Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 21 - Kurmanji Încîl


Gîvonî tolê hiltînin

1 Di serdema Dawid de, sê salan li ser hev xela hebû. Dawid ji Xudan pirsî. Xudan got: “Şawûl û malbata wî destbixwîn in. Wî Gîvonî dan kuştin.”

2 Padîşah gazî Gîvoniyan kir û bi wan re peyivî. –Gîvonî ne ji ziriyeta Îsraêliyan bûn. Ew bermayiyê Amoriyan bûn. Îsraêlî sond xwaribûn ku dest nedin wan. Lê Şawûlê ku ji bo gelê Îsraêl û Cihûdayê sax bihêle kedeke mezin dabû, dixwest ku wan tune bike.–

3 Dawid ji Gîvoniyan pirsî: “Ji bo we ez dikarim çi bikim? Ji bo ku hûn gelê Xudan pîroz bikin, ezê çawa sûc bidim bexişandin?”

4 Gîvoniyan bersiva wî dan: “Em ji malbata Şawûl ne zêr ne jî zîv dixwazin, em naxwazin Îsraêliyekî bikujin.” Dawid got: “Hûn çi dixwazin ezê bikim.”

5 Wan ji padîşah re got: “Heft kurên wî mirovî bidin me ku qira me anî. Wî fen û fût li me kir ku em li seranserê welatê Îsraêl nemînin.

6 Emê wan bikujin û li bajarê Gîvaya Şawûlê kifşkiriyê Xudan, li hizûra Xudan daleqînin.” Padîşah got: “Ezê wan bidim we.”

7 Lê padîşah, bi Yonatanê kurê Şawûl re, ji bo sonda ku li ber Xudan xwaribû, Mefîboşetê kurê Yonatan parast.

8 Di şûna wî de, du kurên Rispa keça Ayayê, yên bi navê Armonî û Mefîboşet ku ji Şawûl anîbû dinyayê û pênc kurên ku ji Edriyêlê kurê Barzîllayê Meholayiyê ku ji keça Şawûl Mêravê anîbû dinyayê hilda.

9 Dawid ew dan destê Gîvoniyan. Gîvoniyan ew li çiya, li hizûra Xudan daleqandin. Her heft jî hema wî çaxî, di cih de mirin. Ew di rojên destpêka dirûtina ceh de hatin kuştin.

10 Rispaya keça Aya, çûx hilda û ji bo xwe li ser zinarekî raxist. Di rojên dirûtina pêşîn heta ku baran bi ser miriyan de bariya, Rispa li wir ma. Cendekan nava rojê ji teyrên ezmanan, bi şev jî, ji heywanên çolê parastin.

11 Gava Dawid bi kirinên cariyeya Şawûl Rispaya keça Aya hesiya,

12 ew çû û hestiyên Şawûl û Yonatanê kurê wî ji xelkê Yavêş-Gîladê standin. Roja ku Filîstiyan li Çiyayê Gilboayê Şawûl kuşt, cendekê wî û cendekê kurê wî, li qada Bêtşeanê daleqandibûn. Xelkê Yavêş-Gîladê jî cendek bi dizî ji wir anîbûn.

13 Dawid hestiyên Şawûl û kurê wî Yonatan ji wir anîn. Hestiyên heft kesên ku hatibûn darvekirin jî berhev kirin.

14 Hestiyên Şawûl û Yonatanê kurê wî, di gora Qîşê bavê Şawûl de veşartin ku li Sêlaya herêma Binyamînê bû. Hemû fermanên padîşah bi cih anîn. Piştî vê yekê Xwedê bersiv da lavakirinên li ser welêt.


Şerê li dijî Filîstiyan
( Dîrok I, 20:4-8 )

15 Di navbera Îsraêlî û Filîstiyan de ji nû ve şer derket. Dawid û zilamên wî çûn li dijî Filîstiyan şer kirin. Di wê navberê de Dawid ji hal ket.

16 Yîşbî-Benovê Filîstî yê ji kurên Refayiyan xweyê rimeke tûncîn bû ku giraniya serê wî nêzîkî sê sed şekelî bû. Wî şûrekî nû girê dabû û dixwest Dawid bikuje.

17 Lê Avîşayê kurê Serûyayê xwe gihande hewara Dawid. WÎ êrîş kir û ew kuşt. Ji wir û pêde zilamên Dawid jê re sond xwar û got: “Ji bo ku qendîla Îsraêl netefe, tu careke din bi me re neyê şer.”

18 Piştî demekê bi Filîstiyan re li Govê şer derket. Di wî şerî de, Sîbbexayê Huşayî, Sîppayê ji ziriyeta Refa kuşt.

19 Di navbera gelê Îsraêl û Filîstiyan de li Govê dîsa şer derket. Êlhananê kurê Yaerê-Oregîmê Bêtlehemî Golyatê Gatî kuşt ku destiyê rima wî wekî darê tevnê bû.

20 Li Gatê careke din şer derket. Li wir zilamekî bejinbilind hebû ku dest û lingên wî şeştilî bûn. Bi giştî bîst û çar tiliyên wî hebûn. Ew jî, ji ziriyeta Refa bû.

21 Gava zilam tinazê xwe bi gelê Îsraêl kir, Yonatanê kurê Şîmayê birayê Dawid, ew kuşt.

22 Her çar ji wan jî, ji ziriyeta Refa bûn û li Gatê diman. Ew bi destê Dawid û zilamên wî hatin kuştin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan