketê ku gel tune dikir re got: “Bes e! Destê xwe bikişîne.” Milyaketê Xudan li ber bêndera Arawnayê Yevûsî disekinî.

17 Gava Dawid dît ku milyaket gel tune dike, wî ji Xudan re got: “Tenê min guneh kir. Min sûc kir. Ma vî pezî çi kiriye? Lava dikim destê te li dijî min û mala bavê min be.”

18 Wê rojê Gad çû ba Dawid. Ji wî re got: “Here, li bêndera Arawnayê Yevûsî ji Xudan re gorîgehekê çêke.”

19 Çawa ku Gad bi navê Xudan emir kir, Dawid rabû çû.

20 Gava Arawna dît ku padîşah û xulamên xwe ber pê ve tên, ew çû û li pêş padîşah deverû çû erdê.

21 Wî got: “Xweyê min padîşah ji bo çi hat ba xulamê xwe?” Dawid got: “Ezê bêndera te bikirim û lê ji Xudan re gorîgehekê çêkim ku kul ji nav gel rabe.”

22 Arawna ji Dawid re got: “Bila! Bila xweyê min padîşah bi ya ku di çavê wî de baş e, pêşkêş bike! Va ye, ji bo qurbana şewitandinê, gayan û ji bo êzing, nîr û cercereyan.

23 Ya padîşah! Arawna hemûyan dide te.” Wî berdewam kir û got: “Xwedayê te Xudan bila ji te dilxweş be!”

24 Lê belê padîşah got: “Nabe! Ezê malê te esse bi bihayekê ji te bistînim. Çimkî gava ez nekirim, nikarim qurbanên şewitandinê pêşkêşî Xwedayê min Xudan bikim.” Bi vî awayî Dawid cihê bênderê û gayên wî beramberî pêncî şekel zîvî kirî.

25 Dawid li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir û qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin. Xudan bersiv da lavakirina wî ya ji bo welêt. Nexweşiya giran ji nava welatê Îsraêl rakir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan