Samûêl II, 22 - Kurmanji ÎncîlStrana serketina Dawidê Padîşah ( Zebûr 18:1-50 ) 1 Çaxê Xudan Dawid ji destê Şawûl û hemû dijminên wî rizgar kir, Dawid ji Xudan re ev stran got. 2 Wî got: “Xudan zinarê min, sitargeha min û xilaskarê min e. 3 Xwedayê min, zinarê min ê xwespartinê, Mertalê min, rizgarkarê min ê hêzdar, Sitargeha min û cihê reva min ew e! Xilaskarê min, ji zordestiyê tu min rizgar dikî. 4 Ez gazî dikim Xudanê hêjayî pesnan, Rizgar dibim ji dijminan. 5 Çimkî dora min pêçan pêlên mirinê, Ser min re avêtin lehiyên wêrankirinê. 6 Benên diyarê miriyan ez dorpêç kirim, Rastî kemînên mirinê hatim. 7 Min di tengasiya xwe de gazî Xudan kir, Gazî Xwedayê xwe kir. Ji Perestgeha xwe bihîst dengê min, Ket guhê wî hewara min. 8 Dinya lerizî û hejiya. Bingehên ezmanan leqiyan û lerizîn, Çimkî Xudan hêrs bûbû. 9 Dû ji pozê wî bilind bû, Ji devê wî agirê şewatê Û perengên êgir pijiqîn. 10 Ezman qelaşt û daket, Ewrên reş di bin lingên wî de bûn. 11 Li xerûbekî siwar bû û firiya, Li ser baskên bayê xuya bû. 12 Tariyê li xwe pêça. Ewrên reş ên baranê ser xwe kir holik. 13 Ji biriqîna hizûra wî Brûsk dipijiqîn. 14 Xudan ji ezmanan kir gurmîn, Deng da Yê Herî Berz. 15 Tîrên xwe avêt û dijminên xwe belav kirin, Bi brûskan ew têk birin. 16 Ji erzşikandina Xudan Kûrahiyên deryayê kifş bûn, Hilma pozê wî wekî bayekî xurt Bingeha dinyayê da xuyakirin. 17 Ji jor ve dirêjî min kir destê xwe Xudan, Ez girtim, ez deranîm ji boşahiya avan. 18 Wî ez ji dijminên min ên dijwar, Ji yên ku ji min nefret dikirin, rizgar kirim, Çimkî ew ji min hêzdartir bûn. 19 Di roja felaketê de derketin li dijî min, Lê Xudan bû piştgirê min. 20 Wî ez derxistim firehiyê, Ez rizgar kirim, dilê wî ji min xweş bû. 21 Xudan berdêla rastiya min da, Li gorî paqijiya destên min, ez xelat kirim. 22 Çimkî ez di riya Xudan de meşiyam, Min xerabî nekir, ji Xwedayê xwe neqetiyam. 23 Li pêş min in hemû qanûnên wî, Ez dûr neketime ji rê û rêbazên wî. 24 Ez li ber wî bêqisûr bûm, Min xwe dûr kir ji sûcan. 25 Ji ber vê yekê Xudan, li gorî rastiya min, Li gorî paqijiya min a li ber wî, ez xelat kirim. 26 “Tu ji yê dilsoz re dilsoz î, Ji yê bêqisûr re bêqisûr î. 27 Bi pakan re pak, Bi xwaran re dijwar î. 28 Tu yî xilaskarê nefsbiçûkan, Çavê te lê ye ku tu daxî pozbilindan. 29 Ya Xudan, tu yî qendîla min, Xudan ronî dike tariya min. 30 Bi te ez êrîş dikim ser leşkeran, Bi Xwedayê xwe derbas dibim ji sûr û çeperan. 31 “Riya Xwedê temam û kamil e, Gotina Xudan xas e. Ew ji her kesê ku xwe dispêre wî re mertal e. 32 Ma ji xeynî Xudan, xwedê heye? Gelo ji xeynî Xwedayê me, zinar heye? 33 Yê ku hêzê dide min Xwedê ye, Yê ku riya min rast dike ew e. 34 Ew lingan dide min wekî lingên xezalan, Min hildikişîne bilindciyan. 35 Ew destên min hîn dike ji bo şeran, Milên min ditewînin kevanê ji tûncan. 36 “Tu mertalê rizgariyê didî min, Alîkariya te min bilind dike. 37 Tu fireh dikî cihê gavên min, Loma nalikume lingê min. 38 Ez li pey dijminên xwe ketim, min ew tune kirin, Ez nezivirîm heta ku ew neqediyan. 39 Min ew qedandin û perçiqandin, êdî nikarin rabin, Ketin bin lingên min. 40 Ji bo şer, te ez hêzdar kirim, Yên ku li dijî min rabûn, davêjî ber lingên min. 41 Te kir ku dijminên min birevin, Yên ku ji min nefret dikin, min ew tune kirin. 42 Wan kir hewar lê nebû rizgarkar, Gazî kirin Xudan lê bersiv neda wan. 43 Min ew hûr û hela kirin wekî toza erdê, Di bin lingên xwe de perçiqandin wekî heriya kuçeyê. 44 Te ez rizgar kirim ji pevçûna gelê min, Ji bo serweriya miletan te ez parastim. Miletên ku ez wan nas nakim, Ji min re xulamiyê dikin. 45 Xerîb li ber min dibin erd û ax, Çawa dibihîzin, li ber min ta dibin. 46 Reng û rûçikê wan avêt, Bi lerizîn ji asêgehên xwe derdikevin. 47 “Xudanê Jîndar, Zinarê min pîroz be! Bila Xwedayê min, Zinarê rizgariya min, Di ser her tiştî re be! 48 Ew, Xwedê ye ku distîne heyfa min, Miletan dike bin destê min. 49 Min ji dijminên min azad dike, Min ji serhildêran mezintir dike, Min ji zordestan rizgar dike. 50 Ya Xudan, ji ber vê, Ezê ji te re şikir bikim li nav miletan, Pesnê navê te bidim bi lavijan. 51 Xudan serketinên mezin dide padîşahê xwe. Ji bo kifşkiriyê xwe, ji bo Dawid û ziriyeta wî Her û her dilovan e.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey