Samûêl II, 23 - Kurmanji ÎncîlGotinên Dawidê Pêxember ên dawîn 1 Gotinên Dawid ên dawîn ev in: Gotina Dawidê kurê Yêşa, Gotina zilamê ku Xwedayê Aqûb ew bilind kiriye, Kesê ku Xwedê ew kifş kiriye Û stranbêjê delal ê gelê Îsraêl, ev e: 2 Ruhê Xudan bi riya min dibêje, Gotina wî li ser zarê min e. 3 Xwedayê Îsraêl peyivî, Zinarê Îsraêl ji min re got: “Bila serwerê mirovan li ser rastiyê be, Bila bi tirsa Xwedê serweriyê bike. 4 Ew wekî rojeke bêewr, Wekî şewqa serê sibê tê dîtin. Bi biriqîna wî, piştî baranê di axê de giya şîn dike.” 5 Mala min jî bi Xwedê re ma, ne wisa ye? Bi min re peymaneke heta hetayê çêkir, Peymaneke bi her awayî tekûz û ewle. Ew herdem esse min rizgar dike, Daxwazên min bi cih tîne. 6 Kesên xerab jî, Wekî stiriyên ku bi destan nayên girtin, Wê bi tevahî bên avêtin. 7 Kesê ku dest bide stiriyan, Bi amûreke hesin, An jî bi destiyê rim bikeve, Wê ew stirî li cihê xwe, bi giştî bên şewitandin. Mêrxasên Dawidê Pêxember ( Dîrok I, 11:10-41 ) 8 Navên mêrxasên Dawid ev bûn: Yoşêv-Başşevetê Tahkemonî ku wekî Edînoyê Esniyî jî tê nasîn û serekê Sê Mêrxasan bû. Wî di êrîşekê de heşt sed kes kuştin. 9 Yê diduyan, Êlezarê kurê Dodoyê Ahohî, yek ji sê mêrxasên li ba Dawid ku li dijî Filîstiyên li Pas-Dammîmê kom bûbûn re serî hildabû. Di wê navberê de gelê Îsraêl paş ve vekişiyabû, 10 lê Êlezar rabû û heta ku destê wî westiya û bi şûr ve zeliqî, Filîstî kuştin. Wê rojê Xudan serfiraziyeke mezin pêk anî. Gel hat ba Êlezar lê tenê ji bo kuştiyan bişelîne. 11 Yê sisêyan Şammayê kurê Agêyê Hararî bû. Gava Filîstî li Lahayê li kêleka zeviya nîskan kom bûbûn, gelê Îsraêl ji ber wan reviyabûn. 12 Lê Şamma di nava zeviyê de sekinîbû û wir parastibû. Wî Filîstî kuştibûn û Xudan serfiraziyeke mezin pêk anîbû. 13 Dema çinînê ji Sî Serekan sisê hatin Şikefta Edûllamê, ba Dawid. Komeke Filîstiyan li Deşta Refayîmê artêşgeh danîbû. 14 Di wê navê de Dawid li asêgehê, yekîneya din a Filîstiyan jî li Bêtlehemê bûn. 15 Dawid bi hêvî got: “Xwezî yekî ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av ji min re bianiya.” 16 Ev her Sê Mêrxas ji nava artêşgeha Filîstiyan derbas bûn û ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av kişandin û ji Dawid re anîn. Lê Dawid nexwest vexwe. Wî av rijand û pêşkêşî Xudan kir 17 û got: “Ya Xudan! Kirina vê yekê bila ji min dûr be! Ma ez xwîna van kesan vexwim ku canê xwe avêtine xeterê?” Ji ber vê yekê nexwest avê vexwe. Mêrxasiya hersêyan bi vî awayî bû. 18 Avîşayê birayê Yoav kurê Serûyayê serekê Sê Mêrxasên din bû. Rima xwe bilind kir û sê sed kes kuştin. Ji ber vê yekê bi qasî her Sê Mêrxasan nav da. 19 Ew pêşengê her Sê Mêrxasan bû û di nav wan de kesê herî navdar bû. Lê yek ji Sê Mêrxasan nehat hesibandin. 20 Benayayê Qavseyêliyê kurê Yehoyada şervanekî wêrek bû. Karên mezin pêk anî. Du Moaviyên dilşêr kuştin. Herwiha di rojeke berfê de daket çalekê û li wir şêrekî kuşt. 21 Wî bejinbilind kuşt. Di destê kesê Misrî de rim hebû. Benaya bi darekî êrîşî wî kir. Rim ji destê wî derxist û pê kuşt. 22 Tiştên ku Benayayê kurê Yehoyada kiribûn ev bûn. Bi vê riyê, ew jî bi qasî her sê mêrxasan navdar bû. 23 Benaya her çiqas di nav Sî Serekan de yê herî navdar jî bû, lê ew ji Sê Mêrxasan nehat hesibandin. Dawid ew kir fermandarê parêzvanên xwe. 24 Mêrxasên din ku di nav Sî Serekan de dihatin hesibandin ev in: Esahêlê birayê Yoav, Êlhananê kurê Dodoyê Bêtlehemî, 25 Şammayê Harodî, Êlîqayê Harodî, 26 Helesê Peletî, Îrayê kurê Îqqêşê Teqoayî, 27 Aviyezerê Enatotî, Mevunnayê Huşayî, 28 Salmonê Ahohî, Mahrayê Netofayî, 29 Hêlevê kurê Baenayê Netofayî, Îttayê kurê Rîvayê ji Gîvaya Binyamîniyan, 30 Benayayê Pîretonî, Hiddayê ji geliyên Gaeşê, 31 Avî-Elbonê Ervayî, Ezmawetê ji Barhûmê, 32 Êlyahbayê Şaelbonî, Yaşênê Gûnî, Yonatan, 33 Şammayê ji Hararê, Ahiyamê kurê Şararê ji Hararê, 34 Êlîfeletê kurê Ahasbayê Maexayî, Êliyamê kurê Ahîtofêlê Gîloyî, 35 Hesrayê Karmelî, Paerayê ji Aravê, 36 Yîgalê kurê Natanê Sovayî, Baniyê Gadî, 37 Seleqê Emmonî, Nahrayê Beêrotiyê çekdarê Yoavê kurê Serûya, 38 Îrayê Yattîrî, Garêvê Yattîrî 39 û Ûriyayê Hîtîtî. Tev sî û heft kes bûn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey